• DOLAR 32.365
  • EURO 35.043
  • ALTIN 2325.366
  • ...
Parlamentoya Kurdistanê: “Ji ber şerê Tirkiye û PKKê 162 welatiyên Duhokê bûne qurbanî”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref rayedarên Parlementoya Kurdistanê ve hatine belavkirin ji ber operasyon û pevçûnên ku li herêmê di navbera serbazên Tirkîyê û PKKyîyan de rû dide heta niha 162 welatîyên Dihokê canê xwe ji dest dan.

Endama Komîteya Dîvdeçûna Pirsgirêkên Ser Sînor di Parlamentoya Kurdistanê de Jiyan Tahir  derbarê mijarê de ji malpera KDP.info re daxuyanîyek da.

“Ji ber siyaseta PKK û êrîşên Tirkiyê, bi dehan gundên Herêma Kurdistanê vala bûne û nêzîkî 200 welatiyê Duhokê bûne qurbanî”

Tahir di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir ji ber siyaseta PKK û êrîşên Tirkiyê, bi dehan gundên Herêma Kurdistanê vala bûne û nêzîkî 200 welatiyê Duhokê bûne qurbanî. Tahir dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir:  “Komîteya me ji bal Parlamentoya Kurdistanê ve serdana parêzgeha Duhokê kir û li gorî dîvdeçûnên me, tenê li sînorê nahiyeya Batofe ji ber şerê PKK û Tirkiyê, 27 gund bêavedanî mane û di çend rojên derbasbûyî de jî 3 gundên din li wê nahiyeyê ji ber êrîşên Tirkiyê vala bûne. Herwiha li sînorê nahiyeya Derkarî jî 26 gund rastî topbaran û bombebarana Tirkiyê hatine. Li Şingalê jî 6 pêgeh hatin bombebarankirin.”,

“Li sînorê Amêdiyê jî ji ber hebûna cih û navendên PKKê,198 gund vala bûne û xelkê wan li Amêdiyê û komelgehan bicîh bûne”

Tahir di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir  “Li sînorê Amêdiyê jî ji ber hebûna cih û navendên PKKê,198 gund vala bûne û xelkê wan li Amêdiyê û komelgehan bicîh bûne. Mixabin ji ber hebûna PKK li sînorên Akrê û Zaxo û Amêdiyê berdewam Tirkiye wan navçeyan topbaran û bombebaran dike. Di encama şerê ser sînor û êrîşên Tirkiyê, di salên derbasbûyî de li Zaxo 32 welatî şehîd bûne û 10 kes jî birîndar bûne, li Amêdiyê 28 kes şehîd bûne û 4 jî birîndar bûne, li sînorê Akrê jî zêdetirî 100 kesî şehîd bûne.Ji ber alozî û rewşa sînor û şerê PKK û Tirkiyê, rêjeya bêkariyê li sînorê Duhokê zêde bûye, ji ber ku ew navçeyên ku şer li wan heye, ji aliyê çandiniyê ve dewlemend in û xelkê wan nikarin sûdê ji erd û zeviyên xwe bibînin, û xelkê wan gundan li Duhok û Zaxo û Akrê û Amêdiyê bêkar in.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir