• DOLAR 32.588
  • EURO 34.825
  • ALTIN 2507.41
  • ...
Avrupa Yetim Eli li Afrîkayê li ser navê  merhum Omer Dongeloglu xwarina fitarê da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derbarê xwarina fitarê ya ku hat dayîn de ji teref Alîkarê Serokê Avrujpa Yetim Eliyê Huseyin Ateş ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Ateş di daxuyanîya ku da de destnîşan kir çli gelek welatan di meha Remezanê de xebatên wan ên alîkarîyê berdewam dikin û derbarê alîkarîya ku li Nîjeryayê  hat kirin de wisa axivî: “

Ez pêşî Remezana temamê Mislimanan tebrîk dikim. Wek her sal em îsal jî di meha Remezanê de xebatên alîkarîyê dikin. Em ji Balkanan  û Asyayê bigirin heta welatên li Rojhilata Navîn û Afrîkayê alîkarî dikin. Xweda xêra xêrxwazan qebûl bike. Belê dema ku qala Afrîkayê tê kirin, hişkesalî, birçîbûn û feqîrî tê bîra mirov.  Bi rastî jî meha Remezanê ji bo wan fersend û nîmeteke mezin e. Me li ser 2 êtîmxaneyên li Nîjeryayê li ser navê  merhum Omer Dongelogluyê  berî vê çend rojan çû rehmê Xwedê li xwarina fitarê da 220 xwendekarên êtîm.Rebbê min qebûl bike. Bi vê wesîlê ez cardin nîyaz dikim ku Xweda rehma xwe lê bike û sebrê bide nasên wî. Xebatên me yên alîkarîyê berdewam dikin. Em li benda alîkarîyên xêrxwazan in.”(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir