• DOLAR 32.371
  • EURO 34.978
  • ALTIN 2325.427
  • ...
Herêma Kurdistanê:“Divê PKK û Tirkiye şerê xwe bibin derveyî axa Herêma Kurdistanê”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de him ji Tirkîyê û him jî ji PKKê hat xwestin ku şer û pevçûnên xwe bibin derveyî Herêma Kurdistanê û Iraqê.

“Divê PKK û Tirkiye şer û pevçûnên xwe bibin derveyî axa Herêma Kurdistanê û Iraqê û êdî xelkê me nekin qurbaniya pevçûnên xwe”

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin:“Demjimêr 14:45ê îro sêşemê 11ê Tebaxa 2020an, li devera Biradost dema hêzên pasevaniya sînor ên ser bi hikûmeta federalî ya Iraqê bi tijîkirina wê valahiyê ve mijûl bûn ku li xalên sînorî çêbûbûn û mebesta wan ew bû ku gefa şer ji ser nişteciyên wan deveran dûr bixin, ji aliyê firokeyeke leşkerî ya Tirkiyê ve otomobîleke hêzên pasevaniya sînor bûye armanc û mixabin du efserên bi navên Emîd Mihemed Reşîd Silêman, Fermandarê Lîwaya 2 ya Pasevaniya Sînor û Eqîd Zûbêr Halî Tacdîn, Fermandarê Fewca 3 ya Lîwaya 2 ya Pasevaniya Sînor, herwiha Eqîd Husamedîn Ebdurehman Hesen, şehîd bûn. Em li vir car din tînin ziman ku divê PKK û Tirkiye şer û pevçûnên xwe bibin derveyî axa Herêma Kurdistanê û Iraqê û êdî xelkê me nekin qurbaniya pevçûnên xwe.Bi vê boneya xemnak, em sersaxiya malbata şehîdan dixwazin û wan li Xwedayê Mezin ve dispêrin, ku wan bi bihişta xwe şad bike û hêvî dikin ku ewên birîndar bûne di demeke herî nêz de baş bibin. Em xelkê xwe dilniya dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê weke her dem, hemû şiyan û hewldanên xwe bi kar tîne, daku vê pevçûnê ji Herêma Kurdistanê dûr bixe.”        (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir