• DOLAR 32.562
  • EURO 35.021
  • ALTIN 2434.504
  • ...
​Salih Çelîkê Mislimanê fedakar û xizmetkarê Îslamê di salvegera wefata xwe de tê bîranîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Merhûm Salih Çelîkê ku ji di salên 90î de ji ber xizmetên xwe yên Îslamê li rasta zilm û zordarîya 28ê Sibatê û daraza FETO hat bi şikleke bêhihûq hat binçavkirin û bi mehan îşkence lê hatin kirin. Ji ber van îşkenceyên giran ên ku hatin kirin Merhûm Salih Çelîk bi nexweşîya qansera girçik û kezeba reş ket.

Çelîkê ku bi salan tedawîya qanserê dît di 20ê Îlona 2019an de di seat 17.00an de li nexweşxaneya ku lê tedawî didît çû rehma Xwedê.Çelîkê ku gihaşt Rebbê xwe ji ber wesîyeta wî ya ku dabû li Goristana Sûsayê hat definkirin.

Şabettîn Başaran, Lêkolîner û Nivîskar Mehmet Baran, Serokê Navçeya Bismilê yê HUDA PARê Alî Bîlmez di salvegera yekemîn a wefata hevaldozên xwe de qala fedakarî, cesaret û xizmeta wî ya ku ji Îslamê re kiriye kirin.

“Ew dev ji temamê karên dinyayê berdida û berê xwe dida doza Îslamê”

Mehmet Baranê ku balan kişand li ser micadeleya Îslamî ya merhûm di axavtina de wisa qala wî kir: “Birayê me Salih Çelîk bi rastî bi ezm û îstîqrar bû. Li Farqînê dikana wî hebû û ew di ticareta xwe de dirist bû û wisa li derdorê dihat nasîn. Ew bi vê diristbûna xwe tevlî da’wê bû. Piştî ku doza Îslamê nas kir re jî karê xwe ya ticaretê domand. Him karê xwe dikir û him jî fealîyetên Îslamî birêve dibir. Lê belê dema ku ticareta ku dikir û doza Îslamê me dihatin miqabilî hev dû, ew dev ji temamê karên dinyayê berdida û berê xwe dida doza Îslamê. Kesên ku wî nas dikin baş dizanin ku ew di vê rêyê de gelek mal û serwet winda kir. Lê bes tiştek hebû ku winda nekir ew jî da’wa wî bû.”

“Problemên di ticareta ku dikir de nedida pêşîya doza xwe”

Baran di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir, Salih Çelîk ji dil û can ji doza Îslamê re teslîm bûbû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew tu carî di nava dozê de sist nebû. Carinana di ticareta wî de hinek problem derdiketin; lê belê ew yek tu carî zirar neda qerardarîya wî ya di micadeleya Îslamê de. Exlaqa wî pir xweş bû û gotina xwe eşkere digot. Her tim ya rast digot. Weke hinek kesan gotina xwe vir de wûr de nedibir û nedianî û her tim ya heqîyê digot. Armanca wî bes razîkirina Xweda bû û tu kesên din ne xema wî bû. Bi vê exlaqa xwe ya heqîyê her tim ji derdora xwe digot.”

“Ez zilamê roja teng û zehmet bû”

Baran di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir: “Carinan wext dihat însan ji ber zehmet û probleman belawela dibûn û diketin nava zehmetîyan ku di vê pêvajoyê de însan xwe bi rehmetî ve digirtin.”

“Li dijî zaliman dijwan û li hember Mislimanan bi merhamet bû”

Şabeddîn Başaranê ku dibêje ew ji sala 92yan vir ve rehmetî nas dike derbarê micadeleya rehmetî wis axivî: “Exlaqa wî pir xweş bû.Li dijî zaliman dijwar û bêtawîz bû, li hember Mislimanan  jî gelek mulayîm bû. Em tu carî jê aciz nebûn û heta wefata wî jî me hezkirina wî hîs dikir û me jî jê hez dikir. Kesên mîna birayê me Salih  di nav civakê de kêm tê dîtin; lewra ew bi îtaat, xizmet û micadeleya xwe ya di nava doza Îslamê de derdiket pêş. Di dema micadelê de dev ji menfeatên xwe berdida û malê dinyayê dida alîyekê, her wisa ew tu carî ji tiştê ku dizanibû rast e tawîz nedida.Ez micadeleya wî ya bêtawîzbûnê dişbihênim a Hz. Omer. Ew jî wek Hz. Omer tu carî dev ji heqîqetê bernedida û li her derî heq û heqîqetê digot.”

Başaran di berdewama axavtina xwe de  balan kişand li ser sedeqata Salih Çelîk a ji  bo doza Îslamê û got: “Hevalekî me rojekê ji me re got ku demek nêz mabû ji wefata rehmetî re û ew jê pirsîyaye ‘gelo tiştekî ku di dilê te de bûye derd û kul heye gelo?’ Wî jî wisa bersiv dabû ‘Derd û kulê min ne dinyewî ye, bes doza min e. Min dixwast ku di nava doza Îslamê de heta niha çi qas xizmet kiribe 10 qetî wê zêdetir xizmet kiribana.’ Ev gotina wî bi xwe jî samîmîyet, sedeqat û eşqa wî ya micadelê nîşan dide.”

“Kekê Salih û Seîd kesên bi feraset bûn”

Başaran di berdewama axavtina xwe de qala feraseta rehmetî kir û got: “Dema ku derheqê mijarekê de fikra xwe beyan dikir em dibûn şahid got wekî wî derdiket. Ew xwedî feraset bû. Ji ber vê yekê me bawerî bi fikr û ramanên wî dianî.Ji ber vê yekê me hewl dida ku ji Kekê Salih û Mela Seîd îstîfade bikin.”

Hecî Elî Bîlmezê ku li Farqînê  digel Salih Çelîk heman karî dikir destnîşan kir: “Salih Çelîk temamê mal û milkê xwe ji Îslamê re feda kir. Hetta roj hat ku ew ji gezik nan re muxtac ma. Lê tu carî qala fedakarîya ku wî ji bo Îslamê kiriye nekir.Em demekê pêkve bûn muhacir. Ew xwedîyê sebreke wisa bû ku meriv nikare bîne zimên. Wî carinan 3-5 mehan zarokên xwe nedidît.Em carinan  di maleke ku 3 odeyê wê hebûn de 4 malbat diman, lê wî tu carî ji vê yekê gazinan nedikir û sebir dikir.”

“Polêsên îşkencekar: Ger hûn îro nemirin jî hûn ê sibe bi nexweşîyên gelekî giran bikevin”

Bîlmez di berdewama axavtina xwe de qala îşkence û zilma ku bi mehan li rehmetî hatin kirin kir û got: “Em jî hatin girtin û gelek zêde îşkenceyên giran li me hatin kirin. Polêsên FETO yên wê demê  yên ku îşkence li me kirin digotin: ‘Ger hûn îro nemirin jî hûn ê sibe bi nexweşîyên gelekî giran bikevin.’ Ez bi xwe 70 rojan di binçavîyê de mam û 40 rojan li ser betonê razam. Piştî van îşkenceyên ku hatin kirin re kekê me Fesîh ji gurçikên xwe bû û kekê me Salih jî bi nexweşîya qanserê ket.”

“Ez çawa dikarim xwe bifikirim, dema ku ez derd û kulê kesên li dora xwe guhdar dikim kezeba min dişewite. Dema ku ez dixwazim li malê bêhna xwe berdim li dora xwe dinêrim û hevalên xwe yên ku rehmet kirine, birayên min ên li zindanê, hevalên xwe yên li muhaceratê û pîrekên jinebî dibînim. Dema ku ez van dibînim ez nikarim di cihê xwe de rûnim.”

Bîlmez di berdewama axavtina xwe de qala fedakarîya rehmetî kir û got: “Dema ku hat hînbûn kekê me Salih bi qanserê ketiye doxtoran got ku divê demildest tu amelîyat bibî; heke na tu dê bimire.Ji ber vê yekê seferberî hat destpêkirin û hemd ji Xweda re di netîcê de kezeba birazîyê min lê hat û amelîyat bû. Di wan heyaman de min jê gazinan kir û min jê re got ku tu qet haya xwe ji xwe nakî. Wî jî ji min re got ku: ‘Ez çawa dikarim xwe bifikirim, dema ku ez derd û kulê kesên li dora xwe guhdar dikim kezeba min dişewite. Dema ku ez dixwazim li malê bêhna xwe berdim li dora xwe dinêrim û hevalên xwe yên ku rehmet kirine, birayên min ên li zindanê, hevalên xwe yên li muhaceratê û pîrekên jinebî dibînim. Dema ku ez van dibînim ez nikarim di cihê xwe de rûnim.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir