• DOLAR 32.371
  • EURO 34.964
  • ALTIN 2325.29
  • ...
HUDA PAR: Divê fedakarîya samîmî û berxwedana bêhemta ya ku gel nîşan daye neyê jibîrkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin; teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê ew teşebûs e ku pê hat xwestin li ser navê emperyalîzmê memleket bê teslîmstandin.

Berî vê 4 salan dema ku dîrok 15ê Tîrmeha sala 2016an nîşan dida ji teref FETO ve bi piştevanîya Amerîkayê teşebûsî darbê hat kirin. Di teşebûsa darbê ya xaîn de 251 kes şehîd bûn û zêdetirî 2 hezar kes jî xazî bûn.

HUDA PARê di 4emîn salvegera vê teşebûsa xaîn a darbê de daxuyanîyek belav kir. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin “Hinek derdor ji ber ku ew kesên ku teşebûsî darbê kirin navê ‘cemaetê’ li xwe kirine vê yekê ji xwe re dikin hincet û dibêjin temamê cemaet û camîayên Îslamî bi xetere ne û li ser vê fikra xwe hêj disekinin.”

Teşebûsa darbê ya 15ê Tîrmehê

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de di bîran hat xistin ku ew teşebûsa darbê ya ku 40 sal jê re amadehî hat kirin bi izna Xwedê bi ser neket û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Ji ser wê teşebûsa darbê ya xaîn a 15ê Tîrmehê  4 sal derbas bûn.Ew kesên ku ji darbê re teşebûs kirin digel ku ji daraz, ewlehî, îstîxbarat, gelek sazîyên welat û ji gelek dewletên Xerbî destek standibin jî ev darbe bi ser neket ku ev yek ji bo me lutfeke Xweda ye. Divê fedakarîya samîmî û berxwedana bêhemta ya ku gel li dijî teşebûsa darbê nîşan daye neyê jibîrkirin.Teşebûsa darbê bes li hember hikûmetê nehat kirin, bi vê teşebûsê hat xwestin li ser navê emperyalîzmê memleket bê teslîmstandin. Ji ber vê yekê hemû kes nexasim jî camîayên Îslamî daketin kolanan û li dijî îxanetê li ber xwe dan û nehiştin li planên emperyalîstan bi ser bikeve.”

“Gelê Misliman di 15ê Tîrmehê de şoreşek li dar xist”

Di berdewama daxuyanîyê de bal hat kişandin li ser wan kesên ku hewl didin li ser teşebûsa darbê camîayên Îslamî hedef bigirin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Bûyer û heqîqet ev e; lê belê hinek kesên ku şeva 15ê Tîrmehê bes teşebûsa darbê temaşe kirin ji ber ku ew kesên ku teşebûsî darbê kirin navê ‘cemaetê’ li xwe kirine vê yekê ji xwe re dikin hincet û dibêjin temamê cemaet û camîayên Îslamî bi xetere ne û li ser vê fikra xwe hêj disekinin. Gelê Misliman di 15ê Tîrmehê de şoreşek li dar xist.Di serî de divê hikûmet li vê şoreşê xwedî derkeve ku ev yek berpirsîyarîya wî ye. Divê xwedî li wan kes û camîayên ku şeva darbê xwe berdan kolanan li dijî darbê li ber xwe dan bê derketin û divê ji wan kesên ku şeva darbê bes bûn temaşavan û hewl didin ji şoreşa gel ji xwe re par derînin re fersend neyê dayîn da ku cardin tu kes teşebûsî darbê nekin û vê yekê ji eqlê xwe jî derbas nekin.”

“Xweda cardin êş û elemên wisa bi em nede kişandin”

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin ew ji ber salvegera teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê wan kesên ku sînga xwe dane ber teşebûsê bi rehmet yad dikin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Lenet li ser wan kesan be ku teşebûsî darbê kirin û  251 welatîyên me qetil kirin û lenet li ser wan kesên ku destekê dan darbekeran. Xweda cardin êş û elemên wisa bi em nede kişandin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir