• DOLAR 32.505
  • EURO 34.963
  • ALTIN 2434.011
  • ...
Ehmed el-Kurdê ji endamên Buroya Sîyasî yê Hamasê çû rehma Xwedê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin el-Kurd di nava rojê de bi xebatên xêrê mijûl bû û dû re derbasî mala xwe bû, dema ku nimêja terawîhan dikir qeyrana qelb derbas kir û canê xwe ji dest da.

El-Kurdê ku Serokatîya Karên Civakî jî kiriye nexasim di xebatên însanî û xêrê de derdiket pêş.Li Xazzê demekê Serokatîya Cemîyetu's-Salahî'l-Îslamîye kir.

Gelek kes beşdarî merasîma definkirina Ehmed el-Kurd  bûn

Nimêja cinazê ya Ehmed el-Kurd   îro li Deyruul Belahê di qadeke vala de hat edakirin. Qelebelaxike pir zêde beşdarî merasîma cinazê bû. Piştî nimêja cinazê ya ku hat edakirin re Ehmed el-Kurd   li Goristana Deyruul Belahê hat definkirin.

Lîderên sîyasî û rayedarên hikûmetê jî beşdarî merasîman cinazê û definkirinê bûn.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir