• DOLAR 32.369
  • EURO 34.971
  • ALTIN 2325.405
  • ...
Li Azezê teqîn. 5 mirî 85 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di encama êrîşa ku hat lidarxistin de 5 kes canê xwe ji dest dan û 85 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin bi wesayîta bombebarkirî êrîş li gundê Sîccuya girêdayê Azezê hat kirin. Ji ber êrîşa ku hat lidarxistin 5 kesên sîwîl canê xwe ji dest dan û 85 kesên sîwîl jî birîndar bûn.

Sîwîlên ku di êrîşê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Tê diyarkirin êrîş ji teref PKK/YPGê ve hat lidarxistin, lê hêj tu kesî êrîşê negirt li ser xwe.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir