• DOLAR 32.572
  • EURO 34.898
  • ALTIN 2426.718
  • ...
ENKS û YPGê li hev kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

ENKS û YPGê li hev kirin û piştî lihevkirina ku pêk hat re daxuyanîyeke hevpar a çapemenîyê dan.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin ew li gorî Peymana Dihokê ya 2014an  bê hereketkirin û dû re wiha hat destnîşankirin: "Lijneyên ENKS û YPGê di 16ê Hezîranê de ji bo tesîskirina yekîtîya neteweyî ya Kurd hatin ba hev û ev yek ji bo yekîtîyê  gava ewil bû. Di encama hevdîtinên ku hatin kirin de lijneyên her du terefan qerareke hevpar a sîyasî dan û biryar dan ku Peyamana Dihokê ya 2014an bibe bingeha sereke ya hevdîtinên wan. Ew ê di demeke kurt de peymaneke nû bê îmzekirin. Em bi navbeynkarîya Fermandarê Giştî yê Hêzên Demokratîk ên Sûrîyê Mazlûm Abdî û William Robakê Şewirmendê  di Koalîsyona Navneteweyî ya Amerîkayê de ye hatin ba hev û me li hev kir. Ev yek ji bo yekîtîya Kurdan gaveke dîrokî ye. Em ji Mazlum Ebdîyê ku navbeynkarîya lihevkirinê û ji Birêz Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistana Başûr Nêçîrvan Barzanîyê ku destek dan lihevkirinê re spas dikin. Em ji Amerîkayê re spasdar in ew ji bo Sûrîyê destekek bi hêz da."(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir