• DOLAR 32.541
  • EURO 34.929
  • ALTIN 2424.479
  • ...
Ji zimanê Mela Şerîf jiyana Fexreddîn Çelîkê ku ji teref PKKyê murted ve hat şehîdkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di 5ê Cotmeha 1992yan de Melle Fexredîn Çelîk bi kemîna PKKê hat şehîdkirin. Di sersala şehadeta wî de birayê wî Melle Şerîf Çelik teswîra  jiyan û tekoşîna wî kir û got ku birayê wî xwe di oxira Îslamê de nezir kiribû. Fexredîn Çelik’ê ku di oxira Îslamê de xwedanê jiyanek nezirkirî bû, dema tarîx hatin ser 5ê Cotmeha 1992yan bû hedefa fîşekên PKKê. Ji Batmanê mezlûmek din ketibû ser dilê Kurdistana ku bi zilm û qetlîaman hatiye sitrandin.

Di salên 90î de bayê zilmê yê gihabû dereceya herî zêde, her roj li ser xelkê Misilmanê Kurd êş û elemên nû bi xwe re dianî. Carinan hêmanên dewleta kûr û carinan jî êriş û qetlîamên PKKê li hember kesên ku bey’etê bi wan nakin, êdî hatibû rewşek ji rêzê. Kesekî ku bûbû hedefa van  êrîşan  Şehîd Fexredîn bû ku ew kurê alimekî Batmanî bû. Fexredîn êvarekê li ber mala xwe rasta êrîşa çekdarî hat, ew bi fîşekên ku ji lûleyên PKKê derketin rihê xwe teslîmê Xweda kir.

Şehîd Fexredîn Çelik, dema tarîx hatin ser 5ê Cotmeha 1992yan, saet li dor 10.00ên şevê, li ber bexçeyê piçûk ê xaniyê ku bi kirêgirî tê de dima, di hengama ku li çêkirina deriyê xanî dixebitî, ji aliyê PKKyîyan ve ku tenêbûn û mijûliyeta wî xeber sitandin çekên lûledirêj li ser reşandin. Ji ber fîşekên li bedana wî îsabet girtin Çelîk di wê deverkê de serê xwe danî.

Bi eslê xwe Fexredîn Çelîk li ser nifûsa gundê Zêliya ku bi qezaya Gercewsê ya Batmanê ve girêdayî qeydkirîbû. Wek zarokê sêyem yê bavekî alim di 14ê Sibata 1969an hat dinyayê.

Fexredîn hê ji zarokatiya xwe ve di nav xizmetên Îslamî de cih girtibû. Hê di çaxê xwendekarê dibistana navîn bû dorûberên wî ji bo wî “Melle” digotin. Li mekteba tê de perwerdehî didît bi wesîla wî mizgeft hat vekirin û li mizgeftên din jî dersên Qurana Kerîm dida.

Birayê wî Melle Mehmet Şerîf Çelîkê ku di salên 90î de ji ber xizmetên Îslamî hatibû girtin û pişt re ji wê doza dihat darizandin hikm xwar û ev 24 salan di girtîgehê de dimîne; bi rêya telefona hefteyî ku ji maliyên xwe re dike, tiştên wê serdemê qewimîn û jiyana nimûne ya kekê xwe xist qeydiyê û ji İLKHA’yê re şand.  

“Şehîd ji ber qilafetê xwe yê tirsnezan gelek caran rasta pirsgirêkên cidî hatiye.”

Melle Mehmet Şerîf Çelîk got ku birayê wî yê emrê xwe di oxira Îslamê de nezr kir, xwendekarekî jîr yê kitêban bû. Û dû re wî wiha got: “Hê di çaxê dibistana seretayî de Qu’rana Kerîm û kitêbên li ser mijarên Eqîda Îslamê, Fiqh û Exlaqê vedihewandin xwendiye. Ji ber ku bavê min alim bû û di nav malê de dorhêlek ilmî çêkiribû hê ji zarokatiya xwe ve li ser bi cî anîna helalan û dûrmayîna û dûrhiştina ji heraman gelek hûrbijêr tevdigeriya. Di vî emrê xwe de bi cesaret, dîlawerî, çelengî û jêhatîbûna xwe hatiye naskirin. Di gel emrê xwe yê piçûk neheqî qebûl nekiriye, kesên jar parastiye û rîayetkarê heq û hiqûq bûye. Ji ber qilafetê xwe yê tirsnezan gelek caran rasta pirsgirêkên cidî vehatiye.”

“Xwendekarên bi wan re pêwendî girêdida û wan tevlî xeleka sohbetan dikir, tewsiya exlaq û rewiştên qenc li wan dikir”

Çelîk destnîşan kir ku Şehîd Fexredîn xwe derbarê ulûmên Îslamî de pêşve biribû û wisa îfade kir: “Di sala 1983yan de, li YİBOya Hezexa Şirnexê, dema me mekteba navîn dixwend, bi temamî bi berpirsiyariya dozvanî tevgeriyaye. Xwendevan, mamoste û bi qasî ku derfet peyde dikir li derve xelkê Hezexê; di pêgeha wî ya dozvanî de bûn. Her carekê diçû mizgeftên cuda û bi melayan re hevnasîn çêdikir û ev yek jî bi têgeha dozvanekî bi rê ve dibir. Dersdana xwendevanên bi wan re pêwendî girêdabû,  hînkirina nimêjê û li ser esasê jiyana Resûlê Xwedê di mijarên sehabiyên kîram û esra seadetê de sohbet dikir. Ji bilî wê hewl dida taqîbata kitêbên bi dest xistî bike. Bi vê wesîlê di wextekî hindik de li mekteba ku dixwend hewayek Îslamî çêbûbû. Xwendevanên din pereyên diketin destê wan ji bo hacetên taybet bikar dianîn, lê Şehîd Fexredîn hem bi pereyên bi destê xwe û hem bi pereyên bi destê birayên wî diketin jibo xwendevanan didan bi elîfbêtk, cûz û kitêbên xwendinê. Di encama hewl û xeyreta dida nîşan de û bi înayeta Xwedê hê di çaxê sala 1984an de ku mekteba navîn dixwend gelek xelekên sohbetê çêkiribûn. Ji bilî sohbetên wî dikir bi melayek û waizekî re xeber dabû her yek xelekek sohbetê dabû wan jî. Eva ku ji mela yên nas kitêp peyde dikir û bi berdewamî kitêb dikirî û xwedanê kitêbxana ev hewl û xeyreta wî ya didîtin ku dixwaze kitêban bide xwendin êdî kitêbfiroş bi emanetî kitêb didan wî. Bi vê yekê barê wî sivik bûye. Ji ber ku ji kesên bi wan re pêwendî çêkiriye re zêdetir kitêp biriye û bi vî rengî kêfaxweşiya bi cî anîna erka xwe jiyaye. Ji xwendevanên bi wan re pêwendî çêkirî û wan tevlî xelekê sohbetan kirî re şîreta exlaqê xweş dikir û ji wan dixwest ku bi jiyana xwe nimûneyekê ava bikin. Dema di tatîlê de li malên xwe vegeriyan di gel maliyan riayeta nimêjê bikin û bi jiyana xwe nimûneyekî qenc bidin nîşan.”

“Şehîd Fexredîn li her mektebê di gel hevalên xwe wek rêxistinek doza Îslamî ava dikir”

Çelîk anî ziman ku Şehîd Fexredîn di gel hevalên xwe wek rêxistineke doza Îslamî  ava dikirin: “Danustandinên wî digel xwendevanên medresê, pêwendî û dêhndana wî li ser kesên dihatin mizgeftê û nîşandana exlaqê xweş û henûniya wî bal dikişandin ser xwe. Çiqas derfet çêdibû derdiket dervayê gund, xortên ku didît wan vedixwend û dikir ku bên mizgeftê. Ji ber pêwendî û têkiliyên wî dida nîşan li ser kesên dihatin mizgeftê wan jî hewl dida çûn û hatina xwe zêde bikin. Di sala 1986’an de çaxê diçû Lîseya Îmam-Xetîb a Mêrdînê êdî bi tenê ne qada ku li wir dixwend hemî mektebên din jî wek qada dozvaniya Îslamê hilbijartbû û li her mektebê di gel hevalên xwe her wekî rêxistinek doza Îslamî ava dikirin. Ji aliyekî ve gelek caran diçû kitêbxana da kû hevnasîn pêk bê, ji aliyek din jî bi cemaetên din ên Îslamî re gotubêj pêş vedibir.”  

“Ji ber ku hemî wextê xwe li teblîxa Îslamê serf dikir, wext ji dersê wî re nedima”

Çelîk di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser ezma teblîxkirina kekê xwe û wisa got:“Wî di çaxê xwendevaniya xwe de hemî bêhvedanên dersan wek derfeta zêdetir li gihaştina xwendevanan didît. Di encama vê yekê de jî xelekên sohbetan yê cuda durist kiribû.Ji ber ku hemî wextê xwe li teblîxa Îslamê serf dikir, wext ji dersên wî re ne dima. Wî digot ku lazim e xwendevaniya wî nede pêşiya nasnameya wî ya teblîxvanê Misilmaniyê. Û wî bi jiyana xwe dida nîşandan ku erka wî ya esas teblîxvanî ye.  Li Lîse ya Îmam-Xetîba Mêrdînê xeyret dikir ku bi awayê herî qenc Îslamê temsîl bike. Di hemî derfetên xwe de qîmetê ku Îslam dide însan digot û  dida zanîn ku însan hemî mafên xwe dikarin di bin ala Îslamê de peyde bikin. Wisa dibû asteng ku çepgir nikaribin hişên pak tehrîk bikin. Ew gelek caran bû şahid ku sîstemên beşerî rûpoşên xwe dan erdê û ji vê yekê aciz bûye. PKKgîr li hêviya keysa xwe bûn  ku bi rêbazên xwe wî seza bikin. Ji ber vê yekê, di sala 1990î de, li Mêrdînê, di serdema tatîlê de, hengama wî bi tenê dîtin, êrişa komek serserî yên PKKyî bi serê wî de hat. Bi tena serê xwe li hember komek girse têkoşiye û digel ku birîndar ketiye lê 3 heb jî birîndar kiriye.”  

“PKKyê ku bûbû bela serê Îslamê û gelê Kurd di 5ê Cotmeha sala 1992yan de Fexreddîn Çelîk şehîd kir”

Mele Şerîf di dawîya axavtina xwe de derheqê kekê xwe Fexreddîn Çelîkê ku ji teref PKKê ve hat qetilkirin de wisa axivî: “ Di salên 90î de rêxistina murted PKK li hember temamê Mislimanan û Îslamê şer dabû destpêkirin.PKKyê ku  êrîşî Mislimanan  dikiri di sala 92yan de çend caran xwest ku kekê min şehîd bike. Ji ber xizmetên Îslamî yên ku ji teref Şehîd Fexreddîn ve dihatin kirin PKKê gelek zêde aciz dikir.Şehîd Fexreddîn di vê oxirê de gelek zêde zehmetî kişand, lê her tim sebir kir û hewl dida layiqê doza Îslamê bibe.Kekê min bi şev û roj bêtirs diçû her derî, mîlîtînanên PKKê yên ku nediwêran derkevin muqabilî wî kêmîn danîn û ew şehîd kirin. Şehîd Fexreddîn dema ku hat şehîdkirin tekbîran dianî.”(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir