• DOLAR 32.574
  • EURO 34.92
  • ALTIN 2433.283
  • ...
Mesrûr Barzanî:" Tevî rewşa dijwar em ê di xizmetkirina xelkê Kurdistanê de berdewam bin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îro wîstgeha eliktirîkê ya xebat bi amadebûna Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî hat vekirin û dest bi kar bû.

Di merasima vekirina wîstgehê de Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand, zêdebarî vê rewşa zehmet û tengav, ewê li ser bicîhanîna sozên ku dane welatiyan, berdewam bin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha da zanîn ku santrala xebat dikare 300 MW elektirîk berhem bîne û ji aliyê wezareta elektirîkê û du şîrketên Korya Başûr ve hatiye çêkirin.

Serokê Hikûmetê anî ziman ku eliktirîk gelekî girîng e lê bikaranîna wê jî gelekî girîng e û got, me daxwaz ji wezareta elektirîkê û dezgehên pêwendîdar kiriye pêdaçûnê bi rewşa elektirîkê bikin. Lê divê welatî jî alîkar bin û elektirîkê heder nedin.

Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku bi alîkariya gelê Kurdistanê ew dikarin vê qonaxa zehmet derbas bikin û got, çi ji destê hikûmetê tê bo parastina tenduristiya welatiyan dike lê divê welatî jî ya ku dikeve ser milê wan bicîh bînin.

Mesrûr Barzanî wiha domand: “Piştrast bin emê berdewam bin di hewlên rûbirûbûna vê rewşa dijwar a darayî li Herêma Kurdistanê. Daxwaz ji xelkê Kurdistanê dikim ku hûn jî bi me re alîkar bin, ku samanên me vala xeric nebin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir