• DOLAR 32.589
  • EURO 34.868
  • ALTIN 2496.886
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê: “Divê ew kesên ku êrîşî karkerên Kurd kirine bên cezakirin”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Salglam ve derheqê  rojeva hindir de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derheqê êrîşa ku li Sakaryayê li karkerên Kurd hat kirin, deynên xwendekaran ên KYKê de nirxandinên balkêş hatin kirin.

Rewşa karkerên demsalî

Saglam di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir; rewşa nebaş a karkerên demsalî îsal jî berdewam dike û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Karkerên demsalî di sedsala 21emîn de di bin şert û mercên herî xirab û nebaş de bi heqê herî kêm û nebaş micadeleya jiyanê didin. Ew kêm tên dîtin, keda wan tê xwarin, êrîş li wan tê kirin. Maf û heqê karkerên demsalî  nayê dayîn û her sal di nav êş û elemê de micadele didin û ji şertên jiyanê yên însanî mahrûm dimînin.”

“Ew cihêkerîya menfî ya ku li ser bajarên Kurdistana Tirkîyê tê sepandin pêwîst e bi dawî bibe”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de balan kişand li ser cihêkerîya menfî ya ku li ser bajarên Kurdistana Tirkîyê tê sepandin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Rayedarên ku divê mafên karkeran biparêzin û ewlehîya canê wan tesîs bikin pêwîst e ku li ser êrîşa ku hatiye kirin negirin. Meseleya ‘Karkerên Demsalî” ji alîyekî ve netîceya ferqa pêşveçûn û paşvemayîna di navbera herêman de ye. Ew însanên ku li welatê nikarin debara xwe bikin çima bila li wan herêmên dûrî welatê xwe û di nav şert û mercên giran de bixebitin?Divê Tirkîye ji vê eybê xelas bibe. Ew cihêkerîya menfî ya ku li ser bajarên Kurdistana Tirkîyê tê sepandin pêwîst e bi dawî bibe da ku tu kes li ber derîyê kesekî din nanê xwe negere.”

“Divê ew kesên ku vê êrîşê lidar xistine bên cezakirin û heger ev êrîş bi niyeta nîjadperestîyê hatibe kirin cezaya vê yekê bê zêdekirin”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de balan kişand li ser êrîşa ku li Sakaryayê karkerên Kurd hat kirin û wiha got: “Heftîya borî li Sakaryayê êrîş li karkerên Mêrdînî hat kirin.Ger ev êrîşa ku hat kirin neyê dîtin û mesûl neyên cezakirin ew ê ev yek bibe sedema hinek êrîşên din. Divê ew kesên ku vê êrîşê lidar xistine bên cezakirin û heger ev êrîş bi niyeta nîjadperestîyê hatibe kirin cezaya vê yekê bê zêdekirin. Bi vê yekê divê miradê wan kesên ku nîjadperestîyê dikin di ber wan de bimîne. Divê maf û heqê karkerên demsalî  bê dayîn û divê destûr neyê dayîn ku bên mexdûrkirin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir