• DOLAR 32.322
  • EURO 35.109
  • ALTIN 2293.066
  • ...
Ji ser qetilkirina Muhammed Şerîf û Abdulcelîl 5 sal derbas bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di 29ê Gulana 2015an de Muhammed Şerîf Şîmşek û Abdulcelîl Talayhanê ku endamên HUDA PARê bûn li Xanikêya Hezexa Şirnexê ji teref HDPyiyan ve hatin qetilkirin ku ji ser vê qetilkirinê 5 sal derbas bûn.

Di sala 2012an de digel destpêka ‘Pêvajoya Çareseriyê’ meydan bû ya PKKê û PKK zilm li însanan, nexasim li Mislimanên heremê kir. Digel destpêka pêvajoyê hinek kes zen kirin ku ew ê PKKê dev ji çekan berde, lê xelkê heremê bi bedelên ku dida rastînebûna vê yekê ango berewajiya çekberdanê  nîşan didan.

Nexadim digel pêvajoya çareseriyê xelkê Kurd ê  Misliman dît ku bi pêvajoya çareseriyê hinek tişt çareser nabin; berewajî dibin mîna girêkên kor. Ji ber vê yekê xelkê Kurd ê Misliman di van 3 salan de  di bin hegemonyaya PKKê de gelek eziyet kişand. Xelkê heremê di serî de ji wehşeta 6-7ê Cotmehê û her wiha li gelek zilm û wehşetiyê re şahidî kir.

Lê ew bedela ku xelkê dida û êşa ku dikşand qet nehat dîtin û nehat xwestin ku bê dîtin. Emanet emanet bila pêvajo zirar nebîne, bila axayên Qandîlên madê xwe nekin, bila parlementerên HDPê zimanên xwe tûj nekin, bila edebiyatê nekin, bila li sazê bidin. Emnaet emanet ha, bila haramî xwe bernedin kûçe û kolanan…

Belê,  digel wan 3 salên ku jê re ‘Pêvajoya Çareseriyê’ dihat gotin xelkê heremê zilm û tehdayiya ku ev 30 sal e nedîtibû di 3 salan de ji PKKê dît û ji gelek zilm û wehşetê re bû şahid.

Di vê dewrê de PKK êrîşên xwe bênavber didomandin, çima nadomîne. Jixwe tu kes ranedibû ser piyan û ji bo xatirê pêvajoya çareseriyê li ber wan nedisekinîn. Her roj wisa xeberek ji derekê dihat û agir mala Mislimanekî din diket. Zilm û tehdayî ew qas zêde bûbû ku dihat mitalekirin ka ew ê dîsa canê kîjan mezlûmî bişewite.

Ji van canên ku hatibûn şewitandin û agir bi mala wan ketibû vêcar ket mala 2 gundiyên ku li Xanikêya Hezexê di nav erdê xwe de dixebitîn bû. Berikên bêrehm ên ku ji çekên kesên bêwijdan û hov derketibûn bûbûb sedema şehîdiya 2 gundiyan.

 Ji hilbijartinên giştî yên 7ê Hezîrana 2015an  çend rojên jimartî mabûn ku HDPyî di ‘bergeha xebatên hilbijartinê’ de çûn Xanikê. HDPyiyên ku çûn Xanikê weke ku li her derî kiribûn li wê derê kesên ku mîna xwe nafikirin ji xwe re kire hedef.

Li gundê ku bi dîndariya xwe dihat zanîn , kesên HDPyî hereketên xeyrî Îslamî kirin, xeberên nexweş ji ehlê gund re gotin û propagandaya PKKê kirin; dema ku ehlê gund ji wan terkkirina gund xwestin kesên HDPyî bi çekan êrîşî ehlê gund kirin.

2 cotkarên ku di nav erdên xwe de paleyiyê dikirin ji bo provakasyona HDPyiyan zêdetir nebe xwestin hewil bidin, lê ev her du cotkarên bi navê Muhammed Şerîf Şîmşek û Abdulcelîl Talayhanê ku endamên HUDA PARê bûn bi berikên HDPyiyan bi xwînwarî û bi hovane hatin qetilkirin. Di pey van  her 2 Mislimanan de 2 pîrekên bî û tev de 9 zarokên yetîm man.

Di encama darizandina ku hat kirin de Sedat Teber  42 sal ceza xwar. Şerîf Teberê bavê Sedat Teberî ye jî ji li ba xwe gerandinê çek 6 sal ceza xwar.

Di vê pêvajoyê de tiştê ku balan kişand li ser xwe ev bû: Parêzer Veysel Vesekê ku namzedê parlementerîyê yê Şirnexê yê HDPê bû beşdarî dozê bû û parêzerîya bersûcan kir.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir