• DOLAR 32.558
  • EURO 34.984
  • ALTIN 2422.833
  • ...
“Înkarkirina medenîyet, çand û zimanê 20 milyon Kurdî fehmkorî ye”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Zihnîyeta înkarmend û  dabeşker bi şiklekî sîstematîk tê domandin”

Saglam di daxuyanîya ku belav kir de di bîran xist, Dr. Bekîr Tankê ku li Zanîngeha Ticaretê ya Stenbolê  di beşa dîrokê de wezîfedar e, ji ber ku di sala 2017an de spartek daye xwendekarên xwe da ku “Sirûda Îstîklalê û Gotara Ciwanîyê” yên ku bi zimanê Tirkî ne bi Kurdî bên tercumekirin di meha Tebaxê de ji wezîfê hat dûrxistin. Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de derbarê mijarê de wisa got: “Peymana vî akademîsyenî nehat nûkirin û dawî li wezîfeya wî hat anîn.Her wisa li Zanîngeha Dîcleyê di Beşa Edebîyat û Zimanê Kurdî de qedexeya teza bi Kurdî hêj berdewam dike û ev bûyer hema piştî vê xebera qedexê pêk hat . Ev yek nîşan dide ku zihnîyeta înkarmend û  dabeşker bi şiklekî sîstematîk tê domandin û destek ji vê yekê re tê dayîn. Ew zanîngehên ku divîyabû bibin warên zanist, fen û fikra azad bûne war û navendên îdeolojîyên ku li ser însanan ferz tên hesibandin ku ev yek jî meriv xemgîn dike.”

“Tirkîye bi vê zihnîyeta qedexekar nikare bigihijê tu derî”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, biratîya Kurd-Tirkan projeyeke medenîyetê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Înkarkirina medenîyet, çand û zimanê 20 milyon Kurdî fehmkorî ye. Biratîya Kurd-Tirkan projeyeke medenîyetê ye û  her wisa ev biratî çawa ku xerca sereke ya mazîyê be bi heman awayî ya dahatûyê ye jî.  Ew kesên ku zimanê berberî û înkarmend bi kar tînin li gorî berjewendîya wan kesên ku dixwazin dahatûya civakê tune bikin hereket dikin. Muheqqeq divê ev zihniyeta qedexeker bi dawî bibe û divê  biratî di çarçoveya yasayî û makeqanûnê de bê  nirxandin. Di vê bergehê de gava ewil bi vekirina pêşîya perwerdehîya bi zimanê dayikê divê  bê avêtin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir