Rejîma îşxalê ya siyonistan di meha Îlonê de 4 jê pîrek 339 Filistînî êsîr stand
Derbarê zilm û zordarîya ku di meha Îlonê de ji teref siyonistên îşxalker ve hatine kirin de ji teref Navenda Rewşa Rejîma Îşxalê ya Siyonistan û Rewşa Filistîn û Qudsê ve raportek hat weşandin.
Di raporta ku hat weşandin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di meha Îlonê de ji teref siyonistên îşxalker ve 4 jê pîrek, 8 jê zarok tevde 339 kes hatin êsîr standin.
Di raporta ku hat belavkirin de hat destnîşankirin, gelek êsîr standin bêyî xebera çapemenîyê hatine kirin.(ÎLKHA)