• DOLAR 32.393
  • EURO 35.087
  • ALTIN 2326.28
  • ...
Cigîrê Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: “Divê zîna ji nû ve sûc bê hesibandin”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 “Divê zîna ji nû ve sûc bê hesibandin”

Yapicioglu di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Bênavber xeberên cinayet, întîhar, tacîz û tecawuzê tên û her ku diçe ev zêde dibin. Divê sedem û çavkanîya vê yekê bê vekolînkirin; heta îro ji ser nasname û zayendên fail û mexdûran encam hatin xwendin û nirxandin ku ev yek bûn sedema netîceyên xelet û şaş.”

 “Bihevrebûn û pêwendîyên xeyrî zewacê yên ku gefê li ewlehîya neslê dixwe bi qanûnan hat xistin bin parastinê ku ev yek bingeha bûyerên tundîyê avêt”

Yapicioglu di berdewama daxuyanîya xwe de qan qanûnên ku dibin sedema tundî û şîddetê nirxand û destnîşan kir: “Divê teşhîseke rast bê kirin. Temamê bihevrebûn û pêwendîyên xeyrî meşrû û zînaya ku bi bi qanûnê hat xistin bin parastinê di bin navê bihevrebûna dildar hat asayîkirin. Çavkanîya bûyerên tundî û întîharê tiştên mîna zîna, kumar, eraq û tiryakê hene ku ev yek ji teref exlaq û bawerîya me ve hatine qedexekirin. Qanûnên heyî li ber zewacê û bi şikleke meşrû tedarikkirina îxtîyacên zayendî dibe asteng. Ciwanên ku di emrê ciwan de zewicîne ji vê yekê re mînak e. Bihevrebûn û pêwendîyên xeyrî zewacê ango û zînaya ku gefê li ewlehîya neslê dixwe bi qanûnan hat xistin bin parastinê ku ev yek bingeha bûyerên tundîyê avêt. Ji bo pêşîya vî tiştê ku zirareke mezin dide civakê bê girtin pêwîst e destekeke mezin ji sazîya malbatê re bê dayîn. Bi heman awayî divê zîna û pêwendîyên xeyrî meşrû cardin sûc bên hesibandin û cezayên mezin ji wan kesên ku van tiştan dikin re bê dayîn.”

Yapicioglu di berdewama daxuyanîya xwe de balan kişand li ser zirarên ku kumar di nav civakê de ji wan re dibe sedem û got: “Bi destê dewletê lîstandina kumarê di bergeha exlaqa giştî de cînayet e. Divê temamê sazîyên kumarê bên girtin û temamê reklamên kumarê û temamê çeşîdên kumarê bên qedexekirin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir