• DOLAR 32.598
  • EURO 34.795
  • ALTIN 2497.065
  • ...
HUDA PAR: Li bajarên rojhilat hejmara pêketîyên Coronavîrusê her ku diçe zêde dibe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Demîr derbarê mijarê de li avahîya Navenda Giştî ya HUDA PARê daxuyanîya çapemenîyê da û balan kişand li ser problemên heyî.

“Lênerînên awarte tije bûne û cih di wan de nemaye”

Demîr di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir nexweşî li herêmê her ku diçe zêdetir dibe û ger tevdîr neyê standin ew ê nexweşî tesîra xwe zêdetir bike. Demîr dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li gorî daneyên dawî yên li ber destên me, li bajarên Diyarbekir, Êlih, Şirnex, Entabê û yên mîna wan lênerînên awarte tije bûne û cih di wan de nemaye û nexweşên ku rewşa wan dijwar e nagirin nexweşxanê û wanan dişînin malên wan.”

“Nexweşên ku divê bên standin lênerîna awarte xistine rêzê ku ev yek fecaat e”

Demîr di berdewama daxuyanîya xwe de agahîyên ku ji herêmê derbarê mijarê de jê re hatine vegotin wisa anî zimên: “Kesên ku rewşa wan xirab e û divê di nexweşxanê de bên dermankirin nastînin xestê û wanan dişînin malên wan.Di malan de jî dema ku li serwîsa 112an digerin ji wan re dibêjin ‘ji bo dorê navê xwe binivîsinin.’ Ev tablo birastî jî li ser navê Tirkîyê mirov xemgîn dike. Nexweşên ku divê bên standin lênerîna awarte xistine rêzê ku ev yek fecaat e. Heta dor were wî kesê nexweş ew ê an bimirine an jî ew ê nexweşîyeke din pê re peyda bibe. Heta nekevin vî halî kesî nagirin xestê. Li Diyarbekir û Êlihê hinek malbat mezin û biçûk tev bi vê şobê ketine, lê belê ji ber ku cî di nexweşxaneyan de nemaye kesî nagirin xestê.Li gorî agahîyên ku hatine ber destên me kesên ku bi vîrusê ketine mecbûrî di malên xwe de xwe bi xwe tedawî dikin.An  jî bi saxîya hinek tenduristîvanan  serûmê li xwe didin.Ji naçarî hewl didin di nav van şert û mercan de li ser pîyan birawestin.”

“Divê li herêmê lênerîna awarte bê zêdekirin”

Demîr di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir rêjeya pêketîyên li Rojhilat û Başûrê Rojhilat hene ji sedî 60ê Tirkîyê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev yek û şert û mercên nebaş ên heyî tên zanîn, lê belê hêj desteka pêwîst nayê dayîn ku ew ê ev yek bibe sedema zêdetir probleman. Divê li herêmê lênerîna awarte bê zêdekirin û ev yek demildest bê kirin. Dikarin beşên seyyar ên lênerîna awarte vekirin. Ev unîteyên seyyar dikarin bişînin Diyarbekir, Êlih, Şirnex, Riha û Cizîrê. Dîsa dikarin nexweşxaneyên taybet di bergeha micadeleya coronavîrusê de wezîfedar bikin û ji beşên wan ên lênerîna awarte îstîfade bikin.Berî vê çendakî ev nexweşxaneyên taybet ji vê bergehê hatin derxistin. Diyar e ku niha ji nexwşexaneyên taybet re îxtîyac heye. Ji ber ku li bajarên mîna Êlih, Diyarbekirê hejmara pêketîyan zêde ye û hejmara lênêrînên awarte kêm in însan mexdûr in û di ber mirinê de ne.”

“Em bang li hikûmetê dikin da ku wezîfeya xwe bi cî bîne”

Demîr di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew kesên ku rewşa wan qet nebaş e û ji bo tedawîkirinê cî nabînin divê balafirên ambûlansê bên birin Enqerê û Stenbolê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em di vê bergehê de bang li Wezîrê Tenduristîê û rayedarên tenduristîyê dikin da ku di vî warî de gavinan bavêjin. Bila di vî warî de ji navendê midaxeleyî vê meselê bikin. Ger bi vî awayî berdewam bike ew ê nexweşî bibe sedema zêdetir zîyanî. Em bang li hikûmetê dikin da ku wezîfeya xwe bi cî bîne.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir