• DOLAR 32.534
  • EURO 34.977
  • ALTIN 2425.42
  • ...
Li Amerîkayê bi hezaran xwepêşandêr bi polêsan şer kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Doh li Amerîkayê polêsan yekî reşik xwestin ku binçav bikin, di dema binçavkirinê de destên kesê reşik hat kelepçekirin û li erdê hat dirêjkirin, lê belê ji ber ku polêsek çokê xwe danî li ser stûyê kesê reşik bêhna wî çikîya û mir.

Ji ber vê yekê li bajêr bi hezaran kes daketin kolanan û kuştina kesê reşik protesto kirin û bi polêsan re pev çûn.

Hat ragihandin derbarê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin û 4 polêsên ku têkilîya wan bi bûyerê re hebûn ji wezîfê hatin dûrxistin.

Serokê Şaredarîya Mînneapolîsê Jacob Frey derbarê kuştina kesê reşik de daxuyanîyek da  û ji Amerîkayîyên ku eslê xwe Afrîkayî ne lêborîn xwest û got "Divê cezaya reşikbûna li Amerîkayê ne mirin be."(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir