• DOLAR 32.547
  • EURO 34.832
  • ALTIN 2425.542
  • ...
Li Herêma Kurdistanê di 24 seatên dawî de bi 104 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku ji teref Wezareta Tenduristîyê yê Herêma Kurdistanê ve hatine belavkirin, di encama testên ku di 24 seatên dawî hatin kirin de, li Dihokê bi 52 kesî re, li Silêmanîyê bi 46 kesî re, li Hewlêrê bi 6 kesî re û li Germîyanê jî bi 6 û li Raperînê jî bi kesekî re Coronavîrus hat tespîtkirin.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristîyê yê Herêma Kurdistanê heta niha 849 kes bi vîrusê ketin û 14 kes jî ji ber vîrusê canê xwe ji dest dan.

Doh di bergeha tevdîrên Coronavîrusê de li Herêma Kurdistanê ji bo 6 rojan qedexeya derketina derve hatibû îlankirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir