• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Mesrûr Barzanî: “Divê serwet û samanên vî welatî ji bo xizmetkirina welatiyan be”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma danîna kevirê binyadê yê pireya derbenda Ranyayê de gotarek pêşkêş kir û ragihand, “Xwe bi bextewer dizanim ku derfet çêbû sardana devera Raperînê bikim. Ev dever di dirêjahiya şoreşên li dû hev yên tevgera rizgarîxwaza gelê me de, bi hezaran şehîd û qurbanî dan. Piştre jî bû deriyê raperînê ku bi xwîna gencên vê deverê, Kurdistan hat rizgarkirin. Ji ber wê jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi erkê xwe dizane ku xizmeteke hêjayî vê deverê bike.”

“Ji bilî vê projeyê, hejmarek projeyên din dê bêne cibicîkirin”

Barzanî di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir: “Li vir amade bûne, ji bo kevirê binyadê yê pireya geliyê Ranyayê deynin. Ev dibe pireke stratejî, ji bo xizmetkirina vê deverê û hevkar dibe ji bo cotkar berhemên xwe bigihînin bazaran. Herwiha dibe pireyek ji bo geşkirina geştûguzarî û bazirganiyê. Ji bilî vê projeyê, hejmarek projeyên din dê bêne cibicîkirin, wek cotsayda bazara Ranya, kolana 60 metrî ya Qeladizê, nûjenkirina dibistanên devera Raperînê û dirustkirina navenda penceşêra memik. Herwiha projeyeke din a dirustkirina nexweşxaneyan Koronayê li Çarqurne.Ev pêngavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo cibicîkirina projeyên xizmetkariyê û gihandina xizmetkariyan bi welatiyan, hîşt aliyên nehikûmî, xêrxwaz û partîtî jî bîr li wê bikin ku xizmetên zêdetir bigihînin welatiyan. Ev gav erênî ye û destxweşiyê li wan dikin.Tiştê pêwîst ew e, serwet û samana vî welatî, ji bo xizmetkirina welatiyan bê xerckirin û ji bo xizmeta wan sûd jê were girtin.Spasiya xweragiriya xelkê vê deverê dikim, tevî van hemû qeyranên tendirustî û darayî, lê xweragir bûn. Bi taybet jî dixwazim spasiya hemû bijîşk, fermanberên karta tendirustî, polîs, hêzên navxwe û mamosteyên birêz bikim ku tevî van nexweşiyan, dîsa bi cibicîkirina erkên xwe berdewam bûn.”

Barzanî di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir; Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze bi baştirîn awa xizmetan bigihîne welatiyan û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Lê mixabin rûbirûyî gelek qeyranan bûn û wan qeyranan azareke mezin gihande xelkê Kurdistanê û cibicîkirina projeyên xizmetkariyê jî sînordar kir. Qeyrana belavbûna vîrûsa Koronayê, bandor li aboriya cîhanê kir û bandora wê ya nerênî li ser Herêma Kurdistanê hebû. Tevê wê jî, Hikûmetê hewl da, projeyên xizmetkariyê ranewestin û li gor karîna budceya li ber dest jî, mûçeyan belav bikin.Bernameya wan heye, ji bo dirustkirina kargeha wergirtina genim li her sê parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê û dirustkirina Bajarê Pîşesazî li Helebceyê, ji bo wergirtina nîv ton genimê cotkarên Herêma Kurdistanê. Herwiha bernameyeke din jî heye, ji bo dirustkirina rê û pireyan, nûjenkirina nexweşxaneyan. Ew pêşniyazên ji aliyê îdareya Raperînê ve jî hatine pêşkêşkirin, di hikûmetê de bi girîngî werdigirin û di bernameyên dahatûyê de, li gor karînan dê werin cibicîkirin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir