• DOLAR 32.345
  • EURO 35.088
  • ALTIN 2321.082
  • ...
Di salvegera duyemîn a wefata xwe de Mela Muhammed Seîd Varol-3
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mela Seîd ji pêşîvanên Cemaata Hîzbûllah bû û bi fedakarîya xwe dihat nasîn. Mela Seîd 7 salên dawî yên emrê xwe di oxira Îslamê de li muhaceratê derbas kir. Nas û hevaldozên Mela Muhammed Seîd di salvegera wefata wî de ew bi bibîr anîn û qala wî kirin.

Şabeddîn Başarê ku dostê rehmetî bû destnîşan kir ew di sala 1988an de di heyama xwendekarîyê de Mela Seîd nas kiriye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "

Di wê heyamê de  komên Îslamî û xeyrî Îslamî hebûn.Seyda ji bo civak dînê xwe nas bike di serî de bi xwendekarên lîseyê re eleqedar dibû û fealîyetên Îslamî dikir. Nesîhetan li wan dikir û digel wan sohbetan dikir.Min ew li Farqînê di pirtukfiroşa bi navê Oku nas kir. Ew bi xortan re eleqedar dibû û nexasim di meha Remezanê de li camîyan û li bexçeyên li derdora Farqînê sohbetan dida. Min bi wesîleya wan sohebetan Seyda nas kir.

"Kesên ku ew didîtin bi dîtina wî kêfxwe dibûn"

Başaran di berdewama axavtina xwe de diyar kir Seyda li derdora xwe pir dihat hezkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Dema ku min cara ewi ew li Kitêpxaneya Oku nas kir, min jê gelek zêde hez kir. Dûre ez hîn bûm ku hemû kes weke min jê hez dikirin. Hevalên min ji min re gotin ku Xweda hezkirina û muhabbeta Seyda xistibû dilê me.Seyda ji wan evdên xwe yên salih evdek bû. Gelek hevalên min ji min re digotin ji bo ku em Seyda bibînin diçûn pirtukxanê û ger ew li wê derê bana me dixwast gelek zêde li wê derê digel wî rûnin û ger ne li wê derê bana me karê xwe didît û em ji wê derê derdiketin."

Başaran di berdewama axavtina xwe de diyar kir çawa ku ew ji Seyda hez dikirin bi heman awayî ew jî ji wanan hez dikir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ji ber wefata Seyda ez gelek zêde xemgîn bûm û ez gelek zêde li ber ketim. Tu carî ez bi vî awayî xemgîn nebûbûm. Heta niha gelek birayên me rehmet kirin, lê belê êşa wî tuştekî cuda bû."

"Me çawa jê hez dikir ew jî wisa ji me hez dikir û xwedî li me derdiket"

Başaran di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber ku Seyda ew ji wan hez dikir ew jî jê hez dikirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ji ber muhabbet û hezkirinê tesîra wî gelek zêde li ser xortan hebû. Digel ku Farqîn cihekî biçûk bû jî hevalên me yên din jî xebatên xwe zêde kiribûn. Lê belê tesîra Seyda li ser xortan cuda bû û em xort her tim li dora wî dicivîyan. Ez bi xwe Seyda li kû bana min dixwast ku herim ba wî. Dema ku me dibihîst ew ê Seyda beşdarî sohbetên ku dê di bexçeyan de bên kirin bibe hema bi lez em jî diçûn wê derê."

Başaran di berdewama axavtina xwe de diyar kir keda Seyda di wan xebatên Îslamî yên li Farqînê de gelek zêde heye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ji ber ku xort  ji Seyda hez dikirin xebatên Îslamî li Farqînê zêde bûn. Nexasim hejmara malbatên ku zarokên wan  telebeyên lîseyê bûn zêde bûbûn. Elbet ev yek berîya salên 90î bû. Weke ku tê zanîn di salên 90î de problem û zehmetî pêk hatin. Lê belê digel van zehmetî û probleman  xebatên Seyda bi lutf û înayeta Xwedê berdewam kirin û xort dîsa li dora wî dicivîyan."

"Xweda him feraset û him jî cesaret dabûyê"

Başaran di berdewama axavtina xwe de diyar kir Seyda di warê pêşbînîyê de serkeftî bû û dû re wiha got: "Bi rastî jî di wê qonaxa zor û zehmet de Xweda feraseteke mezin dabûyê. Çawa ku Xweda di xebatên teblîx û îrşadê de jêhatîbûn kiribû nesîbê wî, bi heman awayî di wan heyamên zor û zehmet de jî feraset, ilm û cesaret dabûyê. Mêr û dilawer bû. Bi saxiya feraseta ku Xweda dabûyê tahlîl û tespîtên di cihê wê de dikir."

"Di xebatên Îslamî yên îro bi xwe de jî keda wî heye"

Başaran axavtina xwe ya derheqê Seyda Mela Muhammed Seîd Varol de wisa domand: "Destê xwe davêt kîjan karî, Xweda bereket dixiste nava wî karî. Birayên me tev ji hev çêtirtir in. Lê belê tu kes weke wî karekî bi şiklekî kamil nikaribû bike. Ev jî dana Xweda ye. Wek mînak; rojekî Seyda ji bo xebatên Îslamî çûbû cihekî. Nasekî min ê li wî bajarî ji min re van tiştan got 'Dema ku Seyda li Farqînê min li ba xebatên Îslamî pêşve nediçûn.Çawa ku Seyda hat ba me xebat û xizmetên me berfireh û zêde bûn, hejmara zêde bû. Bi hatina xwe bereket anî."

Başaran di dawîya axavtina xwe de derheqê merhûm de wisa axivî: "Di wan bûyerên ku li Farqînê rû dan de Misliman bi ser ketin û zalim mexlûb bûn. Elbet keda Seyda û hevalên li derdora wî di bê zaferê de gelek zêde ye. Lê belê ez dixwazim vê yekê bêjim. Digel ku 28 saln ji ser wan rojan derbas bûbûn jî em hêj fêkîyên xebatên wan rojan dixwin. Ger Seyda û hevalên xwe di wextê wê de bi şikleke fedakarane micadele nekiribana, ew ê îro zalim nehiştibana em serê xwe rakin. Ji ber vê yekê ez wan bi rehmet û minnet yad dikim. Divê em ji wan re û ji malbatên wan re her tim dia bikin."(ÎLKHA)

 

 









Bu haberler de ilginizi çekebilir