• DOLAR 32.365
  • EURO 35.043
  • ALTIN 2325.366
  • ...
​HUDA PAR êrîşa ku li Yozgatê li karkerên Kurd hat kirin şermezar kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê di nirxandina hefteyî ya rojeva hundir de qala êrîşa ku li Yozgatê li karkerên Kurd hat kirin û qerara mehkemê ya derheqê Ala Kurdistanê de nirxandinan kir.

Êrîşa ku li Yozgatê li karkerên Kurd hat kirin

Saglam êrîşa ku li Yozgatê li karkerên Kurd hat kirin bi tundî şermezar kir û dû re wiha li nirxandina xwezêde kir: “Ji Mêrdînê hinek karker ji bo darê mazî bikin û bixin komir çûn gundên Bazlamaç û Kayalara navçeya Çekereka Yozgatê ku ji ber teşebûsên provakatîf ê mixtarên her du gundan êrîş li wan hat kirin. Em vê êrîşa kua hatiye kirin şermezar dikin. Qeymeqamê navçeyê ji karkeran got ku ji vê herêmê herin û ji vê yekê re ‘em nikarin we muhafeze bikin’ kir hincet ku ev yek şerm e. Ew mercîyên ku wezîfedar in ewlehîya mal û canê welatîyan tesîs bikin li hember vê bûyerê aciz man ku ev yek ne ya qebûlkirinê ye. Tê îddîakirin karke ji ber ku Kurd in zext û êrîş li wan tên kirin ku ev yek îddîayên pir wehîm in. Ji ber ku di siyasetê de zimaneke cudakarane tê bikaranîn û rayedar wezîfeyên xwe nayênin bi cî ev yek di van demên dawî de zêde dibin.”

“Divê gavên wisa bên avêtin û pergaleke wisa bê sazkirin da ku tu kes xwe serdest nebîne”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir divê li dijî zihniyeta dabeşkerî û cudakarîyê tevdîr bên standin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Dîroka me nêz ya ku bi ceribandinên bi êş û elem tije ye nîşanî me dide ku di nav civakê de bicîkirina dabeşkerî û berberîyê tu problemî çareser nake. Dewlet mecbûr e ku vî zimanê cudakar û dabeşker ê ku ji teref hinek kesan vê lê tê ferzkirin terk bike. Tevdîr ne polîtîkayên ewlehîkar û leşkerî ne. Divê êdî di warê qewm, dîn, mezheb û cûdahîyên herêmî neyên kirin hinceta dabeşîyê û divê gavên wisa bên avêtin û pergaleke wisa bê sazkirin da ku tu kes xwe serdest nebîne.Pêdivîya herî ewil a vî welatî têgihiştineke ku pê biçûk nayê dîtin û pê tu kes xwe serdest îlan nake heye.Digel vê yekê divê mexdûrîyeta wan karkerên zireatê yên demsalî yên ku ji bo debara xwe bajêr bi bajêr digerin bê çareserkirin. Divê destûr neyê dayîn ku keda karkeran bê xwarin û şert û mercên wan ên xebatên divê bê başkirin.”

Qerara mehkemê ya derheqê ala Kurdistanê de

Saglamê ku qerara mehkemê ya derheqê ala Kurdistanê de nirxandin got: “Di bernameyeke ku di sala 2015an de li Wanê hat lidarxistin de vekirina ala Herêma Kurdistanê  wek ‘propagandaya rêxistinê’ hat qebûlkirin û di Mehkemeya Cezaya Giran a 2yemîn a Wanê de doz hatibû vekirin. Mehkemeya mehelî derheqê fîîla ku qala wê tê kirin de qerara beraatê da û ev qerar ji teref Mahkemeya Îstînafê ve hat tesdîqkirin. Mahkemê di qerara xwe ya bi hincet de destnîşan kiriye, ala Herêma Kurdistanê bi şikleke fermî ji teref Makeqanûna Iraqê ve tê nasîn û divê ew ji wek PKK/KCKê neyê hesibandin.”

“Ala Herêma Kurdistanê wek amûrê propagandaya rêxistinê hat qebûlkirin û doz hat vekirin ku ev yek rewşeke wehîm e”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir mehkemeyeke jortir qerara betalkirinê da ku ev yek muhîm e û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “ Herêma Kurdistanê li gorî maddeya 117emîn a Makeqanûna Iraqê hatiye damezrandin û ala wê jî bi şikleke fermî hatiye nasîn. Ev ala Herêma Kurdistanê di ziyaretên di navbera rayedarên Tirkîyê û Herêma Kurdistanê de hatiye kirin de çendîn caran hatiye daleqandin. Ala Herêma Kurdistanê wek amûrê propagandaya rêxistinê hat qebûkirin û doz hat vekirin ku ev yek rewşeke wehîm e. Em hêvî dikin ku ev qerara mehkemê bibe wesîle ku têgihiştina nîjadperest û înkarker ên li Tirkîyê bi dawî bibin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir