• DOLAR 32.378
  • EURO 35.044
  • ALTIN 2326.038
  • ...
HUDA PAR: Pêwîst e Tirkîye ji makeqanûna darbê rizgar bibe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şehzade Demîrê Sekreterê Giştî yê HUDA PARê di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir; digel ku ji ser Darbeya 12ê Îlonê 40 sal derbas bûbûn jî di warê micadeleya li dijî kevneşopîya darbekerîyê de pêşveçûyîneke berbiçac çênebûye ku ev yek meriv bifikar dike.

“Digel ku 40 sal ji ser vê darbê derbas bûbe jî gelê Tirkîyê hêj êş û elema vê darbê dikşîne”

Demîr di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir “Rebbê min carekê din tiştekî wisa pîs û nebaş neke nesîbê vî milletîç Malûmî we ye ku piştî vê darbê darbeya 28ê Sibatê û teşebûsa darbê ya 15ê Tîrmehê hat kirin. Ew darbeya ku di 12ê Îlonê de hat kirin darbeya Amerîkayê ye. Lewra hema piştî darbê rayedarên Amerîakyî gotin ‘Zarokên me bi ser ketin.’ Ew bi vê gotinê xwedî li darbeya ku hat kirin derketin.Digel ku 40 sal ji ser vê darbê derbas bûbe jî gelê Tirkîyê hêj êş û elema vê darbê dikşîne.Piştî darbeya ku hat kirin zêdetirî 2 milyon însan hat deqsorîkirin û nêzî 700 hezar însan jî hatin binçavkirin. Dîsa derheqê 7 hezar  însanî de qerara îdamê hat dayîn.Qerara îdama 5 hezar kesî jî ji teref meclîsê ve hat qebûlkirin.Divê em encamên darbê baş binirxînin.”

 “Divê Tirkîye demildest ji vê makeqanûna darbê xelas bibe”

Demîr di berdewama axavtina xwe de di bîran xist, ew kesên ku darbê kirin piştî çendîn salan hatin darizandin û ew kesên ku ji darbê re pêşîvantîyê dikirin bi hinceta tenduristîyê nehatin cezakirin. Demîr dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Encax ecêba di vê meselê de divê em bibînin.Ew kesên ku darbê kirin û darbe hatin darizandin û ji wan re ceza hat birîn; lê belê makeqanûna ku ji teref van darbekeran ve hatibûn amadekirin hêj wek xwe di cihê xwe de ye û nehatiye guhartin û rakirin. Îqtîdar newêre bi vê makeqanûnê re werê muqabilî hev.Ev bû nêzî 60 salan ku Tirkîye bi vê makeqanûnê tê birêveberin.Di şûna wê makeqanûna darbê ya ku berîya darbeya 12ê Îlonê hatibû amedekirin de makeqanûneke nû hat amadekirin.Lê belê heta îro ji gotinê pêve ji bo rakirina vê makeqanûna darbê û di şûna wî de bicîkirina makeqanûneke sîwîl de tu gav nehatin avêtin. Bila bi vê wesîlê cardin bê bîra me. Divê Tirkîye demildest ji vê makeqanûna darbê xelas bibe û di şûna wê de makeqanûneke sîwîl amade bike.Lewra ger ev yek hatibe kirin ew ê piştî wê darbê êdî nema darbe nehatibana kirin.Her wisa ew ê Tirkîye bi vê yek asayî bibe û temamê xelkê hembêz bike. Encax mixabin ev yek çênebû.”

 “Gavinan wisa divê bên avêtin da ku li Tirkîyê dawî li kevneşopîya darbekerîyê bê anîn”

Demîr di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir; darbe ewlehîya mal û can a xelkê ji holê radikin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Gelo darbe û darbekerî çima pîs û nebaş e?Lewra hinek kesên ku bi rêyên meşrû nikarin bigihijin hedefên xwe serî li rêyên xeyrî însanî didin û îradeya xelkê xesb dikin û dixwazin bi vî awayî îdarê têxin destên xwe. Elbet ev yek jî dibe sedema binpêkirina mafên însanan û bêhiqûqîyan. Piştî darbeyên ku tên kirin bi milyonan însan bi şikleke menfî tesîrdar dibin. Darbe ewlehîya mal û can a xelkê ji holê radikin. Di rastîyê de bi darbeya ku tê kirin yekser xelk tê cezakirin.Nexasim me vê yekê piştî darbeya 12ê Îlonê dît. Herî dawî ez dixwazim qala çend xalan bikim. Gavinan wisa divê bên avêtin da ku li Tirkîyê dawî li kevneşopîya darbekerîyê bê anîn.Ji bo vê yekê jî divê makeqanûna heyî bê rakirin û di şûna wê de makeqanûneke sîwîl bê amadekirin. Ji bo bê yekê jî divê îqtîdar wêrek û cesûr be. Her wisa em di bîran dixin; divê îqtîdar li pey wan sozên ku berî niha daye biraweste.”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir