• DOLAR 32.331
  • EURO 35.052
  • ALTIN 2282.233
  • ...
Ji zimanê şahidan berxwedana 15ê Tîrmehê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbatên şehîdan û kesên ku wê şevê derketibûn kolanan û birîndar bûbûn qala wê şevê kirin û diyar kirin zarok, bav û zilamên wan ji bo li hember îşxalê bisekinin û ji bo xwedî li dahatûya xelkê Misliman derkevin derketine kolan û meydanan.

Bê şiphe ji sancaktarên ku wê şevê xwe bêtirs berdan meydanê û li hember teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê ya ku bi piştevaniya Amerîka û emperyalîzmê hat kirin sekinî, kesek jî Mehmet Elî Kiliç bû. Mehmet Elî Kiliç wê şeva ku teşebûsa darbê lê hat kirin  ji teref nîşangiran ve hat şehîdkirin. Bav Abdullah Kiliç  di derheqê lawê xwe de diyar kir lawê wî ji bo Îslam û Mislimanan xwe berdaye meydanan û di vê oxirê de canê xwe feda kiriye.

Abdullah Kiliç serpêhatiyên xwe yên şeva 15ê Tîrmehê wiha anî zimên: “Mehmet Elî ji biçûkayiya xwe ve ji mezinên xwe re bi hurmet û bi edeb bû. Muhendistiya Mekînê xelas kir. Ji derdor, millet, dîn, watan û ala xwe ve gelekî zêde girêdayî bû. Jixwe Misliman ji bo ala xwe derketin derve. Ya rastî ji bo Îslam ji holê ranebe xwe berdan kûçe û kolanan. Şehîd  ji bo menfiatekê derneketin derve. Ev ji dil û can canên xwe feda kirin.”

 “Dema ku ji malê derket cara dawî diya xwe maç kir”

Kiliç di berdewama axavtina xwe de diyar kir M. Elî dema ku derket derve weke ku fêm kir ew ê şehîd bibe diya xwe maç û jê xwest ku ew jî wî maç bike û dû re wiha qala wê roja teşebûsa darbê kir: “M. Elî di 15ê Tîrmehê de digel hevalên xwe çûbû behrê û milê xwe êşandibû. Diya wî kremê li milê wî da. Lê ji ber êşa milê xwe îdare nekir û got ez ê biçim xestê. Çorba xwe vexwar û diya xwe maç kir û çû xestê. Di wan rojên din de qet diya xwe maç nedikir dema ku derdiket derve.Dema ku ji xestê derketiye nehat malê û li taxê çû ba hevalekî xwe yê dikandar û ji xebaran dîtiye ku darbe dibe. Ji ber vê yekê li me geriya û xeberê da me û  got ‘Serokkomar bang  li xelkê dike da ku xwe berdin kolanan’ û ez ê jî biçim. Min jê re got lawê min neçe tu nexweşî, lê wî ji min re got ku ‘bavo tiştekî min nemaye, ez baş im.’ Em hînbûn Elî rahiştiye bisikleta hevalê xwe û çûyê pirê û  her wiha xortekî 13 salî pê re çûye. Hetta Elî  bi wî xortî de xeyidiye da ku herê mala xwe. Jixwe ew zarok bîskek şûnda dibe hedefa berikan û Elî wî li ser milê xwe diki û wî dibe ambûlansê. Derdora seat 4-5an de me lê geriya û me pê de xeyidî da ku were malê. Lê wî got ez nikarim werim. Piştî demekê hevalê wî geriya û ji me re got ku Elî birîndar bûye û wî rakirine xestê.”

Kiliç di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ji bo lawê xwe bibînin çûne xestê û dema ku ew wî dîtine rûyê wî wek şehîdan dikene û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ez ji temamê şehîdan ji Xwedê rehmetê dixwazim û Xweda wan ji pêxemberê me re bike cîran. Ger darbeker werin îdamkirin ev yek cardin dubare nake.”

“Heyata wî bi fedakariyê derbas bû”

Cankatar di berdewama axavtina xwe de diyar kir lawê Omer di nav zehmetiyê de dijiya û dema ku hat şehîdkirin 33 salî bû. Bav Selahaddîn dû re wisa li axavtina xwe zêde kir: “Omer her tim di nav jiyaneke bi meşaqet de bû. Jiyana wî bi fedakeriyê derbas bû. Li mêze dikir. Lawê min însanekî baş bû. Li ser malbata xwe dire’elî û ji her kesî re dibû alîkar.  Debara me wî dikir. Xweda hezar carî jê razî be.”

“Mislê Hz. Omer bi edalet bû”

Cantakar ddiyar kir meziyetinan Omer hebûn ku ji yên wî çêtirtir bûn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me dû re wê şeva ku şehîd bûye hîn bû. Li gor ku dibêjin dema ku Omer dike xwe bitewîne berik îsabetî serê wî dike û hema di cî de şehîd dibe. Xweda jê  razî be. Meziyetinan Omer hebûn ku ji yên min çêtirtir bûn. Mislê Hz. Omer bi edalet bû.”

“Bi min de dixeyidin û dibêjin ‘Xwe bide hev’, lê ez nikarim xwe bidim hev, lewra pir zêde beriya wî dikim”

Bav Cankatar diyar kir jiyana bêyî Omer bi zehmet e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir : “ Xwezî wê şevê ez li balê bana. Dibû ku min wî parastibana, dibû ku min tiştina  kiribana. Lê çênebû. Rebbê min jê hez kir û girt ba xwe. Omer li kû xebitîbana hemû kes jê razî bû û jê hez dikirin. Ez her tim têm ser gora wî. Ez bê wî nikarim îdare bikim. Bi min de dixeyidin û dibêjin ‘Xwe bide hev’, lê ez nikarim xwe bidim hev, lewra pir zêde beriya wî dikim. Rebbê min me bîne ba hev ew ê pir baş bibe. Em wek hevalan bûn. Hemû tiştên xwe ji min re digot.”

Selahaddîn Cankatar diyar kir ew qatilan hewalî Xwedê dike û edaleta Xweda bi qewettir e. Cankatar dû re wiha pê de çû: “ Kî sûcdar be  ew ê Rebbê ceza bidiyê. Ez wan hewaleyî Xwedê dikim. Edaleta Xweda bi qewettir e. Lê yê girînd edalata Xweda ye.Dewlet tiştê pêwîst dike, lê di nav me de xaînên firotî hene.”

Omer Cantakarê ku li Fatîha Stenbolê hatibû dinyayê û mezin bûbû, perwerdehiya xwe li wir qedand. Cankatarê ku muhasebê dixwend di şeva 15ê Tîrmehê de ji diya xwe re gotibû ‘Daye, ez jî biçim, şehîd bibin bi  guleyekê.’   û cardin venegeriya.

“Ji xwe re kirbû armanc ku Qur’ana Kerîm hîn bibe û wextê xwe temametî ji Qur’ana xwe re vediqetand”

Remezan Tekînê ku hevserê Turkan Tekîna ku şevê teşebûsa darbê canê xwe ji dest da di axavtina xwe ya ku derheqê xanima xwe kir de diyar kir xanima wî ji ber ku hîcabê xwe mecbûr maye ku dev ji mektebê berde û di wan salên dawî de xanima wî temamê wextê xwe ji Qur’ana Kerîm re veqetend û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Türkan heta pola 3yemîn a dibistana destpêkê berdewam kir. Piştî wê ji ber hîcab û tesettura xwe mecbûr ma ku dev ji mektebê berde. Ji xwe re kirbû armanc ku Qur’ana Kerîm hîn bibe û wextê xwe temametî ji Qur’ana xwe re vediqetand.  Heta 21 saliya xwe Qur’ana Kerîm hîn dibe û hînî dora xwe dike. Xweha min û ew di heman cihê de bûn.  Dû re bû nesîp em zewicîn. Xwest ku dawata me li camiyê be. Me jî dawata xwe di mizgeftê de bi dia û Qur’anê kir. Her tim dixwast ku biçe Hec û Umrê. Min jî jê re digot ku rewşa me baş bibe em ê biçin. Carinan dema ku ez êvaran radibûm min didît ku Qur’anê dixwîne. Derd û kûlê wê bûbû hîn bûn û hînkirina Qur’anê.”

 “Ger di berîka wê de heqê otobusê hebana wî pereyî dida feqîran û bi piyatî diçû”

Tekîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir xanima wî gelek zêde ji alîkarîkirinê hez dikir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Wê rojê ji derdora îxtîyaca kî bi alîkariyê hebe wanan ew têr dike. Ger di berîka wê de heqê otobusê hebana wî pereyî dida feqîran û bi piyatî diçû. Her tim ji bo alîkariya feqîran dixebitî. Kêfa ji ziyareta îxtiyar û nexweşan re dihat.”

 “Xanima min deriyê cennet û bereketê vekir û çû”

Tekîn derheqê jiyana xwe û ya xanima xwe de hinek malumatên  taybet wisa parve kir: “ Beriya 15ê Tîrmehê min Türkan ji bo seyranê biribû parqekekê. Ji min re got ku ‘Dema ku em bi dergistî bûn û niha tev de em du caran tên vê derê.’ Ne şaş bim di 5 an jî 10ê Tîrmehê de naskiriyeke me lê geriyaye û jê helalî xwestiye. Qey ketibû dilê wê. Beriya 15ê Tîrmehê bi heftiyekê danûstandin kir. Ew qas tişt  standibûn mal têra wan nedikir.  Min sedema vê yekê jê pirs kir. Ji min re got ‘em  mehek şûn de van tiştan nastînin.’ Xanima min deriyê cennet û bereketê vekir û çû.”

 “Berî ku derkeve dervê destnimêja xwe girt û du  rekat nimêj kir”

Remezan Tekînê ku qala xanima xwe û wan bûyerên ku wê şevê qewimî ne kir wisa axivî: “Wê şevê em li malê rûdiniştin. Lawê min li derve bû û qîza min a 12 salî jî li malê bû. Di derdora seat 22.30-23.00an de naskiriyeke min li me geriya  û got ‘darbe dibe.’ Hema me telefonê vekir û me xeberan temaşe kir. Xanima min ji min re got rabe em biçin. Lê min jê re got ka bîskekê bisekinin. Ji min re got na em biçin. Xanima min berî ku derkeve dervê destnimêja xwe girt û du  rekat nimêj kir. Heta ku wê nimêja xwe kir min xwe berda jêrê. Xanima min piştî ku nimêj kiriye re xwe berdaye mala xweha min a mezin  ya li qetek jêr û jê re tembêh kiriye û gotiye ‘zarokên min pêşî ji Xweda re û dû re jî ji te re emanet in.’

“Me him dia dikir û him jî dimeşiya”

Tekîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir dema ku ew di rê de  diçûn bang li însanên ku di balqonan de bûn dikirin  da ku xwe berdin kolanan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em digel ala xwe dimeşiyan. Em gelek zêde meşiyan  û em gihaştin çarrahê. Me li wê derê got ka em bi kû ve biçin , gelo em biçin ewlehiya navçê yan em biçin Serokatiya Navçê ya AK Partî?  Em çûn meydanê tu  kes tunebû.Me bang li xelkê dikir. Me him dia dikir û him jî dimeşiya.  Min ji xwe re digot kî ne ev xaîn. Em heta midûrtiya ewlehiyê ya Esenlerê hatin. Heta ku em hatin wê derê însan zêde bûn. Dema ku em gihaştin midûrtiya ewlehiyê ya navçê gotin ‘ Ew ê Serokkomarê me were balafirgehê.’ Em ji wir vegeriyan û gelek zêde meşiyan.Em hatin wê derê. Gotinek heye tê gotin ‘ tu derzî bavêjî erdê nakeve’. Ew der jî wisa bû û pir qelebalix bû. Aleke mezin hebû, em digel wê meşiyan Dû re ji bo xanima min tenê nemîne mi alê teslîmî yekî kir. Min telefona xwe derxist û min got ka ez dîmeneke vê menzereya xwş bigrim. Lê nebû nesîb. Dû re em meşiyan meşiyan û min  jê re got ka em hinekî rûnin. Ji min re got na, weten ji dest diçe. Min jî got Xweda mihefeze bike.”

“Dema ku min  wan xaînan dît perdeya çavên min asê bûn”

Tekîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir piştî ku ew bîskekê meşiyane li rasta tankan hatine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Li derekê ji me dûr însan bang dikirin û digotin tank tên. Lê ji ber ku em ji wan dûr bûn me wan nedidît. Em dîsa ketin  riya xwe. Min dît ku însan direvin bi milê rast û çepê ve. Min nihêrt ku tank tê, ez şaş mam. Ji bo tiştek bi xanima min neyê min berê wê da milê çepê.  Dema ku min  wan xaînan dît perdeya çavên min asê bûn. Me tiştekî wisa nedîtibû. Ew xaîn wan însanên li milê çepê eciqandin û çûn. Ez bi rexê xanima xwe ve çûm, li erdê bû. Min  rahiştiyê, ji serê xwe darbe xwaribû. Min jê lavayî kir da ku bi min re biştexile.Lê deng jê derneket. Diviyabû min wê biribana nexweşxanê, lê çawa?  Min dizanibû rê çawa qelebalix in, ji ber wê yekê min ji Xweda alîkarî teleb kir.”

 “Lawê min dema ku bihîstiye diya wî şehîd bûye 2 rikat nimêj kiriye”

Remezan Tekîn piştî ku van tiştan diyar kir re wî qala hewildana xwe ya gihaştandina xanima xwe kir û wiha got: “  Wesayîtek sekinî û min xanima xwe bir nexweşxanê. Bi alîkariya Xweda 4 deqîqeyan de gihaştin xestê. Doxtoran me şandin nexweşxaneya lêkolînê, li wê derê nêzî 2 seatan di ameliyatê de man. Me hêvî dikir bi silametî derkeve û baş bibe û me ji bo vê yekê dia dikir. Lawê min li min geriya, lê ez nikaribûn bersiva wî bidim. Li çend kesên din  jî geriyabû û hîn bûbû ku birîndar bûye, lê bawer nedikir. Di taliyê de hîn bû ku diya wî şehîd bûye. Wê demê çûye  2 rikat nimêj kiriye. Gotiye ‘Diya min gihaştiye tiştê ku dixwast.’

Tekîn di dawiya axavtina xwe de diyar kir dema ku xebera şehîdiyê ya xanima wî jê re hatiye ew ji rexekî ve kêfxweş bûye  û ji rexekî ve xemgîn û mehzûn bûye.

Emîn Ayanogluyê ku birîndar bûbû di axavtina xwe de diyar kir  kekê wî, wê şevê şehîd bûye û wiha got: “  Kekê min wê şevê şehîd bû û ez jî xazî bûm.  Hemd ji Xweda re ev şanazî ji bo me hemiyan bes e.  Ev welêt bi xatirê xatiran ên şehîdan li ser piyan dimîne. Ji ber vê yekê emm  bi şanaz in, bextewar in û qet ne poşman in. Em hemû dizanin ew şev şeveke çi qas xaîn û alçaq e. Ew ne teşebûsa darbê ya îşxalê bû. Ev milletê ezîz ji wê teşebûsa îşxalê re bû mani’ û ji teşebûsa darbê re destûr neda. Vê micadeleya ku me daye tu millet nikare bike. Ev cezaret bi tu kesî re tuneye. Me bi vî awayî wan xaîn û alçaqên di nav xwe de jî dît. Înşallaj em ji bê pê ve bi hêztir  bin û li cihên baştir bin.”

“Min tenê ji bo şehadetê li kekê xwe dihesûdî”

Ayanoglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir  ew xemgîne ku şehadet nebûye nesîbê wê jî û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Weke wê şevê em bi lez û bez ji bo şehîdîbûnê çûn. Me bi rastî jî gelek zêde dixwast. Xwezî ji me re jî bûbenesîb. Min tenê ji bo şehadetê li kekê xwe dihesûdî.Şehadet jê re bû nesîb, lê ji me re nebû nesîb. Em her tim li ba hev bûn. Wê şevê em li ba hev bûn û em bi hev re birîndar bûn. Ji kekê min re bû nesîb, lê ji min re nebû. Ev yek ne isyan e, hemd ji Xweda re ku em jî bûne xazî.”

Safiya Bayata diya 2 zarokan a ku di 15ê Tîrmehê de li ser pirê dema ku diçû hewara birîndaran ve bi berikên darbekeran birîndar bû diyar kir eskerên darbeker wê şevê kesên ku dihatin  alîkariya birîndaran de jî berik direşandin. Bayata ku hest û ramanên xwe yên wê şevê anî zimên diyar kir ew tu carî wan tiştên ku di şeva teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê de qewimîne ji bîr nakin.

Bayat axavtina xwe de diyar wê di şeva teşebûsa darbê de temamê haziriyên xwe kiriye, rahiştiye tizbî û Qur’ana xwe û xwe berdaye meydanan. Bayat dû re wiah li axavtina xwe zêde kir: “ Dema ku ez bi rexê pirê ve çûm min îtfaîyek dît ku gelek esker di nav de bûn. Min tiştek jê fam nekir. Hinekî din ez pêşve çûm polêsan min sekinand û ji min re gotin ku  li pêş xetere heye. Min  ji wan re got ku ez ê pêşve biçim. Dema ku ez pêşve çûm min alê dît û ez bi cesaret bûm. Xortên wê derê ji min re gotin pêşve neçe ew ê li  serê te de guleyan berdin.  Lê min bi ya wan nekir û ez pêş ve çûm. Lê dema ku min wê xêza diyarkirî derbas kir ji tanqê di ser min de berikan reşandin.”

 “Ji bona min digotin ‘ Serdarê me, ma em wê bikujin”

Bayat qala serpêhatiyên xwe yên wê şevê yên li ser pirê kir û diyar kir  dema ku wê li rasta  kesên bi rutbe heye û ji wan re xeletiya wan gotiye ew kesên bi rutbe li ber guhê wê de berikek teqandiye.  Ew qelbên ku ji Xweda baer dikin û jê re teslîm bûne qet ji tiştekî natirsin, tenê tiştê ku jê ditirsin Xweda ye. Di wê demê de tu tişt di eqlên we de tuneye, ne malbat, ne zarok û ne jî mêr.  Tu tişt di eqlê we de  tuney. Tenê doza we, piyên we yên ku li ser heqiyê ne, qelbê we ya ku dixwaze şahidiyê bike û hûn hene. Piştî ku ev tişt qewimîn re min ji eskerê bi rutbe re got ku ez ji te natirsim, ger dixwazî bi min de berdî, ez pişta xwe bidim te bi min de berde. Lê dîsa jî min girt û bi vir ve û bi wir ve bir û anî. Êdî min fêm kir ku ev xaîn pir zalim in û min demekê xwest ku ez paş ve vekişim. Lê dîsa min xwest ez wan îqaz bikim, dibe ku hinek ji wan derketibana û jê re bêîtaatî kiribana û di serê wî zalimî de berdabana. Ez di nava van fikaran de bûm û ji paşve deng zêde bû. Çiqas ez diaxivîm  ji min re digotin ‘em wê bigrin hundir yan em wê bikujin.’

 “Ji eskerên bi rutbe re got ‘diyên we ji bo vê rojê aniye dinyayê”

Bayat diyar kir eskerên darbeker çendîn caran di pey wê de gule reşandine, lê qet berik lê neketine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Min ji eskerê bi rutbe yê herî dawî re got ku tu pir zalim î û tu hewil didî wan jî bikî zalim.  Pir zêde bi min de xeyîdî û berê xwe da wan eskerên bi rutbe û ji wan re got ‘diyên we ji bo vê rojê aniye dinyayê.’ Min pişta xwe da wan û wî fermana bernana guleyan da wan. Eskerên darbeker çendîn caran di pey min de gule reşandine, lê qet berik li min neketin. Ger we îman anîbe û ger hûn teslîmî Xweda bûbûb, Xweda serê we li ber zaliman natewîne. Lewra qelbên ku bawerî anîbin ji polayê qewîtir in.”

 “Wan kesên ku destên xwe rakiribûn û hewil didan ji birîndaran re bibin alîkar jî dixistin”

Bayata ku qala birîndarbûna xwe kir diyar kir dema ku ew kiriye herê alîkariya pîrekek birîndar berik îsabetî kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Ev yek ji bo min şerefeke mezin e. Çawa ew kesên ku dixwastin bimrin bi heman awayî min jî xwest ku ji bo xweha xwe canê xwe bidim. Min negot ez birîndar bûm. Min got ez ji we rica dikim biçin hewara xweha min, lê xweha min  li ber çavên min jiyana xwe ji dest da. Ji ber ku cihê ku em lê bûn di hedefa berikan de bû tu kes nikaribû were rahije birîndaran. Min bi xwe jî di wir de mam û gelek xwîn ji bedena min herikî. Wan kesên ku destên xwe rakiribûn û hewil didan ji birîndaran re bibin alîkar jî dixistin. Dû re bi şiklekê min ji wir rahiştin û min birin nexweşxanê. Min nêzî 18 rojan li xestê tedawî dît û hêj berdewam dike.”

Bayat di dawiya axavtina xwe de diyar ew ji bo doza heq derketina derve û bila canê wan di vê oxirê de feda bibe.

 "Ez diçim şehîd bibim"

Mehmet Şefîk Şefkatlîoglu di teşebûsa darbê ya 15ê Tîrmehê de ji teref darbekeran ve bi tanqan hat eciqandin û şehîd bû. Wahîde Şefkatlîoglu di roportaja ku da ÎLKHAyê de diyar kir  roja darbê mêrê wê bi destûr bû û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em li malê bûn û mêrê malê boyax dikir. Ez çûm ku razim, nîv seat an seatek derbas nebûbû ku qîza min a biçûk hat û got 'xaltiya min digere.'min telefonê vekir û ji min re got 'xwehê darbe çêbûye, ma haya te jê heye?'  Çawa ku darbe ez rabûm ser piyan û min dest bi giriyê kir. Hema Sûrî hat eqlê min. Min wan tiştên ku li Sûriyê diqewimin û îşkenceyên ku li însanan tên kirin anî bîra xwe. Hema ez çûm hundir û min televîzyonê vekir, lê tiştek di televîzyonê de tunebû. Dû re min gazî lawê kir, lawê min li qenalan nihêrt, di yekî ji wan de derbas dibû ku fermandarek hatiye  rehîn giritn. Min ji mêrê xwe got ez derdikevim derve. Wî ji min re got 'bisekine, tu derê kû. Tu li malê be, ez û lawik biçin.' Min qebûl nekir û min rahişte pardesuya xwe. Di wê kêliyê de di televîzyonê de Serokkomar Erdogan hebû û bang li temamê xelkê dikir da ku xwe berdin kolanan.  Piştî wê yekê ez, lawê min û bavê wî em tev de bim kelegirî derketin derve. Dû re em çûn rexê çarrahê ve. Min bi telefonê temamê naskiriyên xwe geriya. Min ji wan re got, derkevin derve, welat ji dest diçe. Dû re em çûn bi rêxê qada teqandina berikan ve çûn. Di rê de em rasta dost û cîranên xwe hatin. Cîraneke min ji min pirs kir çima tu ew qas dilezînî? Min jî jê re got ku, ez ê biçim şehîd bibim.

 "Mirin heye veger tuneye"

Şefkatlîoglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir dema ku ji wan re hat gotin divê em ber bi balafirgehê ve biçin wan jî berê xwe dane wî rexî ve û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Me dest bi meşê kir, hetta zilamê min ji min re got biçe malê. Min jî jê re got mirin heye, veger tunye. Dû re em ber bi Taxa Bîrlîkê ve meşiyan. Du rê derketin pêşiya me, Rebbê me berê me da cihê ku dê lê hewadîs derkeve. Em nêzî 15-20 deqîqeyan meşiyan. Dû re gotin berikan direşînin. Zilamê min ji min re got ku' Xwe ji jor ve bi qeveze.'  Ez jî ji bo ku bi kîlo bûm, min jê re got tu xwe biqeveze, ez ê jî dê ji bînî ve werim. Ew der ew qas qelebalix bû ku tiştek nedihat xuyakirin. Mêrê min xwe ji ser bariyerê qevazt û min jî ji bin bariyê piyê xwe dirêj kir. Em di wî halî de bûn ku tank ji ser me ve çû."

 "Cihê tiştê ku ji Rebbê min  tê li ser serê mi heye, ez qet gazinan nakim"

Şefkatlîogluya ku wan demên di bin tankê de mayînê bi van gotinan 'Min got ya Allah! Û çavên min hatin girtin. Lê dengê her tiştî dihat min, hişê min  li serê min bû' dianî zimên  dû re wiha got: "Min germahiyê hîs kir. Xortek digot xwişkê xelas bikin. Wan gotiye em wê bi ambûlasê bibin, lê sax be wî xortê me gotiye ' Em li benda ambûlansê nesekinin, em wê bixin wesayîtê û wê bibin nexweşxanê.'  Min kirin wesayîtê, min hîs dikir ku piyê min  diheje. Dû re min nav, paşnav û nimreya xwe da wan. Doxtoran narkoz dan min û ez nêzî mehekê di lênerîna giran de mam. Dema ku min çavên xwe vekir ewil min pirsa zilamê xwe kir. Ji min re gotin ku rewşa zilamê te girantir e û ew nikare biaxive, lê tu dikarî. Dû re ji min re gotin ku ew ê piyê te bê jêkirin.  Çend rojan hewildane da ku piyê min neyê jêkirin, lê çênebûye. Cihê tiştê ku ji Rebbê min  tê li ser serê mi heye, ez qet gazinan nakim."

 "Lawê min ji min re got ku bavê hêj wê rojê jiyana xwe ji dest da"

Şefkatlîoglu diyar kir wê her tim li xestê pirsa zilamê xwe dikir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Min dixwast ku ez zilamê xwe bibînim, lê nîşanî min nedidan. Min ji bira û zarokên xwe re pirsa wî dikir; wan jî ji min re digotin 'divê tu bi qewet be, divê tu xwe bernedî. Tu dikarî ji heqê hemî tiştî derkevî.' Min qet fêm nedikir çima van tiştan ji min re dibêjin. Gelek wext derbas bû, meraqa min zêdetir bû. Herî dawî dema ku ez dio lênerîna giran de bûm lawê min hatibû ba min û ji min re gotibû ku 'rewşa wî baş e û em ê jê re kaxizekê derxînin.' Min fêm kir ku kaxiza mirinê ya zilamê min dê derxînin û min dest bi giriyê kir. Digel min lawê min jî giriya û ji min re got ku 'hêj wê rojê bavê min jiyana xwe ji dest da.'

Şefkatlîoglu di berdewama axavtina xwe de qala pêvajoyê li xestê mayînê kir û wiha got: "  Min bihîst ku zilamê min rehmet kiriye, lê min wî nedî Berî vê mehekê ez çûm ser qebra wî. Ji ber ku cihê ku çûyê cihekî pir delal e, ez xemgîn nabim. Lê dema ku mir, ger mirov nikaribe tevlî cinaze û definkirinê bibe ku ev yek jî mirov xemgîn û mehzûn dike."

" Ez xanima şehîdekî me ku ev yek  ji bo min şanazî ye"

Şefkatlîoglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew hîs dike ku zilamê wî yê şehîd li xestê hatiye ziyareta wê û dû re wiha got: " Piştî wefata zilamê min Eyda Qurbanê a ewil bû, ez pir zêde mehzûn dibûm. Qotiyeke televîzyonê hebû û her roj du qumrî dihatin û li wê derê dixwandin. Ew her du qumrî ji min re dibûn teselliyeke mezin. Min ji xwe re digot, zilamê min tê ku min bibîne, min bi tena serê xwe nahêle. Dibêjin şehîd namirin, bi rastî jî namirin. Ez bi zilamê xwe ser bilind im. Hemd ji Xweda re, ez qet nepoşmanim. Ez xanima şehîdekî me ku ev yek  ji bo min şanazî ye. Rebbê min mikafateke gelek mezin da me, înşallah Xweda dê me li wê derê bîne ba hev."

 "Ez naxwazim darbeker wek zavayan derkevin mehkemê"

Şefkatlîoglu di dawiya axavtina xwe de diyar kir ew dixwaze darbeker bên îdamkirin û wek zavayan ji mehkemê re neyên derxistin û dû re wiha li axaxtina xwe zêde kir: " Bi izna Xwedê em ê sist nebin û xwe bernedin. Em bi hêza îmanê li dijî çekan sekinîn, me welatê xwe neda tu kesî.  Bi izna Xwedê em ê ji îro pê ve jî nedin tu kesî û ez îdamê dixwazim. Nexasim dema em li wan welatên din dinêrin dema ku sûcdaran derdixin mehkemê tulumên sor li wan dikin û destên wan jî di zincîran de ne. Lê belê ev xaîn weke ku zava ne derdikevin mehkemê, ez vê yekê jî naxwazim. Ez naxwazim xwîna zilamê min li erdê bimîne, bila cezaya ku heq dikin bidin wan."

Mehmet Şefîk Şefkatlîogluyê 49 salî yê ku tamîrkerê alavên spî bû roja 15ê Tîrmehê di bin tankê de ma û şehîd bû. Şefkatlîoglu  bavê 3 zarokan bû.

 “Dema ku derketina derve hat qedexekirin ez derketim derve”

Nazlica diyar kir ew şeva darbê li Kizilayê bû û dû re wiha got: “ Ez û hevalekî min em li kafeyê rûdiniştin. Hema ji nişka ve me dît ku balafirên şer gelek nizim difirin. Min dît ku 2 balafir difirin. Wê çaxê seat 21.00 bû. Elbet em li vê rewşê şaş û ecêbmayî mam û me meraq kir ka çi dibe. Seatek derbas bû û me bihîst ku li Stenbolê hinek esker pirê girtine. Me daxuyaniya Serokwezîr Bînalî Yildirim guhdar kir.  Serokwezîr dema ku got ev yek ‘teşebûs e’ me jî ji xwe re ya li Enqerê jî teşebûs e û em piçekî diltirs bûn.  Hevalê min gelek zêde li min israr kir da  ku em biçin malê, lê min vê qebûl nekir û min jê re got em li kolanan bin dê baştir be. Wê demê Serokkomar daxuyanî nedabû. Ji ber israra hevalê min em çûn malê. Seat derdora 22.30î bû, di TRTê de danezana darbê dihat xwendin. Dema darbe dihat xwendin nêzî 300-400 fikir ji serê min derbas dibûn. Min di jiyana xwe ya zanîngehê de dîroka welêt, darbeyan û heyama komarê xwendibû û min dizanîbû ku xelkê me herî zêde di van qonaxan de zehmetî û elem kişandine. Ji ber vê yekê  min halê xwe halê zarokên xwe û welatê fikirî û min got ew ê çi bibe ji halê me.  Dema ku danezana darbê dihat xwendin derketina derve hat qedexekirin. Wê demê hema min xwe avêt derve. Min ji hevalê xwe re got ez diçim xestê û ez derketim. Elbet ez neçûm xestê, min berê xwe da Qada Kizilayê.”

 “Ez bi hesta namûsê derketim derve”

Nazlica diyar kir dema ku ew ber bi Qada Kizilayê ve dimeşiya hevalekî wî yê ku di Wezareta Karên Av  û Daristanê dixebitî lê geriyaye û xemginiya xwe jê re gotiye û dû re wiha pê de çû: “ Dema ku ez bi hevalê xwe re diaxivîm min di pilazmayekê de dît ku Serokkomarê me bang li xelkê dike da ku xwe berdin kolan û meydanan. Dema ku min dît Serokkomar bi telefonê diaxivî min fêm kir darbeker her derî bi dest xistine û ez diltirs bûm. Elbet  hevalê min ji min re digot ‘Mêze bike, navê te Devrîm e, tu Diyarbekirî yî, dema ku mirov li tê dinêre fêm dike ku tu Kurd î. Tu tiştî neki jî ew ê te bigrin û bibin.’  Min jê re got ku ez ê li derve bimînim û min telefonê girt. Wê demê xanima min ducanî bû ûçûbû memleket. Ew şev gelek ecêb bû û bi gotine mirov nikare qala wê şevê bike. Dema ku derketina derve hat qedexekirin min bi hesta namûsê xwe avêt derve.”

 “ Fewc bi fewc însan dihatin meydanê”

Nazlicayê ku got ‘Li Qada Kizilayê çend tank û esker hebûn’  wisa li axavtina xwe zêde kir: “ Fewc bi fewc însan dihatin meydanê û bi cesareteke mezin derdiketin li ber tankan. Eskerên darbeker li ser wan kesên ku derdiketin ser tankan de direşandin. Însan hewil didan bi wan re xeber bidin, lê esker pir hov bûn.  Darbeker di ser hinek kesan tankan ajotin û di ser hinek kesan de jî berik reşandin. Li ber çavên me di ser taksiyekê de derbas bûn û wê eciqandin. Em ecêbmayî man. Lê tiştê ku cesaret dida me hovîtiya wan bû.  Di ser me de tank ajoyin û gule berda ku ev yek me wêrektir kir. Di derdora seat 23.00an de ji ber zext û tesîra însanan tankan berê xwe ji Kolana Meşrûtiyetê dan ber bi hêla TBMMê ve û çûn. Ji ber vê wesîlê me tekbîran avêt û em ber bi meclîsê ve birêve çûn.”

 “Li ber çavên me bi tankan însanan eciqandin”

Nazlica di berdewama axavtina xwe de diyar kir piştî meclîsê dengê gelek çekan hatiye û ew derbasî Sererkantiyê bûne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dema ku em gihaştin ber Sererkaniyê em li rasta tabloyeke wehşî û hovane hatin. Li ber çavên me bi tankan însanan eciqandin. Gelek şehîd û birîndar hebûn. Derdor bûbû gola xwînê. Bavek û lavê wî li erdê dirêjkirîbûn û bêçare sekinîbûn. Bênavber di ser însanan de berik berdidan û balafir ji nizim difiriyan û ji helîkopterê di ser însanan de berik berdidan.  Digel temamê van tiştan weke ku ji temamê însanên li wê derê ne re erkên cuda hatibû dayîn.  Hinek ji wan Qur’an dixwend, hinek li sefên paş û hinek li yên pêş tiştinan dikirin. Bi şikle rêxistinî tunebû, lê herkes hewil dida tiştekî bikin. Min bi xwe jî nexasim hewil dida alîkariya birîndaran bikim, çend kes ketibûn rêjêrê û min alîkariya wan dikir. Min wan dişand xestê. Însan zorê dan deriyê Sererkaniyê.  Wê demê min dît ku ji quluneyeke biçûk vîdyo tê kişandin. Dema min vê yekê dît ez sefek paşve vekişiyam, lewra min ji xwe re got sibe dê kî li vê derê be hemû bên binçavkirin. Çawa ku derî şikest û ket erdê di ser me de berik reşandin. Li wê derê berikek îsabetî sînga min kir.”

 “Dema ku min wê bombeya ku li meclîsê hat avêtin dît ez ecêbmayî mam”

Nazlica di berdewama axavtina xwe de diyar kir berik raste rast îsabetî sînga wî nekiriye, ger kiribana ew ê sînga wî perçe kiribana û dû re wiha pê de çû: “ Berikeke ku pengizîbû  hat îsabetî sînga min kir. Ez ketim şokê, bîskek şûnda min cil û bergên xwe ji xwe kirin û min birîna xwe dewisand. Dû re min li wesayîtekê geriya da ku ez biçim xestê. Wê demê ji Sererkaniyê du helîkopter bi hewa ketin, di yekî ji wan de Hulusî Akar hebû. Piştî ku helîkopter bi hewa ketin re meclîs hat bombebarankirin. Teqîneke pir ecêb bû. Min xwe avêt taksîkê û ez çûm Hacattepê. Piştî min bi tesîra wê bombê gelek birîndaran anîn xestê. Menzereyeke pir xirab bû. Xweda cardin wan rojan nîşanî me nede.”

Nazlica diyar kir wî, wê  meseleya xwe ya birîndarbûnê piştî ku mehek ji ser teşebûsê derbas bûye ji malbata xwe re gotiye.

Şebîkê ku diyar kir dema ku darbe bû ew li Uskudarê bû û di derbarê wê şeva bi xwîn de wisa got: “Ez li Uskudarê rûdinim û wê şevê jî ez li wê derê bûm. Seat 20.30an de ez li Kisikliyê me  û seat bnû 21.30 trafîk hin bi hin zêde bû. Elbet cihê ku em lê bûn televîzyon tunebû, em ji bo civatê li wir bûn. Dû re me televîzyonê vekir û me xwe li meydanan dît.  Seat dihat 21.45an ez li ser Pira Altunîzadê bûm. Me dixwast derbasî ber mala Serokkomarê me bibin, lê polêsên ku li serê Parka Millî bûn nedihiştin ku em derbasî wê derê bibin. Li wê derê qêrînek hebû. Însan digotin ‘em ber bi pirê ve bimeşin.’ Hinek însan jî digotin ‘ber bi pirê ve neçin, niha tankek ber bi vir ve tê, ger em ji vir biveqetin dê tank were vê derê û dê ew ê serfiraz bibin.’  Em li wê derê hîn bûn ku ev tişt teşebûsek e. Li wê derê bi sed hezaran însan hebûn. Ez hewil didin qala wê kêliyê bikim. Dû re me  heta 23.00an li wê derê sekinîn.Çi qas serokkomar ne li malê be jî, lewra serokkomar komarê temsîl dike, milletê temsîl dike. Ji ber wê yekê tiştê ku tê xwestin lê bê kirin tê xwestin li milletê bê kirin.”

 “Tank ber bi jêr ve dihatin û wesayîtan dieciqandin”

Şebîk di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew heta seat 23.00an li Kisikliyê bûye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me pê hisiya ku tank hatiye sekinandin. Dû re me got ku em biçin Pira Bogazîçiyê. Piştî seat 23.00an em çûn wê derê. Millet ji telefonan  banga Serokkomar Erdogan guhdar dikir. Min li wê derê vê yekê dît: di rûyê esker de lênerînek heye, ango çek dane destên we û hûn berê çekan didin ser xelkê û berikan ser wan de berdidin. Niha ev yek aîdî kîjan zihniyeta jirêderketîye.  Li wê deêr tank ber bi jêr ve dihatin û wesayîtan dieciqandin.  Hetta piştî demekê otobuseke eskeriyê kir ku biçe. Êdî nizanim li wê derê esker kêm bûn yan na ez nizanim. Qet li ber xwe nedinihêrt, yanî yê ku xwe ji otobusê davêt xelas dibû. Me otobusê da sekinandin  û rahişte çekên eskeran. Wê kêliyê hewadîseke wisa diqewimî.”

“Li vê derê berikeke ku di sînga millet de hatiye berdan heye, lûleya tankê ya ku berê wê dane sînga millet heye”

Şebîk di berdewama axavtina xwe de diyar kir piştî wê bûyerê ew heta seat 04.00an li ser pirê sekinîne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Min li wê derê dît ku ji gundiyan bigre heta karker û karsazan, bêyî nihêrtin dîn, siyasî, partî û mezheb hemû kes li wê derê bû. Însanên ku di normalê de nedihatin li bal hev tev li wê derê bûn, hatibûn li bal hev. Em tev de ji vê qêrînê re ji vê îsyana qahpik re îsyan dikin. Niha ev der menzereyeke muhîm e. Li vê derê berikeke ku di sînga millet de hatiye berdan heye, lûleya tankê ya ku berê wê dane sînga millet heye. Temamê milletê li vê derê sekinîye, sînga xwe vekirine û gotine fermo.”

 “Ew ê Tirkiye vê teşebûsa xaîn a darbê qet ji bîr neke”

Şebîk di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ê Tirkiye wê teşebûsa darbê ya ku ji teref hinek xaînên ku cilên eskeran li xwe kiribûb ve hat kirin qet ji bîr neke û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Lewra darbeyekê bifikirin  tê de li ser siwîlan de tê reşandin. Tu eleqeya 15ê Tîrmehê ji nêz ve û ji dûr ve bi bûyereke mehelî re tune ye. Tıştek heye ji bo gotinê ew jî ev e. Niyeta min tuneye ez li vê derê Kenan Ewren biparêzim, lê tu dinihêrî  di darbeya 1980an de profesor rûdinin û qanûnan dinivîsînin, parlemento û senoto tên avakirin. Çiqas bi eqlê derve be jî dîsa ew hêmanên mehelî wicdanên xwe winda nekirine. Ez naxwazim pesna wan bidim. Lê em li vê derê dinêrin.Hûn ji kokê heta nokê firotî ne û hûn erka xwe bi cî tînin.”

Şebîk di dawiya axavtina xwe de diyar kir ew dixwazin berpirsiyarên wê şeva ku bi xwîn û êş dagirtiye bên cezakirin û dû re wiha li dawî li axavtina anî: “ Em ji temamê sazî, mehkemeî dozger, parêzer û serokê mehkemeyan teleb dikin ku ev xaîn bi qasî ku bêhna civakê berde bên cezakirin”

Erdal Elîbuyukê Serokê Bajêra Stenbolê yê HUDA PARê di 15ê Tîrmehê de çawa ku bi teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê bihîst ew jî wek welatiyên din çû Balafirgeha Ataturkê û derket ser tankan. Elîbuyukê ku wê şevê derketibû ser tankan xelkê organîze kir û eskerên darbeker ji nava tankan da derxistin.

Elîbuyukê ku qala wê şevê ji ÎLKHAyê kir di destpêka axavtina xwe de ji bo şehîdan rehmet teleb kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber emrê me, me teşebûsên mîna e-mixtira û post modern darbê dît. Lê belê me cara ewil ji darbeya eskerî re bû şahid. Ji tiştên ku me xwendiye wirdetir me vê yekê bîlfîîl dît.”

 “Me bi şikleke bi lez talîmat da temamê teşkîlatên xwe da ku biçin balafirgehan”

Elibuyuk di berdewama axavtina xwe de diyar kir lew hêvî dike ku Xweda cardin tiştekî wisa bi xelkê nede jiyandin  û dûre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Şeveke zor zehmet bû. Ez wê şevê di derdora seat 22.00an de li malê bûm. Xanima min hişyarî da min got darbe dibe, ji ber vê yekê em rûniştin li ber televîzyonê û me hewil dida fêm bikin ka çi dibe. Lewra me nediye ka darbe çawa dibe. Tiştê ku me di ekranê de didît eskerên ku li ser pirê bûn û tevlîheviya ku li wê derê bû. Dû re me li medyaya civakî nihêrt. Me dît bi rastî tiştin ne di rê de ne, me hewil da ka çi dibe da ku em fêm bikin. Elbet di vê navberê de me hewil dida bi serokê xwe giştî û navenda xwe ya giştî re têkevin pêwendiyê. Lewra navenda darbê Stenbol û Enqere bû. Dihat gotin li çend bajarên din jî çûyîn û hatin çêbûye, lê bi taybet jî navenda darbê Stenbol û Enqere bû. Di wê pêvajoya hewildana danîna pêwendiyê de gelek kes li me geriyan  û endamên me serokên navçê yên partiya me ji me pirs dikirin ka em çaw hereket bikin.Fêmkirina rewşê zêde wext negirt, me fêm kir hewil tê dayîn ku darbe bê kirin. Me jî bi talîmata serokê xwe giştî bi şikleke bi lez û ecele peyam şand ji temamê teşkîlatên xwe û  her wiha me ji ser medyaya civakî û ji ser hinek televîzyonan jî me bang li temamê endam û dildarên partiya xwe kir û me ji wan xwest ku derkevin kolan û meydanan. Ji me pirs dikirin ka em ber bi kîjan rexî ve biçin , me jî ji wan re digot însan fewc bi fewc ber bi kîjan rexî ve diçin, hûn jî ber bi wir ve biçin, ango ber bi qadan, balafirgehan  û meydanan ve.  Lewra millet wê şevê ji tu kesî talîmat nestandibû û derketibû derve.Di naveyna mala min û balafirgehê de  8-10 kîlometre hebû. Ji mala me heta balafirgehê trafîk hatibû girtin. Însan wesayîtên xwe park kiribûn û bi peyatî diçûn. Me bi şikleke bi lez talîmat da temamê teşkîlatên xwe da ku biçin balafirgehan.”

 “Digel wan welatiyên li wê derê me hewil da da ku tankê bisekînin”

Elîbuyuk di berdewama axavtina xwe de diyar kir xelk ber bi navendên girîng ên bajêr ve vedikişin û dû re wiha  pê de çû: “ Gotin ku ji qereqolan banga alîkariyê dikin. Gelek hevalên me, çûn Parka Saraçxanê. Ew bi xwe di nav pevçûnê de man. Li Stenbolê gelek xalên girîng hene. Ev der balafirgeh, pir, walîtî, şaredariya mezin a Stenbolê, Parka Saraçanê ku exlebeyê şehîdan li vê derê ye hene. Me jî hema bi lez li wesayîtên xwe siwar bûn û me berê xwe da wan deran. Heta ku cihê ku em karibûn bi wesayîtan çûn û ji wê pê ve jî em bi piyatî çûn. Elbet dema ku em derketin ser rêya Basin Expressê me dît ku li wir 3 tank hene. Me dît ku ji rexê balafirgehê ber bi ciheke din ve diçin . Ji me re gotin ji van tankan tankek li balafirgehê yekî eciqandiye. Wê kêliyê me hewil da digel hev wê tankê bisekinînîn. Lê nedisekinî û hereket dikir. Dû re me tankê sekinand. Lewra li pêşiya tankê nêzî 150 kesî hebû.”

 “Piştî ku me tankê sekinand , em derketin li ser tankê”

Elîbuyuk di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew wê girseya qelebalix organîze kirine û dû re wiha li axzavtina xwe zêde kir: “ Me vê komê organîze kir. Em li ber tankê sekinîn û me tankê da sekinandin. Dû re em derketin li ser tankê. Ji bo tank hareket neke me hewil da eskerên di nav tankê de derxînin. Elbet piya nedibûn. Me nêzî 1,5 micadele da, carinan tank hareket dikir. Piştî demekê eskerên di nav de derketin û teslîm bûn.”

Elîbuyuk diyar kir ew tiştên ku diqewimîn ji darbê wirdetir bû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ya rastî ev tişt ji darbê wirdetir bû. Di darbeyan de esker dest dideynin li ser birêveberiyê û demekê welêt birêve dibirin û piştî ku xwe bi qanûnan xistin bin muhafezê birêveberiyê dewrî birêveberiya siwîl kirin. Darbe pîs in, temamê darbeyan pîs bûn. Yanî ez cudahiyê naxwim navbera wan û e muxtiraya 27ê Nîsanê jî di nav vê de ye. Tu terefên van ên ku bên parastin tuneye.”

 “Bi destnimêj derkevin, hûn ê şehîd bibin”

 Elîbuyukê got me xeber da temamê teşkîlatên xwe da ku bi destnimêj derkevin derve û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Wê şevê me ji temamê hevalên xwe re got ku bila hemû kes  destnimêja xwe bigre û derkeve derve. Lewra xeberên mirinê dihatin, xeberên şehîdan dihatin. Me ji ber vê yekê ji hevalên xwe re digot ‘^destnimêja xwe bigrin, hûn ê şehîd bibin înşallah.’ Gava ewil a wê şevê ev bû.”

 “Xebera li ser Pira Bogazîçiyê şehadeta birayê me Mehmet Karaaslan  ji me re hat”

Elîbuyuk di berdewama axavtina xwe de wisa qala wê şevê û bûyerên wê şev kir: “ Ji ber ku ez arîkarê berpirsiyarê medyayê bûm, diviyabû min bi xwe xeber dabana serokê me yê giştî. Zêde li wir neman, piştî 2 seatan min berê xwe da rexê mala me ve. Pêwîst bû êdî me medyayê taqîb kiribana. Telefonek hat ji me re. Ji me re gotin ku li ser Pira Bogaziçiyê kesekî bi navê Mehmet Karaaslan şehîd bûye. Elbet wê kêliyê di destê me de malûmatên eseh tunebûn. Hema me digel Metîn Demîrç arîkarê serokê me yê bajêr çûn ber bi pirê ve. Ji me re gotin ku li ser pirê şehîd bûye, lê li hêla Anatoliyê di mirîxaneya nexweşxaneyekê de dimîne. Elbet li wê derê endam û dildarên me her tim xeber didan me. Lê hinek tiştên ecêb me li wir dît. Birayên me yên ku balafirê bi dst xistine selfiyê dikşînin û ji me re dişînin  hebûn. Hetta  qala tiştekî wisa kirin:  Birayên me yên ku ji Yenîbona û Bahçelîevlerê cara ewil gihaştin blafirgehê dibêjin;  dema ku em çûn li wê derê polês hebûn. Me ji polêsan re got ku herin mudaxeleyî wan bikin. Esker jî di hundir de bûn, him apron û him jî kule di destên wan de bûn. Hevalên em ji wan re dibêjin silehên xwe bidin me, em ê mudaxeleyî wan bikin. Polês di destpêkê de çekan didin wan û dû re dibêjin li ser navên me bi zimmet in û ji wan distînin. Hevalên me ji wan re dibêjin naxwe hûn midaxeleyî wan bikin.Lewra hûn polês in. Elbet  midaxeleyî wan nakin, nikarin bikin.  Birayên me bêçek dikevin apron û kuleyê û li rasta eskeran tênç Esker gefê li wan dixwin. Lê hemd ji Xweda re, birayên me girseya li wê derê organîze dikin û him apronê û him jî kuleyê bi dest dixin. Di encamê de eskeran jî bêtesîr dikin.

 “Em rêxistineke siyasî ne ku bi salan me ji nokê heta kokê  darbe tê çi wateyê hîs kiriye”

Elîbuyuk di berdewama axavtina xwe de diyar kir dû re ew derbasî Pira Xalîçê  û dîtine ku esker ji rexê Mecîdiyekoyê ve tên û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Polês di nav dilmetirsiyê de bû. Dîsa kesên siwîl wan jîpên eskeriyê sekinand.   Em jî ji wesayîtan piya bûn. Hinek esker bêrutbe bûn. Di rûyê wan eskerên ku ji hêla Anatoliyê hatibûn de tirs dihat xwendin. Ew jî hewil didan fêm bikin ka çi dibe. Lê heya wan kesên bi rutbe yên li ser serê wan ji meselê hebû. Me dîsa li wê derê midaxeleyî meselê kir. Me ji polêsan xwest ku çekên wan ji wan bistînin û wan binçav bikin, lê polês nediwêran. Dû re me bi rayedarên mehelî û bi parlementeran re hevdîtin kir. Me her tim got ku ev darbe tenê ne li AK Partiyê tê kirin; berawajî li temamê millet tê kirin. Me ji serî ve li meselê bi vê nêrînê dinêrin. Ji ber vê yekê me wê şevê û şevên din digel temamê teşkîlatên xwe yên din her çi ji destên me hat me kir û em li meydanan bûn. Lewra em xwediyê fikarê bûn. Em naxwazin hikûmeta ku hatiye hilbijartin bi kumpasan biçe. Lewra kesê ku herî zêde ji van kumpas û komployan mexdûr bûye em in. Hêç berî vê çend rojan bi kumpasan 6 sal û 3 meh ceza dan birêveberên me. Em rêxistineke siyasî ne ku bi salan me ji nokê heta kokê  darbe tê çi wateyê hîs kiriye.”

 “Polêsan rê girtibû, ji ber ku nîşangir hebûn nehiştin em derbas bibin”

Elîbuyuk di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew hewil didan ji bo dîtina cezaneya Mehmet Karaaslanoglu bibînin derbasî xestê bibin û di rê de ew tiştên ku wanan dîtine ne yên gotinê ne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Qelebalixeke pir zêde tunebû. Em heta xala dawî çûn. Em  ji hêla Ewrûpayê hewil didan derbasî hêla Anatoliyeyê bibin. Polês rê girtibûn û nedihiştin. Ji me re gotin ku nîşangir hene, hûn nikarin derbas bibin. Hetta tê gotin exlebeyê şehîdên li ser pirê ji teref wî nîşangirê ve hatine şehîdkirin. Dû re em derbasî  Pira Fatîh Sultan Mehmetê bûn. Em ji ser vê pirê derbasî Anatoliyê bûn. Dema ku em derbas bûn tû tişt tunebû, xelk xwe berdabûn meydan, kolanû balafirgehê. Em ji wir veqetiyan û me hewil da derbasî xestê bibin, lê exlebeyê rêyan girtîbûn. Dû re em derbasî xestê bûn û li wê derê birayên me ji me re gotin ku kesê ku şehîd bûye birayê me Mehmet Karaaslanoglu ye. Me jî teşhîs kir ka ew e yan na. Min  xwe berda mirîxanê, 5 şehîdên ku wê şevê li ser pirê hatibûn şehîdkirin hebûn. Malbatên wan jî hatibûn û dilorandin. Min Mehmet teşhîs kir. Tiştekî zor e, temamê şehîdên me pir bi qiymet in.”

Erdal Elîbuyuk Arîkarê Serokê Giştî yê Berpirsiyarê Danasîn û Medyayê yê HUDA PARê û Serokê Bajêra Stenbolê ye.Elibuyuk di êvara darbê de ji wan siyasîn ewil ên ku çûn Balafirgeha Ataturkê û li berxwe dan yê ewil bû. Elîbuyuk  xelkê organîze kir û derket li ser tankan.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir