• DOLAR 32.553
  • EURO 34.883
  • ALTIN 2422.83
  • ...
Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 22 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama testên ku hatin kirin de bi 786  kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 165 hezar û 555 kesan.

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Hejmara testên ku heta niha hatin kirin derket li ser 2 milyon û 100 hezarî. Hejmara nexweşên me yên ku baş bûn jî derket li ser 130 hezarî. Hejmara kesên ku di lênerîna awarte de ne jî kêm dibe. Divê em haya xwe ji mesafeya civakî bikin û bê maske derneyên derve.”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir