• DOLAR 32.552
  • EURO 35.05
  • ALTIN 2427.63
  • ...
Li Mêrdînê qeza: 6 mirî 2 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza 12 kîlometreya Rêbeja Midyad-Kerboranê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin kamyona bi plaqeya 65 K 3858,  traktora bi plaqeya 27 BDV 29 û otomobîla bi plaqeya BOH 39 li 12emîn kîlometreya Rêbeja Midyad-Kerboranê li hev qelibîn.

Di encama qezata ku pêk hat de 6 kesên bi navê Hakan Özkahraman (23), Nimetullah Yıldız (34), Muhammed Yıldız (10), Abdülkerim Yıldız (3), Dilovan Seyitoğlu (12) û Bilal Seyitoğlu (21) canê xwe ji dest dan û 2 kes jî giran birîndar bûn.

Hat hînbûn 6 kesên ku di qezayê de canê xwe ji dest dan ji lîstina gogê vedigerîyan û diçûn mala xwe.

Tê diyarkirin ew ê 6 kes li gundê Batê bên veşartin.(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir