• DOLAR 32.352
  • EURO 35.12
  • ALTIN 2309.78
  • ...
Li Yemenê herî zêde zarok ji herbê tesîrdar dibin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî di wan êrîşên ku ji sala 2015an vir ve ji teref Siûd û Mîrektîyên Ereban a Yekbûyî ve bi piştevanîya Amerîka û Îngîlterê tên kirin de zêdetirî 20 hezar kesên sîwîl hatin qetilkirin.

Digel van êrîşên ku berdewam dikin dorpêç û ambargoya ku rejîma Siûd danîye li ser Yemenê bûye sedem ku qeyrana însanî ya heyî mezintir û bi xeteretir bibe. Her roj çendîn zarok ji ber tunebûna xurekê û ji ber ku ava paqij nayê temînkirin canê xwe ji dest didin.

Li Yemenê zarok ew kes in ku herî zêde ji herbê tesîrdar dibin.

“Yek ji wan zarokên ku ji herbê tesîrdar bûye Mesîre Saqar Al-Huveyrîya ku berî vê 3 mehan hatiye dinyayê ye ku ew ji ber ku tunebûna xurekê niha li nexweşxanê tê tedawîkirin. Al Huveyrî li nexweşxanê li hember nexweşîya ku pê ketiye li berxwe dide.

Dapîra Mesîre derheqê rewşa nevîya xwe de dibêje, ji ber ku dema ku dêya wê pê hemil bû bi şikleke birêkûpêk xwarin nikaribû bixwe Mesîre 2 kîlo û 400 gram hat dinyayê û bi nexweşîya biçûkbûna mêjîyê ketiye. Hinek pêdivîyê wê hene û divê em wan ji derve bistînin.Lewra li vê derê tune ne. Ger ew neyên tedarikkirin ew ê bimire. Di her halî de hemd ji Xweda re.”



Bu haberler de ilginizi çekebilir