• DOLAR 32.554
  • EURO 35.051
  • ALTIN 2429.493
  • ...
Êsîrê Filistînî ev bû 88 roj ku di greva birçîbûnê de ye û rewşa wî nebaştir dibe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derbarê rewşa dawî ya Al-Ahres ve ji teref Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; rewşa Al-Ahres nebaş e û her ku diçe nebaştir û xirabtir dibe û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Rewşa Al-Ahres têket asta krîtîk. Piştî 85 rojên grevê êdî problemên ciddî rû didin ku divê çareyek bê dîtin da ku tiştek pê neyê.”

Al-Ahres di 80emîn roja greva birçîbûnê de ji gelê Filistînê re peyamek şandibû.

Al-Ahres di peyama ku şandibû de destnîşan kiribû; ew bi gelê Filistînê bawer e û ew ê tu carî serê xwe netewîne û dû re wiha got: “Heta ku ez venegerim mala xwe ez ê tu tiştî nexwim. Ez niha li xestê me û bes avê vedixûm.”

Al-Ahres di berdewama peyama xwe de silavan li malbata xwe kiribû û  daxwaz ji sazîyên mafên însanan kiribû da ku bibin wesîle ew malbata xwe bibîne.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir