• DOLAR 32.515
  • EURO 34.967
  • ALTIN 2447.354
  • ...
Qatilên pergala kûrewî yên bi şemsiya Nobelê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weke ku tê zanîn ji sala 2012an vir ve li Arakanê ji teref artêşa Myanmarê û çeteyên Bûdîst ve bênavber li hember Mislimanan qetlîam û êrîşên wehşiyane û hovane tên kirin. Herî dawî jî di 25ê Tebaxê de li hember Mislimanên Arakanî jenosîd û qirkirinek hat destpêkirin ku ji vê jenosîdê re bertek berdewam dikin.

Suu Çîiya ku bi “Xelata Aştiyê ya Nobelê” hatiye xelatkirin  û di birêveberiya Myanmarê de ye ji ber ku piştgiriyê dide hovîtiya pêk tê bertek zêdetir mezin dibin û bo ku jê xelata nobelê bê standin kampanyaya îmzayê hat destpêkirin û bi sedhezaran îmze hatin berehvkirin.  Encax Olav Njolstadê Berdevkê Komîteya Xelata Aştiyê ya Nobelê destnîşan kir “Li gor rêziknameya Weqfa Nobelê, ne mimkûn e ew Xelata Aştiyê ya Nobelê ya ku ji Suu Çîî re hatiye dayîn bê betalkirin.”

Suu Çîiya ku di sala 2016an de di heyama hilbijartinê de hat serî destnîşan kiribû ku ew ê derheqê wan îhlalên heqan ên ku li hember Mislimanan tên kirin de tehqîqeteke berfireh bide destpêkirin. Lê belê digel ku sal û nîv ji ser vê gotinê derbas bûbe jî  dev ji dandestpêkirina tehqîqetê berdin ji wan îhlalên heqan girantir qetlîam, wehşet û hovîtî hatin kirin.

Jenosîda ku ev bi salan e berdewam dike di bin îradeya Suu Çîiya 72 salî ya ku bi xelata Nobelê hatiye xelatkirin de berdewam dike. Ji rexekî ve jenosîd û qetlîam berdewam dikin û ji rexê din ve jî pêwendiya pergela emperyalîst a kûrewî û Nobelê cardin hat rojevê.

Ew xelatên “Nobelê yên ku ji xizmetkarên pergela kûrewî re şemsiye ye” ji sala 1901an vir ve li gor berjewendiyên konjoktruel û ajandayên siyasî ji wan kesên ku tên diyarkirin re tên dayîn.

Weke ku tê zanîn  ew kesên ku vê “Xelata Aştiyê ya Nobelê” distînin ji wê sîmgeya aştiyê zêdetir li gor berjewendiyên  pergela kûrewî hereket dikin û bo vê armancê ew kes tên bijartin.  Di van heyamên dawî de digel ku  navê Suu Çîiya ku navê wê bi wan qetlîam û wehşetên ku li hember Arakaniyan tên kirin derketiye pêş jî, li ser wan qetlîam û wehşetên ku di rabirdûyê de hatine kirin  hewil tê dayîn bi “Şemsiya Nobelê” bên girtin.

Ji van navên kesek jî Henry Alfred Kissinger e  ku di salaên 1937-1977an de 56emîn Wezîrtiya Karên Derve yê Amerîka kiriye. Kîssîngerê ku wek mêjiyê siyaseta Amerîkayê tê wesfandin  eslê xwe Cihû ye û li Almanyayê hatiye dinyayê. Kîssîngerê ku mîmarê îşxala Vîetnamê ye ji ber ku “di warê bi dawî anîna şer de kedeke mezin xerc kiriye” di sala 1973an jê re Xelata Aştiyê ya Nobelê hat dayîn. Feqet dîplomat û polîtîqavanê  bi navê Le Duc Tuoyê ku digel Kîssîngerê ji xelata aştiyê re wek namzed hatibû nîşandan ji ber ku agirbest nehat tesîskirin  xelata ku jê re hat teqdîm kirin qebûl nekir û ketina nav dinanên pergea kûrewî red kiribû.

Di sala 1978an de Xelata Aştiyê ya Nobelê bû yê Serokkomarê Misirê Envar Sedat û Menahem Begînê sîyonîstê ku serokkomarê rejîma îsraîla ku bi xespkirina axên Fîlîstiniyan derketiye holê.

Her du qatilên ku qala kiryarên wan berî navên wan tê kirin ji teref komîteya Nobelê ve ji xelata aştiyê ya nobelê re hatibûn layiqdîtin. Bo berdewamkirina pergala kûrewî ji wan aktorên ku erk û wezîfeyê li ser milê xwe girtiye yek jî Envar Sedat e ku ew  di heyama xwe de di serî li hember Îxwanul Muslîmun, Cîhada Îslamî, Cemaat el-Îslamî û her wiha li temamê Mislimanan temamê cûreyên zilmê kir; Menahem Begînê  ku “şîrîkê Nobelê” yê Envar Sedatê jî digel rêxistinê terorê ya cihû ya bi navê “Irgun”ê  bi sedan qetlîam û cinayetan kiribû.

Begîn ku di 9ê Nîsana sala 1948an de li Deîr Yasînê ji qetilkirina 254 Mislimanan re pêşîvantiyê kir derheqê vê qetlîamê de wê rojê wisa gotibû “Ger zafera Deîr Yasîn tunebana, ew ê dewleta Îsraîlê tunebana.” Begîn wê rojê bi vê daxuyaniya ku li ber çavên temamê dinyayê qetlîma Deîr Yasînê wek zaferekî wesfandibû û bi şikleke eşkere diyar kiribû ev bi şikleke plankirî hatiye kirin. Begînê ku ji xeynî vê qetlîamê gelek qetlîamên din li ser axên Fîlîstînê kirine digel vê daxuyaniya xwe “xelata aştiyê” ji  Komîteya Nobelê  stand.

Her du hovên bi navê Enver Sedat û Menahem Begîn bi hevpeymana Camp Dawîda ku îmza kirin di dahatûyê de ji polîtîqayên îşxal û qetlîamê yên sîyonîstan re rêyek nû vekirin û li go berjewendiyên pergela emperyalîst a kurewî hereket kirin û bi vê  helwesta xwe xwe avêtin bin şemsiya Nobelê.

Kesên ew tiştên ku li Deîr Yasînê ji bîr kirine û nedîtina û wan salan nizanin bi van her du anektodan ew ê wehşeta siyonîstên îşxalker ên sîyonîst  bîne bîran:

Di şeva 9ê Nîsana ku bi 10 Nîsana sala 1948an girê dida de, çeteyên “Stern û Irgun” ên siyonîstên terorîst di ser gundê Deîr Yasîna u li xerba Qudsê ye de girtin û 254 Fîlîstiyên ku di nav wan de zarok,pîrek, îxtîyar û kal hebûn qatil kir. Pîrekeke ji wê qetlîama wê rojê xelas bûbû hovîtî û wehştiya ku wê şevê ji teref siyonîstên terorîst ve hatibûn kirin wisa anîbû zimên: “

 “Min dît ku eskerek qîza min a 9 mehî bi hemil zeft kir. Pêşî tifingê têxist bin çenê wê û temamê berikên di tifingê de pê teqand. Her yek ji wan bûbûn mîna qesabekî. Dû re bi kêrê zikê qîza min qelaştin û pitika di nava wê de derxistin.”

Siyonîstan jî wek artêşa Myanmar û çeteyên siyonîst gelek qatlîam kirin. Ji wan cinayet û curmên ku siyonîstan bo “îsraîla mezin” kir re gelek kes bûn şahid ku yek ji wan jî Jacques de Reynierê ku delegeyê Heyvasor ê Fîlîstînê yê wê heyamê ye. Reynîer piştî ku rojek ji ser qetlîama Deîrê Yasînê derbas bû re çû cihê bûyerê û li rasta cesedên perçekirî hat ku ji ber vê yekê wiha gotibû “Manzareke bobelat û ecêb e!”

Divê ev yek jî neyê jibîrkirin ku ew çekên ku îro li Arakanê tên bikaranîn bi menşeya sîyonistan e. Ew  qetlîam, jenosîd û danferzkirina koçê jî dişbihe ya ku di salên 1947-48an de li ser axên Filistînê qeîwimî bû. Dewleta Bûdîst a Myanmarê û ew çeteyên ku qesabên însanan in mîan wan cinayetên ku di rabirdûyê de li Filistînîyan hatibûn kirin li Mislimanên Arakanî dikin.

Qatilekî din ê siyonîst ê ku jê re xelata Nobelê hatibû dayîn Şîmon Peres bû. Peres ji ber ku qaşo li rojhilata navîn “bo aştî û aramaniyê gelek zêde hewil daye” di sala 1994an de ji Xelata Aştiyê ya Nobelê re hatiû layiq dîtin.

 Peresê ku di sala 1952an de ji teref Davîd Ben-Gurîonê ku qatilê mezin e û  wek mezinê neteweyî yê siyonîstan tê wesfandin ve ji wezareta parastinê yê birêveberiya îşxalkerê siyonîst re hatibû tayînkirin di warê standina çekan de hatibû erkdarkirin. Peresê ku pêwendiyê wî bi çekan dirêjî temenên ciwaniyê dibe  piştî çend salan bi Fransayê re pêwendiyên xwe bi pêşve bir û dû re reaktora Nukleer ya Dîmonayê saz kir.

Peres di 24 saliya xwe de beşdarî rêxistina terorê ya Haganaha Sîyonîst bû û li hember Mislimanan êrîşan li dar xist û di pêvajoya îşxala Filistînê de bi şikleke ektîf cî girt û di wê sirgûnkirina bi sedhezaran Fîlîstîniyan a roja Nekbê de kesê herî li ber çav û pêş bû. Peres di wan salên pêş de di axên Lubana û Filistînê de li hember Mislimanan fermana êrîşên hovane da. Nasnameya rasteqîn a Peresê qatil û hov û wehş hewil hat dayîn da ku bi şemsiyeyea Nobelê bê girtin  ku bi vê xelatê Peres ji ber qetlîamên ku kiribû hatibû xelatkirin.

 

Dema ku dîrok salên 2001an de nîşan dida Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Kofî Annan ji Nobelê re hat layîqdîtin. Başe, lê çima ji Annan re ev xelat hatibû dayîn? Qaşo ji ber ku li Afrîkayê “di warê mucadeleya bi terorê de bi şikleke çalak erk girtiye” jê re ev xelat hat dayîn. Ew xelkê Afrîkayê yê ku li dijî mêtin û dagirkariya welatê xwe û li dijî îşxalkerin û talankirinên dewlemendiyên xwe şer dikir  li gor pergela kûrewî terorîs bû! Û sekna vî xelkî ya li hember dagirker û dizan jî terorîzm bû!

Ew jenosîd û qirkirinên komî  li  ser axên Afrîkayê  di pêşkeşvaniya sekreterê NY yê Kofî Annanê reşik ê bi rûyê ‘masûm’ de dihatin kirin. Ew curm û cinayetên ku dihatin kirin  bi xelata Nobelê dihatin meşrûkirin û navê “mucadeleya bi terorîzmê re” lê dihat kirin. Di netîcê de dîsa çerxa pergela emperyalîst weke ku wan dixwast berdewam bike.

Dema ku sal bû 2005 êdî ji Xelata Aştiyê yê Nobelê re vêva Muhammed el-Baradeyê ku  Misrî yê ku Serokê Ajansa  Enerjiya Atomê ya Newneteweyî ye re layîq hat dîtin. Qaşo ji ber ku Baradey “ji ber hewildanên xwe yên astengkirinê yên  ku di warê bikaranîna enerjiya nukleer a bi armanca eskerî de  kiriye” jê re Xelata Aştiyê ya Nobelê hat dayîn. Baradeyê ku di wê heyamê de li dijî wan welatên ku di destên wan de çekên îmhayê ya girseyî hebûn re qet dengê xwe dernexist, bi welatên ku ji bo enerjiyê xebatên dewlemendkirina uranyumê dikirin rê girtibû. Baradeyê ku diyar kir divê enerjiya nukleerê bo armancên eskeriyê neyên bikaranîn, ji  welatên mîna Amerîka, Îsraîl, Almanya, Ingilistan, Fransa, Rusya û Çînê qet dengê xwe dernedixist û rexne li wan nedikir.

Barack Obamayê  Serokê Kevin ê Amerîkayê bû û ji teref pergela kûrewî ve ji raya giştî ya dinyayê re wek “dûrrê reş” hatibû teqdîmkirin jî di nava wan kesên ku ji wan re xelata Nobelê hatiye dayîn cî digre. Obama qaşo ji ber ku ew bo xelkê xwe dahatûyeke baş waad dike û ji ber ku ew xwediyê vîzyona dinyayeke bêyî çekên nukleer bû di sala 2009an de jê re Xelat Aştiyê ya Nobelê hat dayîn.

Bi daxuyaniya ku hat belavkirin hat destnîşankirin Obamayê ku reşik e û eslê xwe ji Afrîkayê ye “ji ber ku bo aştiya dinyayê hewil daye û ji ber ku bang kiriye da ku li dinyayê stoka çekên nukleer werin kêmkirin” ji xelata Nobelê re hatiye layîqdîtin ku bi vê qerar ku hat dayîn cardin mezlûmên cîhanê hatibûn qetilkirin.

 Serokekê welatekî  ku di serî de cûrbecûr heremên li ser cogrfya Îslamê û bi giştî gelek  heremên din îşxal dike, dibe sedema mirinên kesên siwîl û dewlemendiyên binê erdê didize û pê asta refahê ya xelkê xwe zêde dike çawa bi xelata Nobelê tê xelastkirin. Serokê welatekî ku herî zêde xwediyê çekên nukleer û çekên îmha yên girseyî ye çawa dikaribû li ber çavên mezlûman dihat taltîfkirin û dihat xelatkirin. Dev ji berteknîşandanê berdin dibû kesên ku ketibana dorê da ku wî tebrîk bikin jî hebin…

Elbet ew curm û qatlîamên ku ji teref “Qatilên bi şemsiyeya nobelê” yên ku xizmetkarê pergela kûrewî ne, ne ev tenê ne.

Nobela ku bi wan qetlîamên ku li Mynamara ku di bin birêveberiya Aung San Suu Çîiyê li hember Mislimanan tên kirin hat rojevê di eslê xwe de bo mihafezekirina hebûna pergela kûrewî heye ku ev rastî tê  zanîn.

Digel vê yekê Nobel ji wna  navendên ku  wek navendên operasyona îdrakê tên bikaranîn derdikeve pêşiya me.

Digel wê xelata Nobelê ya ku di sala 2014an de ji Kailash Satyarthî re û ji Malala Yusufzayê 17 salî yê ku di êrîşêkê de birîndar bû re hat dayîn   li hember Îslam û Mislimanan operasyoneke nû ya îdrakê hatibû destpêkirin.

Malalaya ku di êrîşê de birîndar bûbû bi balafireke taybet hatibû birin Îngilistanê û dû re bi Barack Obayê ku Serokê Amerîka yê wê hayemê bû re  hevdîtin dan kirin û wê kirin medyatîk û dû re jî Xelata Aştiyê ya Nobelê jê re hatibû dayîn.

 Weke ku tê zanîn di serî  de li Afganistan û Pakîstanê, Irak û Sûriyê û her wiha li 15 welatên Îslamê   dewletên mîna Amerîka û Ingilistanê û koalîsyona Xerbî  bi operasyonên eskerî yên ku kirin bi sedhezaran kesên siwîl qetil kirin. Ev qetlîama ku ji teref van dewletan ve hat kirin qet nehat dîtin  û cardin ji ser Xelata Aştiyê ya Nobelê operasyona îdrakê ya “ teorîst Misliman” hat kirin.Hewil hatibû dayîn da ku  operasyona îdrakê bê kirin da ku bê nîşandan Îslam li hember jinana xwediyê helwesteke neyînî ye û ji vê yekê re jî Malala Yusufzay bûbû aktor.

Malalaya ku bi konferansên ku li çar aliyê dinyayê da û bi kitêba navê “Ez Malala” di warê operasyona îdrakê ya dijmintiya Îslamê de tiştên ku li ser milê wê hatibû barkirin bi cî anî. Malala bi vê helwesta xwe bû sedem ku “li dinyayê propagandaya terora Îslamî zindî bê girtin.” Di muqabila vê xizmeta ku bo pergela kûrewî hat kirin de Malala û malbata wê bû xwediyê sermayeyeke pir zêde.(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir