• DOLAR 32.576
  • EURO 34.769
  • ALTIN 2496.486
  • ...
Şehîdên 6-8ê Cotmehê di 6emîn salvegera şehadeta xwe de bi rehmet û minnet hatin yadkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yasîn Börü û hevalên wî berî vê 6 salan di 6-8ê Cotmeha 2014an de ji teref PKK/HDPyiyan ve bi şikleke wehşîyane hatin qetilkirin ku di salvegera 6emîn a şehadeta wan de ew tiştên ku qewimî bûn cardin xwe anîn bîran.

Wehşeta ku di Eyda Qurbana sala 2014an de li Diyarbekir û heremê pêk hatin di dîroka Kurdistanê de rûpeleke nû vekir. Ji aliyekî sepanên derê însanî yên îqtîdara ceberut û ji aliyê din jî zext û zilmên ku ji teref PKKyê ku ji sala hatiye damizrandin vir ve tên kirin di 6-8ê Cotmehê sala 2014an de şikil guhart û rewşeke cuda û nû derket holê.

PKK/HDPyiyên ku bi banga Navenda Giştî ya HDPê û bi banga Serokê Giştî yê HDPê Selahaddîn Demîrtaş bi her derî bikin Kobanê xwe berdabûn kolanan li hember xelkê Misliman a Kurd teşebûsî qirkirin û tunekirineke mezin kirin. Xortên ku di destên wan de goştên qurbanan hebûn û hewil didan ji kesên feqîr re alîkariyê belav bikin hatin lînçkirin, însanên birih, pîrekên bi tesettûr hatin hedefgirtin, camî û qursên Qur’anê hatin şewitandin. Di wan bûyerên ku hatin qewimîn de herî zêde navenda ku balan kişand li ser xwe Diyarbekir bû.

Li Diyarbekirê Yasîn Börü, Huseyin Dakak, Hasan Gökgüz, Riyad Güneş, Turan Yavaş û Cumalî Güneş bi şikleke hovane hatibûn qetilkirin. Li bajarên din ên heremê di serî de HUDA PAR û bi giştî sazî û kesên ku xwediyên nasnameya Îslamî bûn hatin hedefgirtin. Pêvajoya 6-8ê Cotmehê dirêj bû û di nava vê pêvajoyê de li Çewligê Fethî Yalçin û Cengîz Tiryakî di êrîşa çekdarî de hatin şehîdkirin. Li Wanê kesê bi navê Latîf Şener û li Qoserê kesê Sûrî Abdullah Muhammed Latîf û hevlingê wî Fehad Îbrahîm Eldurewîc ji teref PKKyiyan ve hatin qetilkirin.

Di bernameya bîranînê ya ku hat lidarxistin de Serokê Platforma Karwana Şehîdan Omer Çelîk   axavtinek kir.

“Xwîna mibarek a şehîdên me rûya wan a rastî û qirêj derxist holê”

Çelîk di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir; ev doz doza Îlahî ye û xwedîyê wê jî Xweda ye. Çelîk dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev trêna şehadetê qet vala nemaye.Li Uhudê Hamza, li Kerbalayê Huseyîn, li Uhudê muminên ehlê tewhîdê li Hetayê Habîbê Neaccar, li Diyarbekirê Yasîn, Hasan, Huseyîn, Turan, Rîyad şehîd bûn û beşdarî karwana şehîdan bûn. Ew ê ev yek heta qiyametê berdewam bike.  Lewra ew ê ew kesên ku ehlê doza heq in dê dev ji vê dozê berdin. Ew ê bi heman awayî endamên zihniyeta Fîrwan jî dev ji dozên xwe bernedin.”

Çelîk di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, xwîna şehîdan rûyê rastî a qirêj û gemar a PKK/HDPê derxistin holê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Hinek kesan rabûn sazê xistin destên xwe û hewl dan wan kesên ku van xortên ciwan şehîd kirin qenc û xwşik nîşan bidin. Lê belê xwîna mibarek a van şehîdên me rûyê wan a rastî û qirêj û gemar derxist holê. Heta dikarin bila rabin qala demokrasî, mafên mirovan, wekhevî û edaletê bikin, em dizanin ev tişt di lîteratura wan de tê çi manayê.”(ÎLKHA)

 











Bu haberler de ilginizi çekebilir