• DOLAR 32.595
  • EURO 34.883
  • ALTIN 2505.231
  • ...
​IHO-EBRAR ji malbatên muxtac re alîkarî kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sazîya ku di sala 2013an de hat damezrandin ji roja ku hatiye damezrandin vir ve bênavber li çar alîyê cîhanê diçe hawara kesên êtîm, feqîr û bêkes. Sazî vêcarê jî li Orduyê ji malbatên feqîr ên ku berî niha hatibûn tespîtkirin re alîkarîya erzaqê hat kirin.

Derbarê alîkarîya ku hat kirin de Mehmet Can Mîkyasê Temsîlkarê Orduyê yê IHO-EBRARê daxuyanîyek belav kir.

Mikyas di daxuyanîya ku da de derbarê mijarê de destnîşan kir ew di bergeha meha Remezanê de li Orduyê ji wan malbatên ku berî niha hatine tespîtkirin ku feqîr û jar in re alîkarî kirin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ger  kesên xêrxwaz ji me re bibin alîkar dê xebaêtn me yên alîkarîyê bênavber berdewam bikin. Ji ber vê yekê em li benda alîkarîya xêrxwazan in.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir