• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Weqfa Yetîman mala şewitî ya malbata yetîm nû kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mala ku zarokê malbata yetîm ê ku eqlê wî ne li cih e jê re bûbe sedem ku tê de agir derkeve ji teref Weqfa Yetîman ve hat nûkirin.Rayedarên weqfê ji serî heta binî mala malbatê nû kir û dilê malbatê xweş kir.

Endamê Lijneya Îstîşarê ya Weqfa Yetîman Mehmet Elî Aysun derbarê xebatên alîkarîyê yên ku ji bo malbata yetîm hatin kirin de daxuyanî da.

Aysun di daxuyanîya ku da de destnîşan kir, em niha li mala malbata ku mala wan şewitîne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Berî vê 10 rojan mala vê malbatê şewitî.Dema ku xeber û dîmenên şewatê ji me re hatin, em li hev civîyan û me biryara alîkarîyê da. Bi şikleke bi lez û bez me xebatên xwe domand.Me temamê kêmasîyên malê temam kir û ji malbatê re şand.Birayê me yê ku dîmenan kişandibû di vîdyoyê de digot ew ê ev mal çawa cardin ava bibe ku ev gotina wî me dilzîz kiribû.”

“Bi alîkarîya ku hat kirin em cardin hîn bûn ku em birayê hev in”

Aysun di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, mal bi desteka xêrwazan hat avakirin  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Hemd ji Xweda re me jî malê bi ser hevde bir û teslîmî malbatê kir. Rebbê min ji xêrxwazan razî be. Kesên xêrxwaz bi vê alîkarîya ku kirin agirê fitn û fesadîyê ya di nav me de tefandin. Bi vî awayî cardin di bîra me xistin ku em birayê hev in.  Ji gelek derên cîhanê li me gerîyan û ji bo malbata ku mala wan şewitî xwestin ku adlîkarî bikin. Hemd ji Xweda re bi alîkarîya wan me xanî bi ser hev de bir û temam kir û ji malbatê re teslîm kir.”

“Dema ku ez hatim mala wê û ketim hundir bêhemdê xwe girîyam”

Xuşka Nesrîna Gulera ku mala wê şewitî derbarê mijarê de got: “Xweha min li min gerîya û got ku mala wê şewitîye.Dema ku ez hatim mala wê û ketim hundir bêhemdê xwe girîyam û min qêrand. Dema ku ez li malê digerîyam min vîdeoyek kişand da ku ji nasên xwe re bişînim. Mala wan ava be û Xweda ji wan razî be ku Weqfa Yetîman bû wesîle ku mal bê nûkirin.”

“Hemd ji Xweda re kesên xêrxwaz ji vê yekê re bûn wesîle”

Nesrîn Gulera ku mala wê şewitî derbarê mijarê de wisa axivî: “Dema ku mala min şewitî ez nizanibûn çi bikim. Di nav bêçaretîyê de min dia kir û got ‘Xwedayê min tu ji min re bibe alîkar û hinek kesên xêrxwaz derîne hemberî min da ku ji min re bibin alîkar.’ Hemd ji Xweda re kesên xêrxwaz ji vê yekê re bûn wesîle. Dema ku ez hatim mala xwe ez matmayî mam. Niha nikarim biaxivim. Xweda ji wan kesên xêrxwaz û Weqfa Yetîman razî be.”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir