• DOLAR 32.515
  • EURO 34.941
  • ALTIN 2437.413
  • ...
Karwana Hêvîyê ya Bîngolê di 6 mehan de ji 474 malbatê feqîr re alîkarî kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Karwana Hêvîyê ya Bîngolê Mehmet Tamaç derbarê xebatên alîkarîyê yên ku ji teref komeleya wan ve hatine kirin de daxuyanîyek belav kir.

“Di 6 mehan de ji hezar û 474 malbatî re di nirxa 280 hezar û 133 TL alîkarî hat kirin”

Tamaç di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir hebûn û tunebûn jî ji bo îmtîhanê wesîleyek e û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Di 6 mehên dawî de ji teref komeleya me ve ji hezar û 474 malbatî re di nirxa 280 hezar û 133 TL alîkarî hat kirin ku di nav van alîkarîyan de alîkarîya neqdî, goşt, xurek, cil û berg û hwd. hebû.”

Tamaç di berdewama daxuyanîya xwe de ji ber ku Îda Qurbanê nêz bûye bang li xêrxwazan kir da ku ew qurbanên xwe bidin komeleya wan da ku ew jî karibin ji zêdetir malbatên feqîr re alîkarî bikin.

Tamaç di dawîya daxuyanîya xwe de ji bo xêrxwazan reqemên pêwendîyê û bankayê wisa parve kir:

Reqemên pêwendîyê: 0545 221 87 48 / 0426 214 69 70

Yeşilyurt Mahallesi Mehmet Akif Ersoy Caddesi İş gören Otomotiv Apt. B/Blok No:22/14 BİNGÖL   

Türkiye Finans Katılım Bankası A.Ş

IBAN: TR27 0020 6001 8702 0340 7500 01

Nimreya Hisabê: 2034075-1  (ÎLKHA)

 











Bu haberler de ilginizi çekebilir