• DOLAR 32.379
  • EURO 34.968
  • ALTIN 2325.646
  • ...
Li Îranê di 24 seatên dawî de 160 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 11 hezar û 731î û bi pêketina 2 hezar û 613 kesên din hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 243  hezar û 51 kesî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat Larî  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 160 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 11 hezar û 731 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  243 hezar û 51kesî.”

Sedat di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir, rewşa parêzgehên Razewî Xorosan, Buşehr, Hurmuzgan, Azarbeycana Şerq û Xerb, Xuzistan sor e.(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir