• DOLAR 32.345
  • EURO 35.114
  • ALTIN 2308.518
  • ...
HUDA PARê bi rêbaza vîdeo konferansê îda partîyên siyasî pîroz kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HUDA PARê bi rêbeza vîdeo konferansê îda AK Partî, Saadet, Deva, Gelecek û Yeniden Refahê pîroz akir.

Lijneya HUDA PARê ya ku ji Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr û Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr pêk dihat,  bi dorê bi rêbeza vîdeo konferansê bi Alîkara Serokê Giştî yê AK Partîyê Julîde Sarieroglu, Alîkarê Serokê Giştî yê Partîya Saadetê Arîk Agdag, Sekreterê Giştî yê Partîya DEVAyê Sadullah Ergîn, Serokê Karên Siyasî yê Partîya Gelecek Dr. Selîm Temurcî û bi Sekreterê Giştî yê Partîya Yeniden Refahê Suat Pamukçu re hevdîtin kir û îda wan Remezanê pîroz kir.

Di hevdîtinên pîrozbahîya îdê yên ku bi rêbeza vîdeo konferansê hatin kirin de partîyên siyasî îda hev û ya alema Îslamê tebrîk kirin û aborîya Tirkîyê nirxandin.

Her wisa di hevdîtinan de bal hatin kişandin li ser doza Qudsê û her destnîşankirin; divê xwedî li doza Qudsê û Filistînê bê derketin û hat diyarkirin divê Peymana Stenbolê ji bo muhafezeya civak û malbatê bê fesihkirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir