• DOLAR 32.359
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2309.021
  • ...
Şehîdên 6-8ê Cotmehê di 6emîn salvegera şehadeta xwe de bi rehmet û minnet hatin yadkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nas û hezkirîyên şehîdan ên ku di pêşîvantîya Platforma Karwana Şehîdan de hatin ba hev piştî nimêja îdê pêkve çûn li ser qebrên şehîdan.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglamê ku çûbû ziyareta şehîdan derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî.

Saglam di daxuyanîya xwe ya ku da de destnîşan kir ji ber vê şoba malûm Misliman ji gelek îbadet û kevneşopîyên Îslamî mahrûm mane û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di destpêkê de ez Îda Qurbanê ya temamê Mislimanan pîroz dikim. Ez ji Rebbê xwe daxwaz û hêvî dikim ku me bigihijîne îdên xweştir û aramtir. Mixabin îro ji ber vê şoba heyî li Arafat, Muzdelîfe û Mînaya ku niha divîyabû bi  milyonan însan lê hebin bes gelek hindik kes wezîfeya xwe ya Hecê bi cî tînin.Em di rojên wisa bi musîbet de ne."

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de derheqê şehadeta şehîd Yasîn û hevalên wî de nirxandinan  kir û destnîşan kir: “Ew dema ku ji bo feqîran goştê qurbanan belav dikirin ji teref zaliman ve hatin şehîdkirin. Em di wextên ewil ên îdê de berê xwe didin li ser qebran ku maneya wê ev e; welat û memleketê me ya esil ev qebr in. Em tev bi salan di malekê de dijîn, lê hinek ji me bi sedsalan an jî bi hezaran salan di van qebran de dimîn. Ez bawer im ger însan bibin xwedîyê vê şiûrê ew ê zilmê li însanan nekin. Di dîrokê de ji bo însan bigihijin vê şiûrê li rasta gelek tehdayî û zilmê hatine.Aytaç, Yasîn û hevalên wî ji bo ji însanan re xizmetê bikin, ji bo ji feqîran re goştê qurbanan belav bikin dixebitîn ku ew di dema wê xebatê de hatin şehîdkirin. Elbet ev zilm ji  6-8ê Cotmehê ne îbaret e.Berî vê jî zilm hatin kirin û dû re jî berdewam kirin.”

Yasin Börü, Hasan Gökgöz, Hüseyin Dakak, Riyad Güneş, Turan Yavaş, Cumali Güneş dema ku di 6-7ê Cotmeha sala 2014an de goştê qurbanan belav dikirin ji teref HDP/PKKyîyan hatibûn şehîdkirin û Aytaç Baran jî piştî wan 8 mehan di nîvê kuçê de dîsa ji teref HDP/PKKyîyan ve hatibû şehîdkirin.(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir