• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Serokomarê Îranê Rûhanî ji Mîrektîyên Ereban a Yekbûyî re bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rûhanî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Bila Mîrektîyên Ereban a Yekbûyî hişê xwe bidê serê xwe û bila zanibe ku hareketeke xaîn a mezin dike.Em hişyarî li Mîrektîyên Ereban a Yekbûyî dikin ji bo li herêmê pêşîya rejîma siyonîst veneke. Heke vê yekê bike em ê bi şikleke din helwestekê nîşanî wan bidin.”

Ruhanî di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir rejîma siyonîst ê îşxalker îşxala li ser axên Filistînê didomîne û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Rejîma îşxalê cinayetên xwe yên li hember gelê Filistînê didomîne.Lê Mîrektîyên Ereban a Yekbûyî pê re peymaneke dike ku em di vî warî de îqazê li wan dikin da ku ji vê xeletîyê vegerin; lewra ev xeta û rêya ku tê de ne dê ne feyde bide wan ne jî ew kesên ku bi wan bawer in. Bila Mîrektîyên Ereban a Yekbûyî hişê xwe bide serê xwe û bila zanibe ku hareketeke xaîn a mezin dike.Em hişyarî li Mîrektîyên Ereban a Yekbûyî dikin ji bo li herêmê pêşîya rejîma siyonîst veneke. Heke vê yekê bike em ê bi şikleke din helwestekê nîşanî wan bidin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir