• DOLAR 32.836
  • EURO 35.453
  • ALTIN 2515.035
  • ...
Li Îranê di 24 seatên dawî de 148 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 11 hezar û 106an û hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 232  hezar û 863 kesî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 148 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 11 hezar û 106  kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  232 hezar û 863 kesî.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir