• DOLAR 32.51
  • EURO 34.961
  • ALTIN 2432.642
  • ...
ESSA:Çînê li Tirkistana Rojhilat bi hezaran mizgeft xera kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di raporta ku li gor dîmenên stalaytê  hatine amadekirin  de hat diyarkirin li Tirkistana Rojhilat 8 hezar û 500 camî bi temametî hatine xerakirin û 16 hezar camî qismen hatine xerakirin.

Di raportê de her wisa hat diyarkirin; birêveberîya Komunist a Çînê  li herêmê ji sedî 30ê turbe, ziyaret, goristan û mekanên dînî ji holê rakiriye û hinek mizgeftan jî  wek cafe, bar û destav guherandiye.

Wezareta Karên Derve yê Çînê  raporta ku hat weşandin tekzîb kir û îddîa kir ku li herêmê 24 hezar camî hene.

Heman sazî berî niha jî raportek amade kiribû û di raporta ku hatibû amadekirin de hatibû diyarkirin; birêveberîya Komunist a Çînê   ji sala 2017an vir ve li herêmê bi sedan kampên berhevkirinê saz kiriye û di van kampan de 3 milyon Mislimanên Uygur yên asîmîlekirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir