• DOLAR 32.372
  • EURO 34.986
  • ALTIN 2325.51
  • ...
Li Bidlîsê xwedîkirina mangeyan her ku diçe zêdetir dibe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li herêma Norşîna Bidlîsê ji teref gundîyan nêzî 11 hezar mange tên xwedîkirin ku ji mangeyan salane  4 hezar ton şîr tên dohtin û gundî debara xwe ji firotina mast, pênîr û şîrê van mangeyan dikin.

Rifat Çelîkê Midûrê Bajêr ê Daristan û Çandinîyê yê Bidlîsê derbarê mijarê de destnîşan kir, li herêmê gelek zêde mange tên xwedîkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Me di sala 2010an de Yekîtîya Xwedîkirina Mangeyan saz kir. Di sala 2010an de hejmara mangeyên me 700-800 mange bû ku niha hejmara van derket 11 hezarî."

"Xwedîkirina mangeyan 20 milyon TL feyde dide Bidlîsê"

Çelîk di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir xelkê herêmê debara xwe bi xwedîkirina mangeyan dike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Salene 4 hezar ton şîr ji van mangeyan tên dotin. Ji pênîr, mast, rûn û şîrê van mangeyan salane 20 milyon TL tê qezenckirin. Kêfa mangeyan ji dêrên avî re tê. Mangeyên me çawa ku ji axûran dertên pêşî diçin çêrgehê û dû re berê xwe didin herêma germavê û li wê derê dikevin avê da ku hênik bibin."

Alîkarê Serokê Yekîtîya Xwedîkirina Mangeyan a Bidlîsê  Pîran Kardeş jî derbarê xwedîkirina mangeyan a li herêmê de destnîşan kir, 650 endamên yekîtîya me hene û ji van 450 endamên me ji dewletê destekê distînin. Me bi 900 mangeyan dest pê kir û niha hejmara wan derket nêzî 10 hezarî.Serê mangeyekê rojane 6-7 lître şîr tê dotin."(ÎLKHA)







































Bu haberler de ilginizi çekebilir