• DOLAR 32.513
  • EURO 34.624
  • ALTIN 2491.364
  • ...
Rageşî berdewam dike: Iraqê li dijî Tirkîyê banga alîkarîyê li welatên Ereban kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Karên Derve yê Iraqê daxuyanîyek hat belavkirin.

Fuad Huseyînê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ew bi Misir, Urdun, Erebistana Siûd, Kuweyt û Yekîtîya Ereban re ketine têkilîyê û li dijî Enqerê ji wan alîkarîya dîplomatîk daxwaz kiriye.

Piştî bûyera ku pêk hat re Wezareta Karên Derve yê Fransayê daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir ew  terefdarê desthilatdarîya Iraqê ne û ew wan kesên ku zirarê didin desthilatdarîya Iraqê şermezar dikin.

Di encama hareketa asîmanî ya ku di 11ê Tebaxê de ji teref Tirkîyê ve li Herêma Kurdistanê hatibû lidarxistin de 2 fermandarên Iraqê yên bi navê Zubeyr Xalî û Muhammed Reşîd canê xwe ji dest dabûn.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir