• DOLAR 32.371
  • EURO 34.978
  • ALTIN 2325.427
  • ...
Bahattîn Temelê hevaldozê Fesîh Guler Xoce qala fedakarîya wî ya ji bo Îslamê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Şehîd Rêber derheqê wî de got; ew xortekî pir xweşik û baş e”

Temel di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ew di sala 1990î de Fesîh Xoce nas kir û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Taybetîyeke wî hebû û ew taybetî gelek zêde tesîr li ser min hiştibû ku Şehîd Rêber di salên zanîgehê de derheqê wî de gotibû ‘Xortekî pir xweşik û baş e û ji bo pêşveçûnê musaîd e.’ Dema ku min vê gotina Şehîd Rêber bihîst hêj min Fesîh Xoce nas nedikir; lê belê ev gotin hezkirin û eleqeya a min a li hember wî  zêde kir.Bi rastî jî dema a niha em li vê gotina Şehîd Rêber mêze dikin em dibînin  gotina wî û fikra wî ya derheqê Fesîh Xoce de rast derket. Lewra Fesîh Xoce vê yekê di temamê jiyana xwe de bi fedakarî û xizmetên xwe ispat kir.”

Temel di berdewama axavtina xwe de qala hevnaskirina xwe û wî kir û dû re wiha got: “Di salên 91-92yan de me hev nas kir. Wekî din bi malbatî jî me hev nas dikir. Ji ber ku di salên 1994-2004an de em di girîtgehê de man, em ji hev dûr ketin. Lê berîya hepsê me temamê xweşîkayîyên wî birayê xwe dît. Piştî salên 2004an me hev baştir nas kir û em zêdetir nêzî hev bûn.”

“Dizanibû ku pêwîst bû her tim zêdetir bixebite”

Temel di berdewama axavtina xwe de qala  wesfê fedakarîyê ya Fesîh Xoce kir û got: “Di wan heyaman de me wesfên Xoce zêdetir didît. Ew însanekî xwendî, ehlê dawê, bi îxlas û fedakar bû. Nexasim piştî salên 2004an di nav dozê de cî girtin weke ku meriv di destên xwe de pizotên êgir bigire bû; lewra  ev hareket di salên 2000î de wextên pir zor û zehmet derbas kir û îşkenceyên gelek giran û dijwar li ferdên wî hatin kirin ku ev yek jî dilmetirsîyê dida ferdan û malbatên wan.  Ji ber vê yekê şert û mercên wê dewrê gelek giran bûn. Lê belê di wê heyamê de piştî salên 2005an me digel Fesîh Xoce dest bi xebatên dawetê kir. Ew pir jêhatî û fedakar bû. Yanî tu carî bi paş de gav nediavêt, wî bawer dikir ku divê em her tim gelek zêde bixebitin û vê yekê bi yên derdora xwe re jî dida hîskirin. Em bi vê kelecan û bawerîyê pêkve dixebitîn.”

“Fesîh Xoce di navenda xebat û xizmetê de bû û xwedî doz bû”

Temel di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir Fesîh Xoce ji wan heyaman heta wefata xwe jî pir xebitî û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Fesîh Xoce di navenda xebat û xizmetê de bû û xwedî doz bû. Kêfa wî nedihat ku derkeve li ber ekranan, wî dixwast ku pişta perdê xebatên xwe bike ku her tim jî barê giran dida li ser milên xwe. Ez şexsê xwe bi xwe dema ku pê re dixebitîm gelek tiştan jê hîn bûm û min jê pir zêde îstîfade kir.”

“Fesîh Xoce di nava dozê de ji wan stêrkên ku kêm tên dîtin stêrkek bû”

Temel di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir gelek taybetîyên Fesîh Xoce dişbahan yên sehabîyan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Muheqqeq şexsîyeteke her kesê ku ehlê dawê be heye. Pêxemberê me ji bo sehabîyên xwe dibêjê ‘Sehabîyên min her yek ji wan wek stêrkên li asîmanan in, hûn bidin li pey kîjan ji wan dê rêya xwe şaş nekin.’ Resûlê Xweda berê me dida sehabîyên xwe û ji me re dibêje ku wan taqîb bikin. Fesîh Xoce ji xwe sehabîyan mînak distand û wanan taqîb dikir. Di roja me de sehabî tune ne; lê belê stêrkên ku sehabîyan taqîb dikin hene. Fesîh Xoce di nava dozê de ji wan stêrkên ku kêm tên dîtin stêrkek bû.Ji ber vê yekê gelek taybetîyên sehabîyan bi Fesîh Xoce re hebûn.”

“Bi Fesîh Xoce re taybetîyên gelek sehabîyan hebû”

Temel di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir taybetîyên gelek sehabîyan pê re hebûn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Feshî Xoce hêj ji biçûkayîya xwe ve di nava dozê de bû û tu eleqeya wî bi cahîlîyê re tune bû ku ji vê hêlê ve dişbaha Hz. Elî. Her tim helwest û sekneke wî ya bi îstîqrar hebû ku ji vê hêlê ve dişbaha Hz. Ebubekir. Bi şexsîyet û exlaqa xwe ji xortan re dibû mînak û tesîr li ser malbata xwe dikir ku ji vê hêlê ve jî dişbaha Musab bîn Umeyr.Fesîh Xoce, weke Hazretî Hubeyb gelek zêde îşkence û tehdayî dît. Bi mehan îşkence lê hat kirin. Hemd ji Xweda re wî ti carî bi paşve gav neavêt û qehremane li ber xwe da. Ez digel wî di hepsê de neman, lê belê kesên ku pê re mane digotin, ew weke Hz.Yusuf ji kesên ku di girtîgehê de diman re dibû alîkarî û bi emrê xwe yê biçûk mezinên xwe tesellî dikir.”

“Piştî ku ji gîrtîgehê derket bi şev û roj xebitî”

Temel di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir; Fesîh Xoce piştî ku ew qas sal di girtîgehê de ma û dû re derket re hema kêlîkê nesekinî û bi şev û roj ji bo Îslamê xebitî. Temel dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xweda birayê me Fesîh wekî Hz. Eyyûb bi nexweşîyê îmtîhan kir.Ji ber ku gelek zêde îşkence lê hatibûn kirin her du gurçikên wî îflas kiribûn. Ew bi sebra xwe, bi metaneta xwe, bi berxwedana xwe û bi cesareta xwe ehlê dawê bû û ew di her warî de ji hemû kesî mînak û nimûne bû.”

“Bila xortên me vê yekê bibînin û wî ji xwe re mînak bistînin.Bila birayên em yên di qada siyasetê de Mehmet Yavuzî û yên di qada dawetê de jî Fesîh Xoce ji xwe re mînak bistînin.”

Temel di dawîya axavtina xwe de wisa pend û şîretan li xortan kir: “Fesîh Xoce baş nas bikin. Bifikirin wî çawa di emrê biçûk de beşdarî micadeleya Îslamî bû û ev qas xizmet û fedakerî kir? Bila xortên me vê yekê bibînin û wî ji xwe re mînak bistînin.Bila birayên em yên di qada siyasetê de Mehmet Yavuzî û yên di qada dawetê de jî Fesîh Xoce ji xwe re mînak bistînin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir