• DOLAR 32.375
  • EURO 34.957
  • ALTIN 2325.76
  • ...
Ji Rêberê Cemaata Hîzbullah peyama îdê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Gumuş di  peyama ku weşand de Îda Remezanê ya temamê alema Îslamê pîroz kir û daxwaz kir ku ev tefrîqa, pevçûn, musîbet û nexweşîyên di nav Mislimanan de bi dawî bibin.

Temamê peyama ku hatiye weşandin:

Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm

“Ber bi wê cenneta ku firehîya wê bi qasî firehîya di navbera erd û asîmanê de ye û ji teref Rebbê we ve ji bo wan kesên ku bi Xweda û pêxember îman anîne hatiye amadekirin birevin. Vaye ev, lutfa Xweda ye. Ew, wê ji kesê ku dixwazê re dide. Xweda xwedîyê lutfeke mezin e.”(Hadîd-21)

Hemd û sena ji Wî Rebbê me yê ku kir nesîbê me em Remezana şerîfa ku meha mexfîret, bereket û rahmetê ye û di nav xwe de Leyletul Qedra ku ji hezar mehan bi xêrtir e dihewîne, îdrak bikin û piştî vê yekê jî kir nesîbê me ku em kêfxweşîya Îda Remezanê bijîn. Ji Hz. Muhammedê ku hebîb, qasid û evdê Xweda ye  re û ji al û ashaba wî re salat û selam be.

Ez di serî Îda Remezanê ya malbata wan kesên ku dema ji bo Îlayi kelîmetullah micadele dikirin  ketine zindanan, hicret kirine û şehîd bûne  û bi giştî Îda Remezanê ya wan  dostên xwe yên dozê yên ku hêj ji bo hakimbûna dînê Îslamê micadeleya xwe didomînin û ya temamê alema Îslamê  pîroz dikim. Ez  ji Rebbê me nîyaz û hêvî dikim ku vê îdê bike wesîleya rabûna musîbet û belayan û ez jê daxwaz dikim ku dawî li tefrîka, pevçûn, zehmetî, problem, nexweşîyên manewî û maddî yên di nava ummeta Îslamê de bîne.

Di meha Remezanê de manewîyat pir zêde ye, îbadet û diayên ku di vê mehê de tên kirin qebûl dibin û ji bo Mislimanan di nava xwe de xêrên mezin dihewîne.  Ez ji Rebbê xwe dixwazim ku di vê meha mibarek de îbadet, tewbe, diayên temamê hevalên min yên dozê û yên temamê wan Mislimanên ku li ser rûyê erdê ji Îslamê re xizmetê dikin û di nav zehmetîyê de ne bên qebûlkirin û gunehên wan bên efûkirin.Ji bo domandina xesletên xweşik ên ku di meha Remezanê de hatine qezenckirin û  ew sohbet, ders, muqabeleyên di nav malbatê de yên ku ji ber vîrusa malum Misliman ji bo bistirin vekişîyan malên xwe û di malên xwe de dan destpêkirin pêwîst e hewl bê dayîn. Bi vî awayî ew ê ev rojên bi zehmet dê bibin rojên bi xêr û bereket.

Ji ber şoba vîrusê ya malum a ku temamê cîhanê xist bin tesîra xwe  ekserîyeta însanên me tevdîr standin û mecbûr man ku di malên xwe de bimînin.  Ez wan birayên me yên ku di vê pêvajoya zor û zehmet de gelek rîskên cîddî dan li ber çavên xwe û xebatan xwe domandin û desteka maddî û manewî dan, tebrîk dikim û ji wan re malavabûnên xwe tînin zimên. Rebbê min, wan temaman muhafeze bike û xêr û bereketê têxe nava xebatên wan û ecra wan zêde bike.

Hêj nediyar e ku ew ê tesîra vê şoba vîrusê çi qas berdewam bike û dê di çi astê de be.  Ez bawer dikim ku ew ê  temamê Misliman û birayên me pêkve; çawa ku berî niha sebir kiribin, di her şert û mercî de bernameyek danîbin li ber xwe û jê îstîfade kiribin, ji hêla maddî û manewî ve çawa li hev xwedî derketibin ew ê di vê pêvajoyê de jî wisa bin.

Ez hêvî dikim ku temamê Mislimanan, endamên rêxistinên Îslamî û ew îdarevanên ku xwedîyê hassasîyeta Îslamî ne li ser musîbeta vîrusê muhasebeyeke ciddî bikin.  Problema herî mezin a ummetê  û sedema zehmetîyên  maddî û manewî ya ku emm tê de ne tefrîqa, pevçûn û belavbûn e.Ji ber vê yekê çareserîya bi leztirîn a van problem û zehmetîyên ku em dijîn, ji nûve di nav me de tesîsbûna hiqûqa biratîyê û îttîhada Mislimanan e. Ji ber vê yekê em di her wesîlê de bi israr qala îttîhad û wahdet û biratîyê dikin. Em cardin di bîra temamê Mislimanan û nexasim wan îdarevanên ku xwedîyê hassasîyeta Îslamî ne dixin: Rebbê me em kirin bira. Ji ber vê yekê divê em pêdivîya vê yekê bi cî bînin û ji îttîhadê pêve tu çareyeke me din tune ye.Naxwe divê îdarevanê temamê rêxistinên Îslamî bi vê şiûrê hereket bikin û divê ji gavên ku dê di vê îstîqametê de bên avêtin re pêşîvantîyê bikin.

Ez cardin Îda Remezanê ya temamê ummeta Îslamê pîroz dikim. Ez ji Rebbê xwe dixwazim ku ev eyd ji  bo hurmeta diayên maqbûl, rojîyên ku di vê mehê de ji teref evdên salih ve hatine girtin bibe wesîleya zêdebûna xweşikbûn û ji holêrakirina zehmetî, şer û probleman. Dîsa ez ji Rebbê xwe daxwaz dikim ku ew kesên ku ji ber muhacerat, esaret û nexweşîyê ji malbat û dostên xwe dûr in îdên pêşîya me di mala xwe de digel malbatên xwe pîroz bikin. Xweda xwedîyê qudret û kerema bêdawî ye.

Me ji diayên xwe kêm nekin. Emanetî Xwedê bin.

Birayê we Edîp Gumuş.



Bu haberler de ilginizi çekebilir