• DOLAR 32.515
  • EURO 34.941
  • ALTIN 2437.413
  • ...
HUDA PARê derbarê "Qanûna Lêpirsînên Ewlehîyê" de daxuyanî da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Saglam di nirxandina xwe ya ku derheqê mijarê de kir de balan kişand li ser zirara ku dê "Qanûna Lêpirsînên Ewlehîyê" jê re bibe sedem û got "Bi vê têgihiştinê dê edalet neyê."

"Ji ber ku sînorên vê teklîfê eseh nebûne dibe ku ev qanûn ji bo temamê kesên ku dê bên girtin kamûyê bê tetbîqkirin "

Saglam di nirxandina ku kir de destnîşan kir "Teklîfa Qanûna Lêpirsînên Ewlehîyê her çi qas ji bo kesên ku dê ji bo îstîxbarat, ewlehî, leşkerî, edlîye û cihên mîna wan ên meqamên muhîm bên girtin hatibe anîn jî ji ber ku sînorên vê teklîfê eseh nebûne dibe ku ev qanûn ji bo temamê kesên ku dê bên girtin kamûyê bê tetbîqkirin û li ber vê yekê jî tu asteng tune ye. Lewra ji bo wan  muhendis û xizmetkarên ku dê sazîyên ku ji bo wan xala veşartîbûnê tune ye jî lêpirsîna ewlehîyê tê kirin."

"Divê temamê komên di parlementoyê de pêşîya vê bêhiqûqîyê bigirin"

Saglam di berdewama nirxandina xwe de balan kişand li ser zirarên ku dê qanûn ji wanan re bibe sedem û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Di teklîfa ku hat dayîn de prensîba  şexsîbûna sûc a ku ji prensîbên makeqanûn û  hiqûqa gerdûnîya li ber çavan nayê girtin. Peyvên mîna îltîsaq û îrtîbat ên ku ji hêmanên delîlbûnê dûr in bingeha sepana nû ya lêpirsîna  ewlehîyê ne. Ew qanûna ku nasên dûr jî  tabiê lêpirsînê ewlehîyê dike dê feyde nede vî memleketî. Divîyabû armanca bingehîn îqameya edaletê bana;lê belê bêhiqûqî tê meşrûkirin ku ev yek ji meqsada siyasetê re dijberîyê dike. Ew kesên ku dikarin û nikarin xizmeta kamûyê bikin di qanûnan de hatine diyarkirin. Di vî warî de ji verastkirineke din re pêdivî tune ye. Di vê bergehê de divê temamê komên di parlementoyê de bi eqlê selîm hereket bikin û pêşîya vê bêhiqûqîyê bigirin."(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir