• DOLAR 32.426
  • EURO 35.857
  • ALTIN 2325.988
  • ...
"Ji hêla hiqûqê ve îzahata bêedaletîya mezin a ku di pergala înfazê de pêk hatiye tune ye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

"Kesên ku karê çetevanî, şêlandin û dizîtîyê kirine û zirarê dane welatîyan di bergeha vê qanûnê de hatin nirxandin"

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de "Qanûna Înfazê" ya AK Partî û MHPê bi zimanekî tund rexne kir û got: "Ew îqtîdar û şirîkê wî yê ku guh neda banga me û tevahîya civakê,  wê verastkirina înfazê ya ku darbeyeke giran li têghiştina wicdan û edaletê da, kirin qanûn. Piştî ku Serokomar verastkirinê tesdîq kir re qanûn di 14ê Nîsanê de ket merîyetê û ji girtîgehan tahlîye dest pê kirin. Berî niha Birêz Serokomar  çendîn caran got ku 'ne rast e ku dewlet wan sûcên ku hember welatîyan hatine kirin efû bike, dewlet encax wan sûcên ku li hember xwe hatine kirin dikare efû bike.' Lê digel van daxuyanîyan di serî de ew  kesên ku karê çetevanî, şêlandin û dizîtîyê kirine û zirarê dane welatîyan di bergeha vê qanûnê de hatin nirxandin û hatin berdan; lê belê ew kesên ku bi darizandinên qaşo yên di heyama Daraza FETO û pêvajoya 28ê Sibatê de ji wan re cezayên giran hatine dayîn ev bû 20-25 sal di girtîgehê de tên girtin û tên mexdûrkirin nehatin xistin bergeha vê înfazê. Ew kesên ku emrê wan li ser 65an e û nexweşîyên giran bi wan re hene bi xwe jî nehatin xistin  bergeha vê înfazê û ji mirinê re hatin terkkirin.  Bi heman awayî ew kesên ku di emrê ciwan de zewicîne û hatin xistin girtîgehê û hatine mexdûrkirin jî nehatin xistin bergeha vê qanûnê û qêrîna zêc û zarokên wan nehat bishîstin."

"Ji hêla hiqûqê ve tu îzahata wê bêedaletîya mezin a ku di pergala înfazê de pêk hatiye tune ye"

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew verastkirina înfazê ya ku bû qanûn miradê gelek kesan di ber wan de hişt û dû re wiha li nirxandina xwe zêde kir: "Hikûmet bi gavên ku avêt di nav gel de ji hêla dawîanîna li zilm û neheqîyên ku tên kirin ve hêvîyeke mezin derxist holê; lê belê heman hikûmet bi verastkirina ku amade kir tercîha xwe ji hêla domandina zilmê ve kir û mirada civakê di ber wê de hişt. Ew ê encamên polîtîk a vê rewşê çêbibin. Lê ji vê yekê muhîmtir tiştekî din heye ku ew jî ev e: ne mimkûn e hikûmet roja axretê ji bin webala vî barî derkeve. Ji hêla hiqûqê ve tu îzahata wê bêedaletîya mezin a ku di pergala înfazê de pêk hatiye tune ye."(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir