• DOLAR 32.514
  • EURO 34.847
  • ALTIN 2490.088
  • ...
Digel ku 6 sal ji ser qetlîama 6-8ê Cotmehê derbas bûbûn jî êş û elem nayê jibîrkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wehşeta ku di Eyda Qurbana sala 2014an de li Diyarbekir û heremê pêk hatin di dîroka Kurdistanê de rûpeleke nû vekir. Ji aliyekî sepanên derê însanî yên îqtîdara ceberut û ji aliyê din jî zext û zilmên ku ji teref PKKyê ku ji sala hatiye damizrandin vir ve tên kirin di 6-8ê Cotmehê sala 2014an de şikil guhart û rewşeke cuda û nû derket holê.

PKK/HDPyiyên ku bi banga Navenda Giştî ya HDPê û bi banga Serokê Giştî yê HDPê Selahaddîn Demîrtaş bi her derî bikin Kobanê xwe berdabûn kolanan li hember xelkê Misliman a Kurd teşebûsî qirkirin û tunekirineke mezin kirin. Xortên ku di destên wan de goştên qurbanan hebûn û hewil didan ji kesên feqîr re alîkariyê belav bikin hatin lînçkirin, însanên birih, pîrekên bi tesettûr hatin hedefgirtin, camî û qursên Qur’anê hatin şewitandin. Di wan bûyerên ku hatin qewimîn de herî zêde navenda ku balan kişand li ser xwe Diyarbekir bû.

Li Diyarbekirê Yasîn Börü, Huseyin Dakak, Hasan Gökgüz, Riyad Güneş, Turan Yavaş û Cumalî Güneş bi şikleke hovane hatibûn qetilkirin. Li bajarên din ên heremê di serî de HUDA PAR û bi giştî sazî û kesên ku xwediyên nasnameya Îslamî bûn hatin hedefgirtin. Pêvajoya 6-8ê Cotmehê dirêj bû û di nava vê pêvajoyê de li Çewligê Fethî Yalçin û Cengîz Tiryakî di êrîşa çekdarî de hatin şehîdkirin. Li Wanê kesê bi navê Latîf Şener û li Qoserê kesê Sûrî Abdullah Muhammed Latîf û hevlingê wî Fehad Îbrahîm Eldurewîc ji teref PKKyiyan ve hatin qetilkirin.

Oztekîn Dakakê ku bavê Şehîd Huseyîn Dakak e derbarê şehadeta lawê xwe de wisa axivî: “6 sal ji ser şehadeta şehîdên me derbas bûn, lê êşû elema me wek îro taze ye. Di warê şehîdbûna zarokên me de qet şiphe û problem tune ye. Lewra ev yek wa’da Xweda ye. Bi izna Xweda ew li ba Pêxemberê me ne û Pêxemberê me serê wan mist dide.Xweda me ji xêra wan mehrûm neke.”

“Em wek malbatên şehîdan dixwazin beşdarî van dozên ku tên dîtin bibin û em dixwazin ji derewên wan kesên sûcdar re bibin şahid”

Dakak di berdewama axavtina xwe de qala lêpirsînên 6-8ê Cotmehê yên ku heftîya borî hat destpêkirin kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Berî vê çendakî hinek kes hatin binçavkirin û dû re jî hatin berdan.17 kesên hatin tewqîfkirin ku ev yek parîyek be jî êşa me kêm bû; lê belê ji ber ku Sirri Sureyya Onder û Altan hatin berdan em xemgîn bûn. Em wek malbatên şehîdan dixwazin beşdarî van dozên ku tên dîtin bibin û em dixwazin ji derewên wan kesên sûcdar re bibin şahid.”

Dakak di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir “Wê rojê polês bi wê pîreka ku li 155an gerîya tinazê xwe kir, midûrê ewlehîyê polêsan danexist kolanan, walî got ger me polês û leşker berdabana kolanan em ê şehîdan dabana. Ev kes temam ji wê qetlîama ku hat kirin mesûl in. Di ya rastîyê de leystikek hat lîstin û zarokên me jî vê lîstikê xera kirin.”

Nîhat Guneşê ku birayê Şehîd Riyad Guneşî jî derbarê mijarê de wisa axivî: “Ji roja ewil ve em ji rayedarên HDPê gilîdar bûn û em heta Enqerê çûn; lê belê pêşveçûnek çênebû. Niha me meraq dikin, gelo çi bû ku piştî çendîn salan doz ji nû ve hat vekirin?Gelo di navbera wan û dewletê de çi bû ku em pêvajo dest pê kir.Digel ku me doz vekir jî îfadeya wan kesên sûcdar nehat standin, lê belê niha ew kesên ku em navên wan bi xwe jî nizanin ji wehşeta 6-8ê Cotmehê de tên darizandin.”

“Ew siyasetmedarên ku di heyamên hilbijartinan de qala wehşeta 6-8ê Cotmehê dikin ev bû 6 sal li kû ne?”

Guneş di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir “Di qeydên telsizan de heye, wê heyamê Wezareta Karên Hundir temamê polêsan  ji meydanê vekişand; lê belê derheqê wê de qet lêpirsîn nehat destpêkirin. Bi heman awayî daxuyanîyên walî û midûrê ewlehîyê jî heye. Hetta hinek polês hene ku tinazên xwe bi kesa ku alîkarîyê teleb dikin, dikin.Di lêpirsîna ku hat destpêkirin navê tu kesî derbas nebû.”

Nasên din  ên şehîdan wisa gotin:

Melahat Yavaşa xanima Şehîd Turan Yavaşî: “ Ev bû 14 îd ku derîyên me girtî ne. Êş û elema me wek berê ye. Tiştên ku ew bi serê me de anîne Xweda bîne serê wan.”

Mehmet Gokgozê bavê Şehîd Hesen Gokgozî: “ Bila derheqê amîrên îdarî yên wê heyamê de lêpirsîn bê destpêkirin.Êş û elema me kêm nabe. Bila ew kesên ku eleqeya wna bi vê bûyerê heye bên girtin.”(ÎLKHA)

 























Bu haberler de ilginizi çekebilir