• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Barzanî pêşwaziya Balyoza Norwêc li Iraqê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di hevdîtinê de  derbarê rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin û Balyoza Norwêc li Iraqê hevsozî û dilgiraniya xwe ji bo rûdana êrîşkirina baregeha Partiya Demokrata Kurdistanî li Bexda bi Barzanî ragihand.

Ji bilî wê yekê ku pêzanînên xwe ji bo qurbanîdana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê Da'îş de derbirî, pîrozbahiyê jî li rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê kir ku li navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hatiye sazkirin û bi hengaveke erênî da zanîn.

Balyoza Norwêcê ragihand ku welatê wan beşeke ji Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da'îş û rola xwe li meşq û rahênana Pêşmerge de hebûye û tekez li ser daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşxistina hemahengî û peywendiyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê kir.

Her li vê civînê de Barzanî spasî rola welatê Norwêcê ya li Hevpeymaniya Şerê Dijî Da'îş kir û pêşwaziyê jî li pêşxistina peywendiyên di navbera her du aliyan kir. Di derbarê peywendiyên Hewlêr û Bexda jî Barzanî wê yekê xisterû ku peywendî ber bi erêniyê ve diçin û derfeta ji bo çareserkirina kêşeyan li holê daye.

Hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û gefên terorê û rewşa emnî ya Iraqê û rûdana gundê Ferhatiye mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir