• DOLAR 32.514
  • EURO 34.957
  • ALTIN 2436.094
  • ...
Karwana Hêvîyê ya Malatyayê di meha Remezanê de ji 445 malbatên feqîr re alîkarî kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derbarê xebatên alîkarîyê yên ku hatine kirin de ji teref Temsîlkarê Karwana Hêvîyê yê Malatyayê Emîn Yildiz ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Yildiz di daxuyanîya ku da de derbarê mijarê de destnîşan kir ew ê xebatên wan ên alîkarîyê bênavber berdewam bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di meha Remezanê de ji alîyekî ve komîsyona me kesên muxtac tespît kir û ji alîyê din ve hewl hat dayîn alîkarîya ku ji teref xêrxwazan ve hatibûn kirin ji bo kesên muxtac û feqîr bên belavkirin. Di meha Remezanê de di bûhaya 89 hezar û 650 TL alîkarî ji bo 445 malbatên feqîr hat kirin. Elbet ew ê ev alîkarîyên me berdewam bikin.Ji bo em karibin ji zêdetir malbatî re alîkarî bikin em li benda alîkarîya xêrxwazan in.Xweda ji temamê kesên ku keda wan di vê alîkarîyê de heye razî be.”(ÎLKHA)









































Bu haberler de ilginizi çekebilir