• DOLAR 32.316
  • EURO 35.131
  • ALTIN 2293.174
  • ...
Xebatên alîkarîyê yên Karwana Hêvîyê ji bo  gelê Yemenê berdewam dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Yemenê ji sala 2015an vir şerê navxweyî û qeyrana siyasî bênavber didome ku ji ber vê yekê bi milyonan însan bi şikleke menfî tesîrdar bûn û bi hezaran zarok jî him ji ber şert û mercên giran ên jiyana xwe ji dest dan. Digel van şert û mercên giran êrîş û dorpêça Siûdan jî bû sedem ku bi hezaran zarok canê xwe ji dest bidin.

Weqfa Karwana Hêvîyê ya ku li çar alîyên dinyayê diçe bi hawara însanên feqîr ve, li Yemenê xebatên xwe yên alîkarîyê bênavber didomîne.

Weqf vêcarê jî çû bi hawara Yemenîyan û ji wan re alîkarîya xurek û erzaqê kir.

Serokê Giştî yê Weqfa Karwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran derbarê alîkarîya ku li Yemenê hat kirin de daxuyanîyek belav kir.

Kurtaran di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, xebatên wan ên alîkarîyê bi saxîya xêrxwazan li Yemenê berdewam dike û dû re wiha got: “Em ê dîsa di navbera xêrxwazan û kesên feqîr de bibin pir û qasid. Gelê Yemenê di dorpêça şer û birçîbûnê de difirfite. Em nikarin li hember vê yekê bêdeng bimînin. Em ê xebatên xwe bidomînin da ku zehmetî, derd û kulê gelê Yemenê kêm bibe. Xweda ji kesên xêrxwaz razî be û xêra wan qebûl bike.”

Kurtaran di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ew ê ji bo gelê Yemenê xebatên xwe yên alîkarîyê berdewam bikin.(ÎLKHA)

 





























Bu haberler de ilginizi çekebilir