• DOLAR 32.588
  • EURO 34.757
  • ALTIN 2499.39
  • ...
​ Di salvegera duyemîn a wefata xwe de Mela Muhammed Seîd Varol-4
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mela Seîd ji pêşîvanên Cemaata Hîzbûllah bû û bi fedakarîya xwe dihat nasîn. Mela Seîd 7 salên dawî yên emrê xwe di oxira Îslamê de li muhaceratê derbas kir. Nas û hevaldozên Mela Muhammed Seîd di salvegera wefata wî de ew bi bibîr anîn û qala wî kirin.

Mustafa Sevîmê hevalê hepsê yê Mela Muhammed Seîd Varol bû derheqê hevaldozê xwe de destnîşan kir, ew him alim û him jî zana bû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Dema ku em di girtîgehê de ji bo wezîfeya xwe ya teblîxê bînin cî me kitêb dixwand. Dema ku em hîn bûn Seyda alim e em derbasî koxuşa wî bûn da ku jê dersa Erebî bigirin.Heta salekî me ji Seydayê xwe yê ku xwedî doz bû him dersa Erebî û him jî dersên din jê stand. Însanên wisa her tim nayên dîtin.Ji ber vê yekê heta ku ji me hat me qedr û qiymet da wextê xwe.  Heta salekî rojane 4-5 ders dihatin kirin."

"Seyda ji bilî alimbûna xwe her wisa xwedî doz, lîder û rêberek bû"

Sevîm di berdewama axavtina xwe de diyar kir digel ku Seyda di hepsê de bû doza xwe bi şikleke herî xweşik temsîl dikir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Seyda diçû kû derê exlaq û tebîeta wî pir xweş bû, tu kes jê aciz nedibû. Ji me re her tim digot 'Dema ku malbata we hat bila we xemgîn nebîne. Ji dêla ku ew dilê we xweş bikin, hûn dilê wan xweş bikin û moralê bidin wan.' Digel ku em di hepsê de bûn cihê ku em lê bûn xweş bû. Seyda ji me dixwast ku weke ku em li derve bin hereket bikin. Jiyana di hepsê bi sînor e, dema ku tu bixwazî jî du nikare derkeve hewayekê li cihê bêhnstandinê bistînî. Digel van zehmetîyan Seyda hewl dida ku hepsê bike medreseyek. Nêzî 25 salan em di girtîgehê de man, hem ji Xwedê re em ilmê li ser pîyan man."

"Di nav civakê de kesên mîna seyda gelek hindik in"

Sevîm di berdewama axavtina xwe de diyar kir, dibe ku îmana însanan di hepsê de zeîf bibe û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ji bo ku îmana însên zeîf nebe, divê mirov bixwîne, îbadetê bike û halê xwe bispêrê Xwedê. Kesên mîna Mela Seîd her tim vê yekê ji me re tewsîye dikirin. Hinek alim hene him rêber û him jî lîder in. Kesên wisa di nav civakê de gelek hindik in. Mela Seîd yek ji wan însanan bû.Ew wextê xwe ya di hepsê de vala derbas nedikir. Ew çûbe kîjan girtîgehê pêşî ji xwe destpê dikir û ders dida û ezberan dikir. Seyda digel ku nexweş bû tu carî di warê dersdayînê de tawîz nedida. Di rojên hevdîtinê bi xwe de jî dema ku hemû kes li benda malbata xwe bû, ew ji bo ku em wextê xwe vala derbas nekin şîret li me dikir."

"Personelê girtîgehê bi xwe jî ji Seyda bawer dikirin û derd û kulên xwe jê re digotin"

Sevîm di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser tecrubeya Seyda a di warê perwerdehîyê de û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Em beşdarî xelqeyên dersê yên ewil ên ku ji teref Seyda ve hat amadekirin bûn û me jê ders girt. Dema ku me dersa xwe dikir her tim ji me dipirsî, ka we muzakereya xwe kir an na? Me jî muzakereyên xwe dikir û dû re heta derengîyên şevê me dersa xwe dixwand. Dema ku hinek meseleyên ku me bîra wan nedibir derdiket holê me bi Seyda re îstîşare dikir. Lewra ew di xortanîya xwe de gelek zêde ilm tehsîl kir û zana bû. Seyda  xwedî helwesteke kamil û baş bû. Personelê girtîgehê bi xwe jî ji Seyda bawer dikirin û derd û kulên xwe jê re digotin. Li hember wî bi hurmet bûn"

"Seyda her tim digot ku tu tişt ji doza Îslamê  ne muhîmtir e"

Sevîm axavtina xwe ya derheqê Mela Seîd de wisa domand: "Meriv bixwaze nexwaze di girtîgehê de problem û gelemşe derdikevin. Dema ku gelemşe rû didan Mela Seîd ji me re digot ' Tu tişt ji doza Îslamê  ne muhîmtir e. Hûn bes li vê derê xwe perwerde bikin da ku dema hûn derketin derve weke Hz. Yusuf, Îslamê teblîxî însanan bikin. Kesên mîna Seyda di hepsê de şîretan li me dikirin û çareserîya problemên ku rû didan nîşanî me didan.Me ji kesên mîna wî di vî warî de gelek zêde îstîfade kir. Di salên 1990î de dema ke em çûn camîyan û me ders dida hinek kes bêbextîyan li mezinê me dikirin û îftîra davêtin li ser wan. Lê belê  em bi çavên ji jiyana wan mezinên xwe re bûbûn şahid û me ew nas dikir. Me dîtibû ku ew çawa li Îslamê xwedî derdikevin. Ji ber ku me li ber destên Seydayên xwe mezin bûbûn jiyana zindanê ji me re giran nedihat. Bi çûyîna kesên mîna wî barê me girantir dibe."

"Ew ji pêşîvanên vê dozê bû"

Sevîm di berdewama pêwedîya hevaltîyê ya Seyda Seîd kir û got: "Di navbera min û Seyda de dostenîyeke pir qewî û xweş hebû. Carinan hêj wextê bêhstandinê nehatibû dihat diket milê min û min tesellî dikir. Seyda tu carî ji derd û kulên xwe, êş û elemên xwe û ji îşkenceyên ku lê hatin kirin gazin nekir. Ew her tim bi derd û kulên hevalên xwe re eleqedar dibû. Seyda nexweş bû, her çi qas me dixwast ku ew aciz nebe, ew dîsa radibû ders dida. Ew ji pêşîvanên vê dozê bû. Seyda wek Ustad Bedîuzzeman bû ku Bedîuzzeman dema ku kir ji Keleha Wanê bikeve got 'Ax doza min.' Ger ev bûyer hatibana serê Seyda ew ê jî bigota 'Gelo ew ê çi bibe ji doza min a Îslamê?' Kesên mîna wî  berî ku dest bi xwarinê bikin difikirîn 'bila ev xwarin ji min re bibe quwwet da ku ez ji doza xwe re karibim xizmetê bikin û îbadetên xwe bidomînim.' Ji ber ku me ew û kesên wî nas kir gelek bextewar in."

Sevîm di dawîya axavtina xwe de qala rewşa xwe ya dema ku ew xebera wefata Seyda stand kir û got: "Dema ku Seyda wefat kir ez di hepsê de bûm. Dema ku min bihîst Seyda wefat kiriye, min qet bawer nekir. Lewra me digel hev planan kiribû, me digot dema ku em derkevin derve em ê xebatê bikin. Rojekê ji min re got 'ger em derkevin derve û rojekê ez werim mala te, emanet ez te bi pêceme nebînim, divê tu her tim amade bî.'Em bi saxîya vê dozê hîn bûn ku em birayên hev in. Lewra em ji wan biratîyê hîn bûn.Çawa ku navîgasyonek rê nîşanî însên bide, kesên mîna wî jî rê nîşanî me didan. Ew di qezayekê de wefat kir. Ez hêvî dikim ku Xweda wî ji şehîdan bihesibîne."(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir