• DOLAR 32.389
  • EURO 35.434
  • ALTIN 2324.336
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê çû serdana Ahmet Davutogluyê Serokê Giştî yê Partîya Pêşerojê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî ziyareta ku hat kirin re her serokm daxuyanîyeke hevpar a çapemenîyê dan û pirsên rojnamegeran bersivandin.

“Me biryar da ku Enstîtuya Selahaddîn Eyyûbî ya ku dê li dinyayê bibe yekemîn enstîtu li Diyarbekirê bidamezrînin”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam di daxuyanîya ku da de derheqê problemên Tirkîyê de destnîşan kir “Divê em problemên xwe di nav xwe de çareser bikin û ger em vê yekê nekin ew ê hêzên kurewî alozî û tevlîhevîyê derînin.” Saglam dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ez bi xwe jî beşdarî sempozyuma ku derheqê Selahaddîn Eyyûbî de hat lidarxistin bûm û di wê civê de hat diyarkirin ku derheqê Selahaddîn Eyyûbî de enstîtuyek tune ye û alimên ku beşdarî wê civînê bûn destnîşan kirin ku ev yek kêmasî ye. Me bi xwe jî vê yekê anî zimên. Me biryar da ku Enstîtuya Selahaddîn Eyyûbî ya ku dê li dinyayê bibe yekemîn enstîtu li Diyarbekirê bidamezrînin. Bi izna Xweda dê ev yek bê kirin. Em dixwazin di vê enstîtuyê de ji akademîsyentîya we sûdê werbigirin.”

Ji ber vê daxwaza Saglamî Serokê Partîya Pêşerojê Ahmet Davutoglu  got ku ew di dîrokê de Selahaddîn Eyyûbî ji xwe re mînak distîne û ew ji şexsîyetên mezintirîn şexsîyetek e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew pêşewayekî wisa ye ku li herêma Rojhilata Navîn di heyama di navbeta Xaçperest û Moxolan da di nav Mislimanan de yekîtîyê saz kiriye. Em hêvî dikin ku Selahaddîn Eyyûbî bi heqê wê bê naskirin û famkirin.”

Di berdewama daxuyanîya hevpar a çapemenîyê de derheqê nenaskirina qerara Enîs Berberoglu ya Makeqanûnê ya  ji teref mahkemeya mehelî da, nîqaşên hilbijartinên pêşwext, tifaqa di hilbijartinan de nirxandin hatin kirin û pirsên rojnamegeran hatin bersivand.(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir